|
AKP destûra opersyonê da leþkerên Tirk û dest bi hewlên xapandina raya giþtî
kirin
NÛÇE-ÞÎROVE; HESEN DILGEÞ
02 Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 07:39:19 (GDK)
DIYARBEKÎR,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Li gor îddayan arteþa Tirk
ser baþûrê Kurdistanê êrîþên niqteyî da destpêkirin.
Li ser wê nûçeyê
Berdevkê Fermî yê Hikûmeta Kurdistanê Cemal Ebdula bo ragihand
ku ev nûçe 'nerast û bê bingeh e'. Li gor çavkaniyên mehellî jî
operasyoneke wisa nehatiye li dar xistin. Serokerkaniya Tirkiyê
doh di malpera xwe de diyar kiribû ku li nav sînorê Herêma
Kurdistanê di navbera hêzên wan û çekdarên PKK-ê pevçûnek rû
daye û kanalên ragihandin yên tirk jî radigihînin, ku ev ''yekem
operasyonê nuqtayî' ye.
Wisa dixuye ku dewleta Tirk bi
xapandina raya giþtî ya Tirk çend opersyonên sembolîk pêk tînin. Armaca wan
eve ku bi îddayên pêkanîna opersyonan nerazîbûna Tirkan û medyaya Tirkî were
kêm kirin.
PKK bo çekberdanê
þertên xwe eþkere kir
Di deklerasyonê de ev 7 xal wekî
kilîda çareseriyê hatine navkirin.
1- Nasnameya gelê kurd bê naskirin. Di çarçoveya nasnameya jorîn a
Tirkiyetiyê de nasnameyên cuda jî mafê xwe îfadekirinê hebin. Û ev maf di
Makeqanûnê de jî bêne têkûzkirin.
2- Astengiyên li pêþiya ziman û çanda kurdî bêne rakirin. Mafê perwerdehiya
bi zimanê zikmakî erê bibe, li herêma Kurdistanê bi zimanê tirkî re, zimanê
duyemîn yê fermî kurdî be û ligel van jî zimanên din yên herêmî jî bêne
erêkirin.
3- Li ser bingeha hiþ û raman, bawerî û xwe îfadekirina azad, mafê
rêxistiniya civakî ya siyasî erê bibe. Di Makeqanûnê de, cûdatiya cinsî û
bêedaletiya civakî bê rakirin û wekhevî bê piþtrastkirin.
4- Bi projeyeke lihevkirina civakê, her du gel ku beramberî hev, dikaribin
hevûdin efû bikin û bi îradeyeke azad bingehên pêkvejiyanê bêne afirandin,
Serokatiya PKK’ê jî di nav de, ji bo tevahiya girtiyên siyasî efû bê
îlankirin û bingeha tevlibûna wan ya siyasî û civakî bê amadekirin
5- Hêzên ku bi armanca þerê taybet li Kurdistanê hatine cîwarkirin, paþde
bêne kiþandin. Sîstema cerdewaniyê ji holê bê rakirin. Gundiyên ku bi zorê
ji gundên wan hatine derxistin, bi projeyên aborî û sosyal vegera wan a ser
gundên xwe pêkan bibe.
6- Qanûneke nû ya rêveberiyên herêmî bê amadekirin û bandor û hêza
rêveberiyên herêmî bê berzkirin.
7- Bi pêkhatina xalên jor re, bo bêçekirina gerîla, ji her du aliyan,
salnameyek bê amadekirin ku hêdî hêdî çek bêne danîn û gerîla jî di jiyana
civakî ya siyasî û sosyal de cihê xwe bigirin, pêvajoyek bê destpêkirin.
PKK desthilatdariya
Kurdistana azad tehdît dike
Di demên dawî de berdevkên PKK bi
tundî tehdît û heqeretan li dijî hikumeta Kurdistanê dikin. PKK hikumeta
Kurdistanê bi "xayintiyê" tawanbar dike. Li gor îddaya PKK hikumeta
Kurdistanê bo tasfiye kirina PKK bi dewleta Tirk re ketine nava hevkariyê.
Çend roj berê jî berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cemal Ebdulah bi daxuyaniyekê ragihandi
bû
ku ewê di nav hewildanên li dijî PKK'ê de cih negirin.
