|
Dewleta Tirk bi agir û hêrsa Kurdistaniyan diþewite
30
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 17:23:12 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistan
-- Çalakiyên ciwanên Kurd, di gelek bajaran de
didome. Çalakiyên ciwanan ku otorîteya dewleta Tirk wekî hedef
digre di raya giþtî ya Tirkiye de gelek deng veda.
Li gor îddayên rayedarên wezereta navxwe ya hikumeta Tirk 30
Kurd bi tawana pêkanîna wan çalakiyan hatine girtin.
Li gor agahiyên dawî
jî hejmara wesayitên ku hatine þewitandin gihêþt 150 î.
Polîsên Tirk bo girtina ciwanên Kurd operasyoneke berfireh
dane destpêkirin.
Çalakiyên ciwanên Kurd li gelek bajaran belav dibe
Ciwanên Kurd di
destpêkê li Stenbol, îzmîr, Edene û Colemergê, bi þewitandina
wesaîtan reaksiyonên xwe yên li dijî operasyonên artêþa tirk anî
bûn ziman niha çalakiyên ciwanan ber bi bajarên din belav
dibe.Ciwanên Kurd li bakurê Kurdistanê bi taybetî wesayitên
dewleta Tirk û erbeyên polîs û serbezan hedef digrin.
Doh jî li Taxa
Paþakoþku ya Meletiyê, þevêdin wesayitek hate þewitandin. Piþtî
bûyerê 2 xwendekarên ku tê îdîakirin têkiliya wan bi bûyerê re
heye, hatin binçavkirin
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li Taxa Paþakoþku ya
Meletiyê, þevêdin saet derdora 23.00'yan de wesayitek hate
þewitandin. Di heman saetan de 2 xwendekarên tê îdîakirin,
têkiliya wan bi bûyerê re heye, hatin binçavkirin. Piþtî
binçavkirinê malên xwendekaran jî rastî serdagirtinê hatin.
Serdagirtinên ku tîmên taybet jî tevlî bûn, saet di navbera
03.00-04.00'an de pêk hatin. Der barê encama serdagirtinan de
agahî nehatin girtin. Hate hînbûn ku xwendekarên hatine
binçavkirin birine Þaxa Têkoþîne bi "Terorê" re ya Midûriyeta
Ewlehiya Bajêr.
Komek ciwanên kurd, li
taxa Dîlok Beþyuzevlerê, ji bo þermezarkirina operasyonên artêþa
tirk, 2 wesaît bi benzînê þewitandin. Ji ber çalakiya ciwanên
kurd, her 2 wesaît bi temamî þewitîn û polîsan jî piþtî
çalakiyan dest bi lêkolînê kirin.
AKP
rewþeke xeter derxist holêt
Ciwanên Kurd bi wan
çalakiyên xwe dan îspat kirin ku îradeye Kurdan derkeve holê bi
îmkanên biçûk jî dikarin li dijî zext û êrîþkariyên dewleta Tirk
bersivê bidin zirareke pir mezin bigehînin. Feyde û zirarê
çalakiyên ciwanên kurd ku bo derbirîna nerazîbûnê nîþan dide û wekî
hiþyariyekeye li aliyêkî berpirsyarê herî mezin ya vê pêvajoyê hikumeta AKP
û Recep Teyyîp Erdogan e.
Di serî de piþtî daxuyaniyên Serokwezîr R. Tayyîp Erdogan, Cîgirê wî Cemîl
Çîçek û tevahiya wezîr û parlementerên wan ên dijberî gelê kurd û
piþtevaniya operasyon, þer û dagirkeriya gelê kurd kirin, nêrîna gel a li
hemberî AKP'ê baþtir derdikeve holê. AKP'ya berî hilbijartinê îdia dikir ku
dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike lê artêþ nahêle, bi Serokomartiya
Abdullah Gul û daxuyaniyên Erdogan û Hikûmetê derew derket.
Êdî di nav
gel de þîroveya, "AKP'ê piþtî îktîdar bi dest xist ji bo parastina îktîdara
xwe Kurdan xwekî malê xwe dibîne û pêþkêþî artêþê dike" tê kirin. Ev
þîroveya tê wateya ku gel bi rûyê AKP'ê yê nepenî hesiya, di pêþerojê de dê
li ser polîtîkayên dewlet û hikûmetê yên li herêmê jî bandoreke girîng bike.
Daxwaza þer a AKP'ê ya li hemberî kurdan di demên dawî de serê gelek kurdan
bi tevahî zelal kir û serê kesên dengên xwe dane AKP'ê de jî, "Gelo AKP
jî wekî hikumetan din e" derdixe holê(HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|