|
Seroke Kurdistanê; "Ji ber ku em Kurdin bombeyan dibarînin ser axa me"
24
Berfanbar (Kanûn), weþandin:00:34:21 (GDK)
QENDÎL,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Serokê Kurdistanê Mesud
Barzanî ku bi armanca kontrolkirina rewþa dawî ya herêma hatî
bombardimankirin û gundiyên ji ber bombardimanê koçber bûyîn, çû herêma
Qendîlê, diyar kir ku bombardimankirina Qendîlê ji bo wan bombardimankirina
Hewlêrê ye.
Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi komek parlementerên pêre bi armanca
dîtina herêma Qendîlê ku di 16'ê kanûnê de ji hêla Tirkiyeyê ve bi 50
balefirên þer hatibû bombardiman kirin, çû herêma Qendîlê.
Barzanî pêþiyê bi sedan gundiyên
ji ber bombardimanê gundên xwe vala kirîn û li Dola Xaneqaya ya Qendîlê
berhevbûyîn, ziyaret kir..
Barzanî di serdana xwe de
pirsgirêkên gundiya guhdar kir û da zanîn ku bombardimankirina herêma
Qendîlê ji bo wan tê wateya bombardimankirina Hewlêr, Duhok û Silêmaniyeyê.
Barzanî derbirî ku
bombardimankirina Qendîlê ne tenê pirsgirêka beþek kurdan e û pirsgirêka
tevahiya kurdan e. Her wiha Barzanî soza çareserkirina pirsgirêkên mexdûran
jî da. Piþtî ziyareta li vir Barzanî deverên din ên ji bombardimanê zirar
dîtine jî ziyaret kirin.
Serok Barzanî, girîngbûna Dola
Þehîdan û Þehîdê Qendîlê pir heye, ji ber ku sala 1991 de gelên vê deverê di
hundirê pirsgirêkan de ne.
Kurman Ezîz Qeymeqamê devera Soran ragihand, ku di 16 vê mehê artêþa Tirkiye
devera Qendîlê bombbardiman kiribû. Ezîz di derbarê serdana serokê
Kurdistanê de kêfxweþîyê anî ziman.
Erîþên dewleta Tirk didome
Ji demjimêr 15:30-an ve balafirên
þer yên tirk navçeyên ser bi nahiyeya Ruwanduzê bombebaran kirin.Hate
ragihandin ku ji demjimêr 15:30-an ve 3 balafirên þer yên tirk navçeyê
Sawsêkan, Gelî Dindey yên nahiyeya Ruwandizê bombebaran dikin.
Hate diyar kirin rûniþtiyên wan gundan bi destpêkirina bombebaranê ve cihên
xwe bi cih hiþtîne û koçber bûne.
CHAK bangawazî li medyaya Kurdî kir, ku operasyonê artêþa Tirk bi yek
dengekî protesto bikin
Li dijî bombbardimanê Tirkiyeyê, her roj nerazîbûnê gelê Kurd bilind dibe.
Navenda Helebçeya dijî Enfal û Komkujiya gelê Kurd (CHAK) di beyanameyekî de
bangawazî li ragihandinên Kurdan kirin, ku li dijî operasyonê artêþa tirk
derkevin û bi yek dengekî bombbardimanê dewleta Tirk protesto bikin...
CHAK di vê beyanameya xwe de xuya kir, ku ragihandinên Kurdan, hemû
televzîyonên Kurdan, radyo, rojname û hemû malperên Kurd roja sêþemê bibin
dengekî û bombbardimanê Turkiye yê bi alîkarîya Amerîka li hemberê herêma
Kurdistanê çalekîyan saz bikin û vê bombbardimanê protesto bikin.
Di vê beyanameyê de þiyarên wiha hatîye nivisandin: Ji bo kujtinên gelên
Kurdistanê Na..... , Operasyon û bombbardimanê li hemberê gelên Kurdistanê
Na..
Kurd di warê dîplomatîk de xebatên xurt
nemeþandine
Bi êrîþên
dawî yên dewleta Tirk bi destê hikumeta AKP û bi hevkariya DYE dîsa derket holê ku Kurd di warê dîplomatîk de xebatên xurt
nemeþandine. Li piþta êrîþkariya dewleta Tirk de çend faktor hene. Di serî
de desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de senaryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Hikumeta Kurdistanê
rastiyan û armancên bingehîn a tirkan baþ îzah nekirin û her Kurd hêza xwe,
bibiryariya xwe û mafdar bûna xwe baþ nîþan neda. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Faktora din
çewtiyên PKK bû ku rewþa Kurdistana azad negirt berçavan ye û faktoreke din
jî nebûna yekîtî û koordînasyona di navbera hemû hêzan Kurdan ên di 4
perçeyê Kurdistanê bû ku Kurd di asta dîplomatîk de bi taybetî yê bi
Emerîkayê de rê li dewleta Tirk negirtin.
AKP bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û
bi Mislimantiyê dengên Kurdan girt
Hikumeta AKP ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.
AKP bi entegre kirin û bi dirêj kirina
pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd
zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna
daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û
geran Kurd bêne xapandin.AKP bi deng standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê
cesaretê jî projeyên qedandina hêza siyasî ya Kurdan derxistin holê.
( HAWAR DENGÛBAS, Dîha, Puk
media, Pna, Rdm, Reuters
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|