|
DTP di çalakiyên ku li dijî dewleta Tirk bên çekirin de li hev nekir
30
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 18:24:42 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistanê -- DTP ji biryara ku komên 'mertalên zindî' yên ku
þaredar û parlamenter jî di nav de hene, bêne avakirin û biçin
herêmên operasyonan girtibû dev jê berda..
Li þûna mertalên zindî
biryara hildana dolbendên spî û meþa ber bi sÎnorê hate
girtin.DTP’ê di civîna bi endamên Meclisa Partiyê, þaredar,
parlementer û serokên rêxistinên bajaran re kirî de li hemberî
polîtîkaya îmhaya kurdan bernameyek nû derxist. Di civîna
girtina Hevserokê Partiyê Nurettîn Demîrtaþ, operasyonên
dersînor, zordariyên li ser DTP’ê û polîtîkaya îmhayê ya li
hemberî gelê kurd hatin nirxandin de, biryara berxwedanê hate
girtin.
Cîgirê Hevserokên
DTP’ê Kamuran Yuksel têkildarî mijarê agahî dan û balkiþand ser
polîtîkaya îmhaya kurdan. Yuksel wiha axivî: “Ji bo pêþiya
pêvajoya xitimî bê vekirin em dê rêze çalakiyan li dar bixin. Li
hemberî îmhayê me dê pêla ‘Êdî Bes e’ bilind bikin. Li ser vê
bingehê bi riya çalakiyên demokatî bi beþdariya gel em dê riya
çareseriyê vekin. Bi hêza xwe ku hemû beþên partiya me dê di nav
de cih bigirin, em dê pêvajoya têkoþînê bidin destpêkirin. Em li
vir bang li hemû kesên li hemberî îmhaya kurdan nerazîne, dikin
ku beþdarî vê pêvajoyê bibin. Em dixwazin herkes di vê meþê de
li cem me be. Bila gelê me di niha de xwe ji vê meþê re amade
bike.”
Yuksel daxuyand ku dê
bi hemû sazî û dezgehên alîgirên aþtiyê re têkiliyan pêþ bixin û
bi van hêzan re platformên hevpar pêk bînin. Yusle ev tiþt
gotin: “Bi nûnerên YNK û PDK, bi welatên YE’yê re em dê
têkiliyan danên û ji wan bixwazin ku nebin perçeyek polîtîkaya
îmhayê û ji bo çareseriyê hewl bidin. Lazim e dengê derdorên ku
bawer dikin operasyon nabin çareserî, zêdetir derkeve. Em
dixwazin derdorên li Tirkiyeyê yên demokrat jî di vê pêvajoyê de
berpirsyariya xwe bizanin.”
Di berdewama axafatina
xwe de Yuksel anî ziman ku ji bo rawestandina xwîna dirije dê
ber bi çiyan ve bimeþin û wiha pêde çû: “Em vê meþê li ser
daxwaza gelê me yê zarokên wan li çiyan e, zarokên xwe winda
kirine û ji þerê dimeþe êþ kiþandine, didin destpêkirin. Di
çalakiyên me yên dê di nav mehekê de dest pê bikin, dê bênavber
bidomin. Hemû malbatên ji vî þerî zirar dîtin, vê meþê daxwaz
dikin. Dibêjin vî þerî rawestînin. Canê xwe ji bo rawestandina
vî þerî dikin çeper. Em jî di vê meþê de dê çi ji destê me bê ji
bo van malbatan bikin û li cem wan bin. Li hemberî
nijadperestiya di demên dawî de zêde dibe, em dê bertekek
kolektîv nîþan bidin. Ji bo vê yekê em dê bang bikin ku hemû
kesên alîgirên aþtiyê ne li wesayît û malên xwe ve tulbentên spî
daliqînin. Ji bo qebûlkirina daxwazên gelê kurd dê nameyên
daxwazên gelê kurd dihundirînin ji Komîsyona Daxwaznameyan a
TBMM’ê re bê þandin. Çalakiyên girseyî li tu deran kêm nabin. Li
her derê dê çalakî bên organîzekirin û hemû cureyên bêîtîatiya
sivîl bên kirin.”
Dixwazin bi þerê psîkolojîk gel ji têkoþîna me dûr bixin. Lê em
dê her tim li cem gelê xwe bin. Di vê demê de herkes ku tiþtek
bike heye. Me çalakî û aktîvîteyên xwe dane destpêkirin. Em
bawerin gelê me dê di asta herî bilind de beþdarî çalakiyan
bibe.”.
(Dîha / ajansan /
HAWAR D.)
©
Beyî destûr naye
bikaranîn
HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|