|
‘AKP bi înkarkirina kurdan Xwedê înkar dike’
22
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 04:08:45 (GDK)
“Cejna Qurbanê di
rastiya xwe de aþtî, biratî, wekhevî û heskirinê îfade dike. Di
vê roja pîroz û mimbarek de Xwedayê mezin ji ewdên xwe dixwaze
ku bi awayekî aþtiyane bi hev re bijîn û aþtiyê di navbera xwe
de pêk bînin. Ji ber vê yekê di vê roja pîroz û mimbarek de
mirovên bawermend û xwedî wesfên însanî dest ji fesadî, tundî û
zordariyê berdidin û di navbera xwe de xîmê aþtî û heskirinê
diavêjin. Lê belê di roja me de ev roja pîroz ji aliyê hêzên
þerxwaz ve tê berovajîkirin û vê roja pîroz li gorî
berjewendiyên xwe bi kar tînin. Bi taybetî dewleta tirk û
hikûmeta wê AKP di vê cejna pîroz de bi tang, top, teyare û bi
hemû rengên hovane bi ser gelê kurd de diçe û qetlîaman li ser
gelê kurd pêk tîne û gelê kurd înkar dike. Înkarkirina gelê kurd
di heman demê de înkarkirna Xwedayê mezin bixwe ye jî. Ji ber ku
gelê kurd jî wekî hemû gelên din ji aliyê Xwedayê mezin ve
hatiye xuluqandin. Ji ber vê yekê, yê ku gelekî înkar dike di
heman demê de Xwedayê mezin jî înkar dike. Îro hikûmeta AKP ku
xwe wekî partiyeke îslamî dide nîþan, mafên gelê kurd înkar dike
û kuþtina kurdan rewa dibîne.”
‘Gelê kurd bi hovane tê bombebarankirin’
Di daxuyaniya CÎK (Civaka Îslamiya Kurdistanê) de zextên li ser
kurdan hatin bibîrxistin û ev tiþt hatin gotin: “Bi awayekî
hovane bombebarankirina Kurdistanê û înkarkirina mafên gelê kurd
û înkarkirina ziman, çand û nasnameya kurd ne di qanûnên
Îslamiyetê de heye, ne di qanûnên tu olên din de ne jî di
qanûnên mirovahiyê de. Nexasim ev yek ji derveyî qanûnên
Îslamiyetê ye. Di îslamiyetê de jî ji vê yekê re ‘murted’ tê
gotin. Kesekî ku ji aliyekê de xwe wekî Misilman bide nîþan û li
aliyê din jî ne li gor þertên Îslamiyetê tev bigere ji wî re
‘murted’ tê gotin. Tiþtê ku îro hikûmeta AKP û serokwezîrê wê
dike heman tiþt e. Hem li gor qanûna Îslamiyetê hem jî li gor
qanûna mirovahiyê tiþtê ku mirov naxwaze li mirov bê kirin, divê
mirov jî li yekî din neke. Lê belê AKP hem li ser navê
Îslamiyetê hem jî li ser navê mirovahiyê zilmeke mezin li gelê
kurd dike. Em hêvî dikin AKP dest ji ‘murtediya xwe berde.”
‘Bila gelê kurd li hemberî hovîtiyê bêdeng nemîne’
Di daxuyaniyê de bang li gelê kurd tê kirin û wiha tê gotin: “Em
bang li gelê xwe dikin ku li hemberî wehþeta dewleta tirk bêdeng
nemîne, li xwe û li nirxên xwe xwedî derkeve. Bila gelê me baþ
bizanibe ku zilm berdewam nake û dawiya zilmê zewal e. Em ji dil
û can bawer dikin ku Xwedayê mezin dê di zûtirîn demê de
zewalekê bide wan zaliman. Lê divê ku zilm jî neyê qebûlkirin û
li hemberî zilmê jî berxwedan hebe.”
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|