|
UNHCR:`Ji ber êrîþên Tirkiyeyê 2 hezar kesî cih û malên xwe bi cih hiþtine`
22
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 21:23:14 (GDK)
Komîseriya Bilind a
Penaberan a Neteweyên Hevgirtî îro li Cenevreyê ragihand ku ji
ber operasyona asmanî a Tirkiyeyê a li dijî hêzên PKK-yê li
herêma Kurdistanê nêzîkî 2 hezar welatî cih û malên xwe bi cih
hiþtine.
Karbidestên vê saziyê dibêjin ji ber werza zivistanê jiyana van
welatiyên ku koç kirine dijwartir bûye û hikûmeta herêma
Kurdistanê jî niha dest bi alîkarîkirina wana kiriye.
BBC xwe dispêre Komîteya Bilind a Penaberan a Neteweyên Hevgirtî
û dibêje kesên ku ji bombebaranê reviyaye zêdetir li nahiyeya
Sengeserê a ser bi Silêymaniyê û devera Dola Þehîdanê a ser bi
Hewlêrê bi cih bûne.
Berdevkê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Hevgirtî li
Cenevreyê Astrid van Genderen Stort gotiye:" Topbaran û reva
xelkê deverê roja yekþemê jî dom kiriye."
Van Genderen Stort her weha da zanîn ku Komîseriya Bilind a
Penaberan a Neteweyên Hevgirtî li Silêymaniyê û Hewlêrê
alîkariya mexdûrên êrîþên Tirkiyeyê kiriye.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|