|
Ji bo operasyonê tu îtîfaq an jî peywendiyek bi dewleta Tirk re nîn e
24
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 00:34:43 (GDK)
SILÊMANÎ,
Kurdistana azad -- Serokê Kurdistana Federal Mesud Barzanî
ku bi Serokomarê Iraqê Celal Talabanî û Alîkarê Serokomarê Iraqê
Tarik Haþîmî re, civîna çapemeniyê li dar xist, êrîþa hewayî ku
Tirkiyeyê li dijî herêma Qendîlê pêk anî þermezar kir.
Got: "Ez bixwe çûm gundên ku rastî êrîþê hatine. Min dît ku gund
hatine bombebarankirin, gundî hatine kuþtin û gelek xanî
hilweþiyan e. Em vê yekê þermezar dikin."
Serokomarê Iraqê Celal Talabanî jî, da zanîn ku haya Iraqê bi
bombebaranê nebû û got ku Ji bo operasyonê tu îtîfaq an jî
peywendiyek bi Tirkiyeyê re nîn e.
Talabanî wisa got: 'Em vê operasyonê qebûl nakin. Ev êrîþ li
hemberî serdestiya welatê me hatiye lidarxistin. Em naxwazin bi
Tirkiyê re pirsgirêkên me hebin. Lê divê Tirkiye jî bi hurmet
nêzî mafên me bibe. Ji bo çareseriya pirsgirêkê em bi hev re
axivîn. Heta rayedarên Iraqê ji bo vê çûn Enqere û me li hev
kirin'.
Serokê
Kurdistanê;"Wargehên sivîl hedef hatine girtin"
Serokê Kurdistana Federal Mesut Barzanî, diyar kir ku di êrîþa hewayî ya
Tirkiyeyê li dijî Çiyayê Qendîlê pêk anî de, wargehên sivîl hedef hatine
girtin û ew êrîþê bi tundî þermezar dikin.
Serokê Kurdistana Federal Mesut Barzanî piþtî hevdîtina bi Serokdewletê
Iraqê Celal Talabanî re, li gel Talabanî daxuyaniyek hevpar da çapemeniyê.
Barzanî, li ser pirsa rojnamevanan, têkildarî êrîþa hewayî ku Tirkiyeyê li
dijî Çiyayê Qendîlê pêk anî, nêrînên xwe anîn ziman. Barzanî, dîsa anî ziman
ku êrîþ nayê qebûlkirin û wiha dom kir: "Em vê êrîþê bi tundî þermezar
dikin. Di operasyona hatiye kirin de, gelek welatiyên me zirar dît. Li dijî
hedefên sivîl êrîþ pêk hat. Hinek welatiyên me mirin û birîndar bûn. Ji ber
vê yekê jî, em êrîþê wekî tiþtek ku nayê qebûlkirin, dibînin. Em dîsa bang
dikin ku ev yek bê rawestandin." ( ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|