|
Kurdistanî êrîþên ku bi destê hikumeta AKP tê pêk anîn protesto dikin
24
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 00:58:32 (GDK)
Protestoyên
kurdan bo protesto kirina Êrîþkariya dewleta Tirk bi destên
artêþa Tirk û hikumeta AKP didome.
Kurdên Dêrsim,
Mêrdîn, Riha, Mêrsîn, Edene û Dîlokê li hemberî bombekirina
herêma Qendîlê ya ji aliyê balafirên TSK'ê ve, nerazîbûn nîþan
da. Nûnerên saziyan û gel, xwest ku operasyon bi dawî bibe û
banga çareseriya pirsgirêka kurd a bi metodên aþtiyane, kirin.
Nûnerên saziyan û gel, li hemberî AKP'ê û Serfermandariya Giþtî
nerazîbûn nîþan dan û xwestin ku kurd mafê xwe yê parastina rewa
bi kar bîne.
Nûnerên saziyan
destnîþan kir ku rûyê rastîn ê AKP'ê derketiye holê û anîn ziman
ku nikarin kurdan bi operasyonên bi vî rengî tune bikin.
Li Þirnex, Amed û Stenbolê bi beþdariya hezaran kesî
êrîþa hewayî ya li hemberî herêma Qendîlê û girtina Hevserokê
Nurettîn Demîrtaþ hate þermezarkirin. Girseya ku xwest li ber
avahiya AKP’ê daxuyaniyê bide çapemeniyê rastî mudaxaleya
polîsan û komek faþîst hat. Di êrîþa ku di nava wan de Serokê
DTP’a Esenlera Stenbolê Faysal Taþ jî heye de, gelek kes hatin
binçavkirin.
DTP’a Esenlera Stenbolê, bi mebesta þermezarkirina operasyona
dersînor, xwest ku li ber avahiya AKP’a Esenlerê daxuyaniyekê
bide çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda daxuyaniyê û di nava wan
de Serokê DTP’a Esenlerê Faysal Taþ jî heye, gelek kes binçav
kirin. Komek DTP’iyên ku mudaxeleya polîsan þermezar kir jî, hêk
avêtin talebeya AKP’ê. Di vê navberê de komek ulkucuyên ku li
avahiya Ocaxên Alperen ku di heman avahiyê de ye bûn, bi keviran
êrîþî DTP’iyan kir. Li aliyê din polîsan avahiya DTP’ê dorpêç
kir û 3 kesên di hundir de bûn, binçav kirin.
DTP’a Farqîna Amedê ji bo þermezarkirina êrîþa hewayî û
girtina Demîrtaþ, bi beþdariya nêzî hezar û 500 kesî li ber
avahiya partiyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de êrîþa
hewayî bi awayekî tund hate þermezarkirin. Piþtî daxuyaniyê
girse li ser riya Gaziyê dest bi meþê kirin.
Rêxistina DTP'ê ya
Þirnexê bi armanca þermezarkirina êrîþa hewayî ya li hemberî
PKK'ê û girtina Hevserokê DTP'ê Nurettîn Demîrtaþ pîrozbahiyên
Cejna Qurbanê þermezar kir. Endamên partiyên ku li ber avahiya
partiyê hatin cem hev daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlementera
DTP'ê ya Þirnexê Sevahîr Bayindir, Þaredarê Þirnexê Ahmet Ertak,
endamên PM'ya DTP'ê Îzzet Belge û Besîme Konca, rêveberên DTP'ê
yên Þirnexê û gelek hemwelatî beþdar bûn. Li vir Cîgirê Serokê
Rêxistina DTP'ê ya Þirnexê Abdulazîz Bîlgî daxuyanî da û
balkiþand ser zordariyên li ser gelê kurd zêde dibin. Bîlgî wiha
axivî:
'Erdogan ji bombekirina Kurdan rûmet digire'
"Wekî hemû cîhanê jî dît di operasyonê de 10 gund hatine
bombekirin. Li ser vê yekê Serokwezîr Erdogan diyar kir ku
rûmetê ji vê bombebaranê digire. Ev 24 sal kurd van dîmenan
dibînin û dijîn. Berî Birêz Erdogan jî Serokwezîrên Tirkiyeyê ev
cografya bombediman kirin. Hema þerê psîkolojîk li hemberî gel
meþandin û bi sedan sivîl qetilkirin. Niha jî tê dîtin bi
bombardimanê gundiyên kurd cardin tên qetilkirin. Erdogan gelê
kurd wekî qurban hilbijaritye, qetil dike û derdikeve pêþiya
çapemeniyê dibêje 'ez bi vê yekê kêfxweþ im'. Ev sûcê mirovahiyê
ye. Nurettîn Demîrtaþ ku berî demekê wekî Hevserokê partiya me
hate hilbijartin û di platformên siyasî de têkoþîna demokrasiyê
dida, bi awakêkî dervayî hiqûqê hate girtin. "
Kurdan li Emerîka jî dewleta Tirk protesto kirin
Kurdên rûniþtvanê
bajarê Melborn a wilayeta Viktorya a DYA-yê bi armanca
piþtevanîkirin li Herêma Kurdistanê û þermezarkirina
bombardomana deverê ji aliyê artêþa tirk ve, roja 21/12 di
pêþiya balyozxaneya Tirkiyeyê a Melbornê civiyan û bi mitîngeke
civakî ber bi balyozxabeya Amerîkayê birê ketin.
Piþtre sê berpirsên civakên kulturî ên kurdan li Viktoryayê
serdanan balyozxaneya Amerîayê kirin û nivîseke îmzakirî a
kurdên rûniþtiyên Melborgê pêþkêþî konsolê Amerîklayê kirin bo
ku biþîne Kongreyê.
(Dîha, pna,ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|