|
Ciwanên Kurd ên li metropolan dengê xwe bilind dikin
24
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 21:25:09 (GDK)
Ciwanên kurd ên li
metropolan dengê xwe yê li hemberî operasyonên artêþa tirk,
bilind dikin. Li Stenbolê ciwanan 12 wesaît þewitandin û li
Mêrsîn û Îzmîrê çalakiyên bi molotof-kokteylî pêk anîn.
Ciwanên kurd ên li Stenbolê doh bi þev jî, li hemberî
operasyonên artêþa tirk ên li hemberî Herêma Parastina Medyayê
di nava tevgerê de bûn.Ciwanan li navçeya Sultanbeylî, Uskudar,
Gazîosmanpaþa, Fatîh û Þîþliyê, otobuseke MHP'ê jî di nav de, 12
wesaît þewitandin
Polîsên tirk jî, li hemberî çalakiyên þewitandina wesaîtan, ji
rêveberiyên stasyonên petrolê alîkarî xwest û ji wan xwest ku bi
bîdonê benzîn nefiroþin.Bi þewitandina 12 wesaîtên doh bi þev,
hejmara wesaîtên di nava hefteyekê de hatin þewitandin jî,
derket 42 'an.
Ciwanên kurd li Mêrsînê jî, ji bo þermezarkirina operasyonên
artêþa tirk, molotof-kokteyl avêtin avahiya MHP'a bajêr û
otobuseke þaredariyê.Ji ber çalakiyên ciwanan, gelek zirarê madî
çêbû û ciwanan dan zanîn ku, heger êrîþên dewleta tirk ên li
hemberî gelê kurd dewam bikin, ewê çalakiyên xwe zêde bikin.
Li Îzmîrê jî, ciwanan doh bi þev li semta Kadîfekaleyê li
hemberî operasyonên artêþa tirk, xwepêþandanek pêk anîn.
Polîsên piþtî çalakiyê çûn Kadîfekaleyê jî, bi îdîaya têkiliya
wan bi çalakiyê heye, endamê Meclîsa DTP'ê Serhat Yildirim jî di
nav de, 18 kes girtin binçavan.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|