|
Artêþa Tirk a dagirker bi piþtgiriya AKP dest bi bombe kirina ser gund û
çiyayên Kurdistana azad kir
17 Berfanbar (Kanûn), weþandin:00:11:23 (GDK)
ZAXO,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Artêþa Tirk a dagirker doh bi
þev bi balafirên ku ji balafirxaneya leþkerî ya Amedê rabûn êrîþî bir ser
kampên PKK û gelek gundên baþûrê Kurdistanê.
Artêþa tirk li Qandîlê li herêmên
sîvîl xist, gundiyek mir û herî kêm 15 sivîl jî birîndar bûn û PKK`ê jî
diyar kir ku, êrîþ piþtî firîna keþfê ya balafirên emerîkayê pêk hatiye.
Balafirên ji baregeha artêþa tirk ya li Amedê rabûn, gundên Lewcê, Serçalê,
Bukixka, Rizga, Meledo, herêma Sidika û Kanî Cengê hedef girtin.
Serfermandariya artêþa tirk îdîa
kir ku wan, biryargeha Navendî ya PKK girtine, lê belê çavkaniyên herêmî û
rêveberiya Kurdistana azad, ev îdîa pûç derxistin û anîn ziman ku balafirên
tirk herêmên sivîl bombe kirine. Serfermendariya tirk diyar kir ku
bombekirin di navbera saet 01 û 04:15`an de pêk hatiye û wan pêwistiya erka
parlemenê bi pêþengîya AKP dabû artêþê bi cih aniye û ji niha û pê ve jî,
ewê li gorî pêwistiyan tevbigerin, wê tenê hêzên PKK hedef bigirin. Lê belê
çavkaniyên herêmî û rêveberiya hikumeta Baþûrê Kurdistanê, ev daxuyaniya
artêþa tirk pûç derxist.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin ku,
balafirên tirk, gundên Lewcê, Serçalê, Bukixka, Rizga, Meledo, herêma Sidika
û Kanî Cengê bombe kirine û di encamê de jineke bi navê Zozan Mamaþîr jiyana
xwe ji dest daye û herî kêm 6 kes jî birîndar bûne. Li aliyê din, Berdevkê
Hêzên Pêþmerge Cabar Yawer jî, piþtrast kir ku, artêþa tirk herêmên sivîl
hedef girtine. Yawer da zanîn ku, li gorî agahiyên wan, 8 balafirên tirk
gundên li herêma sînor bombe kirine û gelek pirên gundên herêmê bi hev re
girê didin jî, texrîb kirine. Berdevkê Hêzên Pêþmergeyên Kurdistanê Cabar
Yawer anî ziman ku, wan ji bo alîkariya mexdûran hêzên pêþmerge sewqî herêmê
kirine.
5
gerîlayên PKK jiyana xwe ji dest dan
Hate hînbûn ku di encama êrîþa hewayî ya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK)
ve li dijî herêma Qendîlê pêk hat de 5 PKK'iyan jiyana xwe ji dest daye.
Li aliyê din, Rêxistina Xaça Sor a Navneteweyî, kesên ku ji ber bombebaranê
ji gundan hatine derxistin ziyaret kirin. Hate ragihandin ku ji herêma
Qendîlê 140 malbat birine Sengeserê.
Artêþa Tirk êrîþî sivîlan û gundan kir
Hate hînbûn ku di bombebarana dewleta Tirk ya li dijî herêma Qendîlê de, 15
gund hedef hatine girtin. Siyasetmedarê kurd Mahmut Osman, diyar kir ku
gelek êrîþê zirar daye gelek sivîlan.
Li gorî agahiyên hatine girtin, 15 gundên Herêma Kurdistanê, ji bombebarana
TSK'ê zirar dît. Hate ragihandin ku di êrîþê de Nawdeþt, gundên Bokirîkan,
Ênze, Lêwje, Kutel, Zargelî, Qelatûkan, Rezge, Maredû Silêyiyan ên girêdayî
Bajaroka Dola Baleyan, gundên Xinêrew, Qebirî Zahîriyan ên girêdayî Bajaroka
Balekayetî, Bajaroka Sîdekan bi giþtî 15 gund hedef hatine girtin. Hate
hînbûn ku di bombebaranê de sivîlan jiyana xwe ji dest daye û gelek sivîl jî
birîndar bûne. Rayedarên PKK'ê, ragihandin ku di nava sivîlên ku jiyana xwe
ji dest dane de zarok jî hene. Siyasetmedarê Kurd Mahmut Osman jî, gelek
sivîlan ji bombebaranê zirar dîtiye.
Di vê derbarê de Rêvebirê Nehiyeya
Sengeserê di derbarê rewþa dawî de agahîyên nû da malpera me.Di vê derbarê
de Rêvebirê Nehiyeya Sengeserê Ebdulla Îbrahîm ragihand ku heta niha zêdetir
ji 140 malbat koçber bûne û hejmara koçberan jî ber bi zêdebûn ve diçe.
Herweha Rêxistina Xeça Sor ya Navdewletî jî serdana koçberan kiriye û bo
nirxandina rewþê wan û alîkirina wan.
Îbrahîm got:"Di bombebaranê de welatiye bi navê Eyþe Elî Seyfedîn þehîd bû û
4 welatî jî birîndar bûn.150-200 pez ji nav çûn û avahiya Dibistana
Qalatukayê bi temamî rûxa." Ji aliyeke din ve çend þahîdên bombebaranê ji
navçeyê ragihandin ku di bomberananê de hejmarek çekdarên PKK-ê jî hatine
kuþtin û birîndar bûne.
