|
Serokê Kurdistanê Barzanî helwesta Emerîka mehkum kir û neçû cem Rice
18
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 21:23:14 (GDK)
Serokê
Kurdistanê bi avayekî dîplomatÎk bersiveke tund da helwestên
dema dawî ya hikumeta Emerîkayê. Wek nerazibûnek li hember
êrîþên Tirkiyeyê ên bo ser herêma Kurdistanê, serokê Kurdistanê
Mesûd Barzanî serdana xwe ya Bexdayê betal kir ku biryar bû biçe
Bexdayê û li gel wezîra derve ya Amerîkayê Rice hevdîtinek pêk
bîne.
Serokê hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di civîneke
rojnamevanî de ku ji bo eþkerekirina encamên serdana xwe ya
Bexdayê îro li Hewlêrê saz kir got" Biryar bû bi armanca
pêkanîna hevdîtineke li gel Rice, serok Mesûd Barzanî ber bi
Bexdayê ve bi rê keve lê wek nerazîbûnek li hember helwesta
Amerîkayê ku rê daye balafirên Tirkiyeyê, deverên herêma
Kurdistanê bombebaran bikin, serokê herêmê serdana xwe ya
Bexdayê pêk neanî."
Fuad Hisên jî vê êvarê, ji kanalên ragihandinê re vê nûçeyê
piþtrast kir.
Rice serdana Kerkûkê kir
Derbarê serdanê de rayedarên Emerîkî anîn ziman ku Rice ê ji bo
lihevhatina lîderên Iraqê wê danustandinan pêk bîne.
Mijara Kerkukê jî pirsgirêkek mezin a di nav komên Iraqê de ye.
Alîkarê Rice'ê John Negro-ponte, destpêka mehê çûbû herêmê.
Negroponte anîbû ziman ku referanduma Kerkukê nemumkunê di
tarîxa diyarkirî de pêk bê. Li gor lihevhatinan dihate payîn di
31'ê Kanûna 2008an de referanduma Kerkukê pêk bihata. Lê belê
referandum ji ber aloziya li welêt paþde hat xistin. Serokê
rêveberiya herêma baþurê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî doh anîbû
ziman ku referandum ji bo 6 mehî hatiye paþvexistin.
(Puk media, ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|