|
Êrîþên hov a Dewleta Tirk bi
destûra
DYE berdewam e, sebra Kurdan jî bi dawî dibe
19 Berfanbar (Kanûn), weþandin:03:11:23 (GDK)
ZAXO,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Artêþa Tirk a dagirker ku
roja yekþemê bi balafirên ku ji balafirxaneya leþkerî ya Amedê rabûn êrîþî bir ser
kampên PKK û gelek gundên baþûrê Kurdistanê doh jî serê sibê bi kûrayîya
çend kîlometran li devera Sîdekan derbasî nêv xaka Kurdistana azad bûn.
Hate zanîn, ku serbazên Tirk li dora gundên Kayereþ, Benwak, Çinarok û
Gelîyê Reþ kom bûne.
Li gorî îddayan di encama pevçûna serê sibê bi derbasbûna
serbazên Tirk ya sînor li Geliyê
Reþ û Xurkûrkê destpêkiribû
de 8 leþkeran jiyana xwe ji dest
daye.
Hate daxuyandin ku pevçûna li
Geliyê Reþ û Xakûrkê yên bi ser Navçeya Diyanaya Hewlêrê destpêkirî, bi
þidet derbas bûye. 500 leþker û tevî 4 tankan danê sibe ketiye Herêmên
Parastinê yên Medyayê.
Artêþa Tirk ku xwest di geliyê
Geliþîmê re bikeve herêma Xakurkê rastî bersiva çekdarî ya gerîlayên PKK'ê
hat.
Li gorî agahiyan di encama
pevçûnan de gelek leþker birîndar bûne. Hate daxuyandin ku piþtî windahiya
hêzên Tirk paþve vekiþiyan e û herêma bûyerê tê bombardiman kirin.
Emerîka got em piþtgirîyê didin dewleta Tirk
Rayedarê Emerîkî diyarkir, ku dema
ev tê kirin, divê di navbera Tirkiye, Iraq û Emerîkayê de jî koordînasyon û
hevkariyek baþ hebe. Casey diyakir, ku ew piþtgiriyê didin Dewleta Tirk û
got: biryarên êrîþan jî bi îradeya artêþa tirk tên stendin. Li aliyê din
hate zanîn, piþtî ku artêþa tirk sînorê Baþûrê Kurdistanê binpê kir, ketin û
derketina gelek gundên navçeya Colemêrgê Çelê qedexe kiriye. Di nav van
gundan de ziyanîþ, Þivezêran, Îiliko, Bedrot, Erbîþ, Ertûþ, Seronî, Talifan,
Þiviþkê, Qendîl, Hirkose, Bircelan û Taliþan jî hene.
Pêþmergeyên Kurdistanê ketin rewþa parastinê
Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Hisên eþkere ku êrîþên Tirkiyeyê
sinorê Tirkiyeyê derbas kirine û hatine nav axa herêma Kurdistanê lê heta
niha tu þer û pevçûn rû nedaye û hêzên Tirkiyeyê ji cihên hêzên parastina
sinorên herêma Kurdistanê dûr in.
Fuad Hisên wer heha got:" Me ferman daye hêza pêþmerge ku eger hêzên
Tirkiyeyê zêdetir bên pêþ û ziyan bigehînin gund û welatiyên herêma
Kurdistanê, hîngê serwerî,can û samanê welatiyên herêma Kurdistanê
biparêzin."
Her wiha ji bo hêzên pêþmergeyên
Kurdistanê ferman hatiye dayin ku eger êrîþek berfireh çê bibe, dê pêþmerge
parazsina Kurdistana azad bike û parastina gund û hevwelatîyan jî bike.
Bi sedan
gundiyên Kurd mexdûr bûn
Parêzgarê bajêrê Hewlêrê Newzad Hadî ragihand, ku di encama êrîþên
firrokeyên Turkiye de yên ku li binarê çiyayê Qendîl hatin encamdan, bi
kêmanî 112 xêzan (ayle) ji gundên xwe reviyane û ber bi bajêrê Rewandizê ve
hatine.
Newzad Hadî ji ajansa PNA re got, ku ew xêzanên ji devera çiyayê Qendîl ber
bi Silêmanîyê ve jî çûne bêtirî 112 xêzanan e.
Newzad Hadî weha jî da zanîn, ku ewan doh serdana bajêrê Rewandizê kirine û
bi alîkarîya heyva sora Iraqî û fermangeha tendiristîya Hewlêrê pêdivêyên
mirovanîyên tendiristî pêþkêþî ewan xêzanên awarebûyî kirine.
Kurd dîplomasiyeke lawaz meþandin û Emerîka
niha bi sebra Kurdan dileyze
Bi wan êrîþên
dawî dîsa derket holê ku Kurd di warê dîplomatîk de xebatên xurt
nemeþandine. Li piþta êrîþkariya dewleta Tirk de çend faktor hene. Di serî
de desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de senaryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dîtina prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de. Hikumeta Kurdistanê
rastiyan û armancên bingehîn a tirkan baþ îzah nekirin û her Kurd hêza xwe,
bibiryariya xwe û mafdar bûna xwe baþ nîþan neda. Diviya bû ku riya
operesyona Tirkan bi her avahî hatiba girtin.
Faktora din
çewtiyên PKK bû ku rewþa Kurdistana azad negirt berçavan ye û faktoreke din
jî nebûna yekîtî û koordînasyona di navbera hemû hêzan Kurdan ên di 4
perçeyê Kurdistanê bû ku Kurd di asta dîplomatîk de bi taybetî yê bi
Emerîkayê de rê li dewleta Tirk negirtin.
AKP'yê Misliman di cejnê de bombe barand
ser Kurdan
Hikumeta AKP
ku di destpêkê de bi gotinên þêrîn Kurdan xepand û bi Mislimantiyê dengên
Kurdan girt niha ji bo parastina desthilata xwe bi hevkariya ordiya Tirk
bombe dibarine ser Kurdistanê.
AKP li þûna êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina
pêvajoyê dixwaze pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku Kurd
zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser kirin û pêkanîna
daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend febriqa û serdan û
geran Kurd bêne xapandin.
Dibe ku
dewleta Tirk bo xapandina raya giþtî ya Tirk opersyonên niha pêk
tînin. Dibe ku armaca wan e ku bi îddayên pêkanîna opersyonan nerazîbûna
Tirkan û medyaya Tirkî were kêm kirin e.Lê AKP deng
standina ji Kurdan cesaret girt, bi vê cesaretê jî projeyên qedandina hêza
siyasî ya Kurdan derxistin holê.Divê êdî tevgera
rizgariya bakurê Kurdistanê plan û projeyên AKP zû bi zû baweriyê neynin. Armancên hemû Tirkan li hember Kurdan yekin. Ger Kurd bihêztir nebin
dê hêzên din pêkanîna planên xwe yên ser Kurdan bidomînin.
( HAWAR DENGÛBAS, Dîha, Puk
media, Pna, Rdm, Reuters
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|