Serokatiya Kurdistana
Federe bombebarana Qendîlê þermezar kir
Serokatiya Diwana Kurdistana
Federe, bombebarana herêma Qendîlê ku di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest
da, gelek kes birîndar bû û ziyanek mezin çêbû, þermezar kir û diyar kir ku
ev êrîþ mudaxelekirina karên hundirîn a Iraq û Herêma Kurdistanê ye.Her wiha
di daxuyaniyê de hate gotin ku;" Em vê karê bi tundî þermezar dikin û
baweriyame jî wiha ye, ku ev kiryara leþkerî dibe sedema astengî çêkirina li
hember ew hewlên berdewaman yên ku bo dîtina riyên çareserî yên guncaw û li
ser bingeha rêz girtina hevdu.Em daxwaz dikin ev êrîþ bên rawestandin, ku
qurbaniyên wê tenê xelkê hêjar û sivîl e.Herwiha sedema vendabûyîna derfeta
sepandina aþtî ye."
Her wiha Wezareta Derve ya Iraqê
bo diyarkirina nerazîbûna xwe li hemberî bombebarana balafirên þer yên
arteþa tirk, bang li Balyozê Tirkiyê yê li Iraqê kir.
Ji DTP'ê li hemberî operasyona dersînor nerazîbûn
Cîgirê Hevserokê DTPê Kamuran Yuksek, bal kiþand ku operasyona dersînor
helwesta AKP'ê ya di mijara çareseriya pirsgirêk kurd de nîþan dide û got;
"Gund wekî ku kampên PKK'ê ne têne bombebarankirin."
Yuksek bi daxuyaniyek nivîskî, li hemberî operasyona Hêzên Çekdar ên Tirk
(TSK) ya þevêdin hate destpêkirin nerazîbûn nîþan da. Yuksel, da zanîn bêyî
ku li encamên wê bê nêrîn operasyon bi giþtî þaþ e û wiha dom kir: "Gelek
fermandaran îtîraf kir ku dê pirsgirêk bi operasyonan neyê çareserkirin. Li
Meclîsê tenê partiya li dijî operasyonê derdikeve partiya me ye. Me her tim
þaþiya vê metodê anî ziman."
Yuksek, bal kiþand ku operasyon bêsamîmiyeta AKP'ê ya di mijara çareseriya
pirsgirêka kurd de derdixe holê û wiha pê de çû: " Hikumeta AKP'ê ji aliyekî
ve dibêje çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk mumkun e, ji aliyê din ve
jî ji bo operasyonan talîmatê dide. Bi vê yekê dixwaze civakê manupule bike,
bi fetisîne. AKP'ê bi operasyonan bêsamîmiyeta xwe carekedin derxist holê.
Pêwîste operasyon di demek herî kurt de bidawî bibe."
Hikumeta Kurdistanê dîplomasiyeke baþ
nemeþand
Rayedarên
Kurdistana azad peyva dosteyatiya bi dewleta Tirk re wekî beniþt dicûn û li
her derê pesna AKP didin. Bêguman hin helwestên desthilatdariya Kurdistana
azad taqtik û lazim e jî wisa be. Divê aqilene û stratejîk û li gorî rewþa
konjokturel û li gorî sîstemetîka reela ya dîplomasiya bisûd were tevgerîn.
Lê aliyeke din jî heye ku çi be bila be desthilatdariya Kurdistana azad
dewleta Tirk baþ nas nake.
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de seneryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
AKP xayintî kir û armancên hemû Tirkan li
hember Kurdan yekin
Dibe ku
dewleta Tirk bo xapandina raya giþtî ya Tirk çend opersyonên sembolîk pêk
tînin.Dibe ku armaca wan e ku bi îddayên pêkanîna opersyonan nerazîbûna
Tirkan û medyaya Tirkî were kêm kirin e.
Lê AKP deng
standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza
siyasî ya Kurdan derxistin holê.
Hikumeta AKP
ku ji ber gelek sedemên cuda li bakurê Kurdistanê dengên xwe zêde kir û
piþtî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf, perwerdeya
bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên kurdan helwest vergirt.
Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd
hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka aborî ye.
Piþtre derket
holê ku AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina
pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku di
hilbijartinên li pêþiya me de jî dengên AKP li Kurdistanê zêde bibe û Kurd
zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna
daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û
geran Kurd bêne xapandin.
Divê tevgera
rizgariya bakurê Kurdistanê plan û projeyên AKP zû bi zû baweriyê neynin.
Heta ku mafên neteweyî yên gelê bakurê Kurdistanê di serî de perwerdeya bi
zimanê kurdî, derxistina efûya giþtî û astengen ku li ber damezrandina partî
û rexistinan bi nasnameya Kurdî werin rakirin divê tu hêzên Kurd projên AKP
bawer nekin û pêþniyar û daxwazan jî qebûl nekin.AKP an jî yên
din...Armancên hemû Tirkan li hember Kurdan yekin. Ger Kurd bihêztir nebin
dê hêzên din pêkanîna planên xwe yên ser Kurdan bidomînin.
( HAWAR DENGÛBAS, Dîha, Reuters
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|