|
Li Colemergê jî mîtîngek li dijî êrîþkariya dewleta Tirk hate lidarxistin
02 Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 01:23:22 (GDK)
DIYARBEKÎR,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Li bakurê Kurdistanê mîtîngên
DTP didomin. Li Colemêrgê jî mitînga bi navê, 'Ji bo Jiyanek bi
Rûmet Mitînga Aþtî û Demokrasiyê' bi bexdariya hezaran pêk hat.
Ligel hemû astengiyan zêdetirî 10 hezar welatiyên beþdarî
mitîngê bûyî, bi gotina, 'Êdî Bes e' berteka xwe anîn ziman. Di
mitîngê de bênavber banga bilindkirina têkoþînê hate kirin. Di
encama mudaxaleya polîsan a di dema belavbûna mitîngê de pevçûn
derketin û 10 kes hatin binçavkirin.
Mitînga 'Ji bo Jiyanek bi Rûmet Mitînga Aþtî û Demokrasiyê' bi
coþek mezin û beþdariya zêdetirî 10 hezar kesî hate li
darxistin. Di mitînga pankart û dowîzên, 'Êdî Bes e' lê hatîn
qedexekirin, slogana, 'Êdî Bes e' bênavber hate qêriyan.
Di mitînga jinan kincên neteweyî yên kurdewar li xwe kirîn de
Serokê Rêxistina DTP'ê ya Colemêrgê Hasan Guzel liser navê
Komîteya Amadekar axaftinek kir. Di mitînga Þaredarê Geverê
Salîh Yildiz û Þaredarê Colemêrgê Kazim Kurt jî axaftin kirin
de, Parlementerê Serbixwe yê Colemêrgê Hamît Geylanî bi kurdî
dest bi axaftina xwe kir. Geylanî wiha axivî: "Êdî bes e zilm,
birakujî, rondikên dayîkan. Destkeftiyên li baþûr, destkeftiyên
me hemûyan in. Lê divê rêberên kurdan, rêberên li Baþûr û li
Bakur, hemû lîstikên siyasî pûç bikin. Çareseriya pirsgirêka
kurd ne li derve ye, di hundir de ye."
‘Erdogan starta lîncê da’
Hevseroka DTP'ê Emîne Ayna, gotinên Serokwezîr Erdogan ên wekî
"ne li çiya, li bajaran siyaset bikin" bibîr xist û wiha got:
"Piþtre gotina xwe berovajî kir. Got min ji çiya re negotiye, ji
DTP'ê re gotiye. Jixwe DTP di Meclîsê de siyaset dike, ne li
çiya." Ayna, diyar kir ku Erdogan di demên dawî de rêbazek nû
pêk tîne û wiha got: "Kampanyaya lînçkirina li dijî DTP'ê, ji
aliyê Erdogan ve hat destpêkirin." Ayna, anî ziman ku dixwaze
welatên Ewropayê û Yekîtiya Ewropayê banga agirbestê li PKK'ê
bikin.
Esnafan ji ber polîsan darabe danîn
Piþtî axaftina Ayna di dema belavbûna girseyê de pevçûn derket.
Polîsên bi bombeyên gazê mudahaleyî girseyê kir, bû sedema
derketina pevçûnan. Ji ber bandora bombeyên gazê Hevseroka DTP'ê
Emîna Ayna nerihet bû û ew rakirin Nexweþxaneya Dewletê ya
Colemêrgê. Ji ber bombeyên gazê yên polîsan avêtîn esnafan bi
neçarî dikanên xwe girtin. Di encama mudahaleyê de Endamê
Meclisa Ciwanan a Navendî ya DTP'ê Denîz Yuksel jî di nav de 10
kes hatin binçavkirin.
(Dîha
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|