|
Rewþenbîr êrîþên dewleta Tirk þermezar dikin
18
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 20:34:21 (GDK)
DIYARBEKÎR, bakurê Kurdistanê -- Li bakurê Kurdistanê
Nivîskar, aktivîst û siyasetmedarên li Amedê bombebarana Artêþa
Tirk a li ser sînor bi tundî þermezar kir. Rewþenbîran ji bo
çareserkirina pirsgirêkê riya aþtî û diyalogê nîþan dan...
Rewþenbîr, nivîskar û siyasetmedarên li Amedê ji bo
çareserkirina pirsgirêka kurd xwestin ku zimanê kurdî bê
naskirin û hemû mafên kurdan bi qasî yên tirkan bên dayîn.
Rewþenbîr bi nûçegihanê PNA'yê re axivîn.
'Li gorî ola îslamê di navbera herdu cejnan de þer heram e'
Serokê Komeleya Zimanê Kurdî (KURDÎ-DER) Mazhar Aktaþ:
Tu pirsgirêk bi operasyonan çareser nabe. Gelê kurd û gelê tirk
gelên misilman in. Li gorî ola îslamê di orta herdu cejnan de
þer heram e. Ew jî li ser navê kurdan diçin gundan bombebaran
dikin. Heywan dibe, sivîl dibe, mirov dibe, çi dibe bila bibe,
kuþtina wan heram e. Ev êrîþ li dijî mirovatiyê ye. Ev qet nayê
qebûlkirin. Em pir xemgîn in, dilþikestî ne. Weke bav û kalên me
gotine, xwîn bi xwînê nayê þûþtin. Xwîn bi avê tê þûþtin. Di
dema nûjen de jî her tiþt li ser maseyê çareser dibin. Divê
nûnerên kurdan û tirkan li ser maseyê rûnên û biaxivin. Bila
herdu alî jî projeyên xwe pêþkêþ bikin. Muheqeq dê li ser hin
xalan li hev bên.
'Bila zimanê kurdî resmî be'
Serokê Partiya Kedê (EMEP) ya Amedê Îlhan Îlbay:
Pirsgirêka kurd bi riyên eskerî, çek, þer û pevçûnan nayê
çareserkirin. Pirsgirêk pirsgirêkeke siyasî ye. Bombebarana li
ser sînor ne ji bo gelê kurd û ne jî ji bo gelê kurd tu fêde û
berjewendiyeke xwe tune ye. Li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd tim
weke pirsgirêka 'terorê' hate binavkirin û hate xwestin ku ev
pirsgirêk bi înkar û jiholêrakirinê bê qedandin. Îro paþayên
teqewîtbûyî jî tînin ziman; ev pirsgirêk bi vî awayî nayê
çareserkirin. Divê di Qanûna Bingehîn a ku tê amadekirin de hemû
mafên neteweyî yên kurdan bên qebûlkirin. Hewce ye di Qanûna
Bingehîn de kurd weke yek ji avakarê dewleta Tirkiyeyê bên
nîþandan û zimanê wan jî weke tirkî bibe zimanê resmî. Mafên
gelê tirk çibe, divê mafên gelê kurd jî ew be.
'Polîtîkayeke aqilane þert e'
Aktivîsta Meclîsa Aþtiyê ya Tirkiyeyê Aygul Bîda:
Heta niha gelek operasyon hatine lidarxistin. Gelek kuþtin
çêbûne. Lê rê û rêbazên leþkerî pirsgirêkê çareser nekir. Em
dixwazin pirsgirêk ne bi bombe, teyare û operasyonê, divê bi
qelemê bê çareserkirin. Lazim e Qanûna Bingehîn li gorî
çareseriya pirsgirêka kurd bê amadekirin û çareseriyeke aþtiyane
çêbe. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji ber bombebaranê Artêþa
Tirk pîroz kir. Ev yek ez pir êþandim. Em ji hikûmetê dixwazin
ku operasyonan bide rawestandin û çareseriyeke aqilane bi pêþ
bixe. Em bang li hikûmeta AKP'ê dikin ku pir nazik û hesas
nêzikî vê pirsgirêkê bibe.
'Heta mafên kurdan neyê dayîn pirsgirêk çareser nabe'
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Îrfan Babaoglu:
Ev mehek û du meh in li ser operasyonan disekinîn. Ew di þûna rê
û rêbazên çareseriyê de, li ser riya þer û pevçûnan sekinîn. Ev
operasyon bê encam e. Dibe ku li hemberî raya giþtî ya tirk
hatibe kirin. Ji bo dilxweþkirina gelê tirk hatiye kirin. Lê ev
mesele wisa hel nabe. Vaye operasyon qediya lê pirsgirêk hêj li
holê ye. Ez di wê baweriyê de me ku însanên zana û bi aqil hene.
Divê ev însan bên ba hev û vê meseleyê biaxivin û riyên
çareseriyê peyda bikin. Pirsgirêk siyasî ye. Ji ber vê yekê divê
riya çareseriyê jî siyasî be. Ger ku pirsgirêka ziman, çand û
nasnameya kurdan bê çareserkirin, dê þer û pevçûn ji holê rabin.
Ji ber vê yekê divê hikûmet di Qanûna Bingehîn de mafên rewa yên
kurdan nas bike. Ev yek dê pirsgirêkê ji holê rake..
(Pna - Maþallah Dekak )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|