|
Îxtîmala serkeftina Qanûna Poþmaniyê nîne
24
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 00:58:32 (GDK)
Endamê Meclisa Aþtiyê
ya Tirkiyeyê û Endamê Koma Aþtiyê Seydî Firat pêþveçûnên dawî
nirxandin. Firat anî ziman ku AKP’ê dengên gel bi demogojiyê
wergirtin û hêviyên gelên Tirkiyeyê neanîn cih û got: “Bi tu
awayî þansê serkeftina ‘Qanûna Poþmaniyê’ nîn e. Ez qet îhtîmal
nadim ku ev zagon encam bigire. Qet þansê wê nîn e. Niha li holê
rewþeke wiha heye. Ji aliyekê projeyek heye, konseptek heye; ji
bo ku pirsgirêk çareser be.”
Lîstîka wan xeternak e
Firat got:"Rewþ krîtîk
e. Lê ez difikirim ku di encamê de nêzîkatiya li aþtiyê jî dê
bandorekê li ser vê mijarê bike. Ez wisa difikirim ku dê
hewldanên bi vî awayî jî çêbin. Û mimkûn e jî ku hikûmet di
demên pêþ de bigehe encameke ku ev riya ew diceribînin ne ya
çareseriyê ye. Pêþketinên heyî ne nîþana vê yekê ne, tabî ji ber
vê jî em bi fikr û guman in, di vê mijarê de tengezarî hene. Û
di vê mijarê de mafê me heye ku em xwedî fikr û gumanan bin.
Ango, rewþeke ji bo çareseriyê pêþkêþkirina tiþtên ku çareseriyê
nayînin xetertir rewþek nîn e. Îhtîmala encamgirtina vê zagonê
sedî sifir e. "
"AKP’ê bendewariyek afirand û ji ber vê yekê jî piþtî hatiye ser
desthilatdariyê hêviyên mezin jê dihatin kirin. AKP rast nayê
fêmkirin û polîtîkayên wê girseyan dixapîne. Wisa xuya dike ku
pirsgirêkan çareser bike. Lê rastî ne ew e. Gel piþtgiriyeke
mezin dayê. Ji sed ji 47 deng wergirtin. Ligel vê yekê jî dîsa
bersiv neda daxwazên gel. Hikûmet û serokomarî jî di destê wê de
ye, lê dîsa jî pirsgirêkên civakê çareser nake. Heta ji bo
bêçareseriyê hewldaneke taybet nîþan da. Nîqaþên li ser qanûna
poþmaniyê nîþana vê yekê ne."
Firat wiha berdewam kir;"AKP ketiye nava konsepteke navneteweyî.
Serokwezîr çû DYA’yê û got; piþtgiriyê bidin me em ê bi awayekî
pirsgirêkê çareser bikin. Projeyên xwe venegotin. Lê baweriyeke
wisa çêkir ku pirsgirêkê çareser bike. Civakê û raya giþtî ya
cîhanê di nava bendewariyekê de dihêle. Bi vî rengî pêþî li
derdor û hêzên ku bikarin pirsgirêkê çareser bikin jî digire.
"Di mijara pirsgirêka kurd de leþker her hebûn. Di qanûnên
poþmaniyê de rola leþkeran hebû û hê jî heye. Jixwe çi erênî û
çi neyînîk hemû gavên tên avêtin bi erêkirin û piþtgiriya Artêþa
Tirk tên avêtin. Em vê yekê baþ dizanin. Ev planên ku AKP dixe
dewreyê bi însiyatîfa Artêþa Tirk pêk tê. Ligel ku planeke
navneteweyî ye jî dîsa lingên vê planê yên Tirkiyeyê jî hene.
Medya parçeyekê mezin ê vê planê ye. "
! (Adnan
BÎLEN / AMED)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|