|
Ciwanên Kurd, Stenbolê ji Tirkan re kirin cehennem
27
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 04:23:12 (GDK)
STENBOL
-- Ciwanên kurd, doh bi þev bi þewitandina 7 wesaîtan bersiv
da Serokwezîrê tirk Recep Tayîp Edogan.
Erdogan pêr di civîna koma partiya xwe de, ji ber çalakiyên
ciwanên kurd ên wesaît þewitandinê eciziya xwe anîbû ziman û ji
polîsan xwestibû tedbîrên pêwist bigirin.
Erdogan herwiha ji polîsan xwest, ciwanên wesaîtan diþewitînîn,
rojek zû bigirin û derxistin pêþberî dadgehê.Lê belê ev
hewldanên taybet ên Erdogan jî nekarîn, pêþiya çalakiyên ciwanên
kurd bigirin.
Çalakiyên ciwanên Kurd Tirkan xiste nava tirs û tengezariyê
Ciwanên kurd pêr û doh
bi þev, li Gever, Stenbol û Edenê, 7 wesaît þewitandin û bi vî
rengî bersiv dan Erdogan.Çalakiyên þewitandina wesaîtan li
navçeya Colemerg Gever, li navçeyên Stenbol Gazîosmanpaþa,
Emînonu û Beyogluyê pêk hatin.
Ciwanên kurd li
Stenbol, Edene û Colemergê, bi þewitandina 11 wesaîtan
reaksiyonên xwe yên li dijî operasyonên artêþa tirk anîn
ziman.Ciwanên rayedarên tirk jî hiþyar kirin, peyama heger
operasyon dewam bikin, ewê metropolan vegerînin cehnimê
dan.Bûyerên wesaît þewitandinê yên li Stenbolê, doh bi þev li
Halkali, Eyup û Bahçelîevlerê pêk hatin.
Ciwanan, 7 wesaîtên polîsan jî, di nav de, 9 wesaît þewitandin û
diyar kirin ku, ji niha û pê ve pêkanîna çalakiyên bi her awayî
rewane.Ciwanên kurd ên Stenbolê ji hemû ciwanan xwestin ku, li
hemberî operasyonan çalakiyan pêk bînin û gotin: 'Heger
operasyon dewam bikin, emê metropolan vegerînin cehnimê.Ciwanên
li taxa Akkapiyê, otobuseke þaredariya mezin bi
molotof-kokteylan þewitandin, banga çalakiyan li hemû ciwanên
kurd kirin.
Li aliyê din, li navenda Colemergê jî komeke ciwan, kamyoneteke
li ber Muduriyete Bayindirlik û Îskanê ya bajêr,
þewitandin.Piþtî êrîþên artêþa tirk ên li hemberî Herêma
Parastina Medyayê dest pê kirin, ciwanên kurd jî, ji bo
protestoyê, piraniya wan li Stenbolê, nêzî 100 wesaît
þewitandin.
Li Kurdistanê jî li navçeya Geverê, komek ciwanên xwe wekî
Komalên Ciwan Gever' dan nasîn, wesaîteke çawisekî pispor dan
beragir.Ciwanan di heman demê de, ji bo þermezarkirina
operasyonan, bombeyeke deng avêtin ber mala Serokê AKP'a navçeyê
Ahmet Ûçar û molotof-kokteyl jî avêtin postaxaneya navçeyê.
Di encama her du çalakiyan de, tu mirin û birîndarî çênebû, lê
belê gelek zirara madî çêbû.Li aliyê din, ciwanên kurd ên li
Stenbolê doh bi þev jî, çalakiyên wesaît þewitandinê pêk
anîn.Ciwanên kurd, li navçeya Gazîosmanpaþayê mînîbusek, li
Emînonuyê wesaîtek û li semta Kasimpaþa ya Beyogluyê jî,
otobuseke aîdê Oz Bolu Tûrîzmê þewitandin.Ciwanên kurd ên li
Edeneyê, doh bi þev, bi þewitandina 5 wesaîtan, opersyonên
artêþa tirk þermezar kirin.
Ciwanên li navçeya Seyhan taxên Akkapi,Onur û Midikê bi
molotof-kokteylê 5 wesaît þewitandin, peyama ewê metropolan
vegerînin cehnimê dan.
Ciwanên Kurd bi wan
çalakiyên xwe dan îspat kirin ku îradeye Kurdan derkeve holê bi
îmkanên biçûk jî dikarin li dijî zext û êrîþkariyên dewleta Tirk
bersivê bidin zirareke pir mezin bigehînin.
Li
Stenbolê teqîn
Li navçeya Stenbol Kuçukçekmeceyê teqînek pêk hat, kesek mir û 6
kes birîndar bûn. Teqîn doh êvarê, li semta Sefakoyê di
konteynerekê ya li taxa Kartaltepeyê de pêk hat.Di encama teqînê
de, 7 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweþxaneyên li herêmê.
(ajansan / Dîha / Hawar Dengûbas)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|