Helwesta PKK
rewþa han, bo Kurdan hin aloztir dike
PKK divê li þûna ku tehditan bike,
li baþurê Kurdistanê dema
referanduma Kerkûkê nêzik dibe û li aliyeke din jî li bakurê Kurdistanê û li
Tirkîye bi ketina parlementerên DTP bo meclîsa Tirk deriyeke nû bo çarser
kirina hin problemên neteweyî Kurdan vebû bû.
PKK ji bo berjewendiyên dema nêzik
berjewendiyên giþtî yên dema dirêj ya neteweya Kurd xist xeterê.
Bêguman mafê her Kurd e ku di hemû
axa Kurdistanê de bo azadiyê xebatan bimeþîne.Lê PKK þerê çekdarî bi avayekî
sîstematîk bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêk nayine hedefa PKK tenê
parastina hêza xwe ye. Þerê niha ya PKK ji
feydeyê zêdetir zirarê tîne. Niha PKK bi domandina êrîþên xwe
derdorên berjewendîxwaz, bi taybetî çete û arteþa Tirk bi hêz dike. Di cîhê
ku karê arteþ tune be bi avayekî xwezayî hêza arteþ jî di nava jiyana
demokratîk de kêm dibe.Her wiha di konaxeke bi þer de Kurd nikarin di her
waran de hêsantir tevbigerin û dîyaloga navbera xwe derdora PKK jî tevde
pêþbixînin.
PKK niha li bakur û rojhilatê
Kurdistanê li þûna êrîþên çekdarî giranî bide birexsitin bûyina siyasî,
pêþxisitna medyayê, pêþxistina bi rexistin bûyina civakî û bi rexistin
bûyina dîplomatîk xebat kirina bo bi dest xistina mafên girîng wek
perwerdeya bi kurdî hewl bide, bo pêþî lê girtina asîmîlsayonê hewl bide û
li ber çavê hêzên Cîhanî hincetan bo pêþî lê girtina serxwebûna baþûrê
Kurdistanê dernexîne holê dê bo xwe û bo gelê Kurdistanê xizmeta herî mezin
bike. Hêviya gel eve ku ger þerê çekdarî jî bike divê hedefeke eþkere diyar
bikin û bo vê hedefê têbikoþin û bo bi dest xistina mafên neteweyî ya kurdan
têbikoþin.
Hikumeta Kurdistanê dîplomasiyeke baþ
nemeþand û zêde bawerî bi AKP tînin
Rayedarên Kurdistana azad peyva
dosteyatiya bi dewleta Tirk re wekî beniþt dicûn û li her derê pesna AKP
didin. Bêguman hin helwestên desthilatdariya Kurdistana azad taqtik û lazim
e jî wisa me. Divê aqilene û stratejîk û li gorî rewþa konjokturel û li gorî
sîstemetîka reela ya dîplomasiya bisûd were tevgerîn. Lê aliyeke din jî heye
ku çi be bila be desthilatdariya Kurdistana azad dewleta Tirk baþ nas nake.
Dizanin ku dewleta Tirk pêþketina Kurdan naxwaze û dizanin li bakur mafên
neteweyî ya Kurdan nayê danîn û hwd.. Desthilatdariya Kurdistana azad baþ nabîne
ku dewleta Tirk her tim li piþtî paþ ve gav avêtinê, paþ ve gav avêtinek din
dixwaze û dijminahiya dewleta Tirk bo hemû Kurdan û bo her çar perçeyê
Kurdistanê ye..
Desthilatdariya Kurdistanê ji ber ku diplomasiyeke xurt pêkneanîn di raya
giþtî yê Cîhanê de senoryoyên dewleta Tirk bêtir hate pejirandin. Her wiha
ji ber poltikayên ne bi îstîqrar ya hikumeta Kurdistanê bû sedema zirar
dÎtinan prestija Kurdan bi taybetî di hêla dîplomatîk de.
Divê Kurd
zêde bawerî bi AKP neynin
Hikumeta AKP ku ji ber gelek sedemên cuda di serî ji qelsiya politikayên DTP
û bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li bakurê Kurdistanê dengên
xwe zêde kir û piþtî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf,
qebul kirina perwerdeya bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên
kurdan helwest vergirt. Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan
jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka
aborî ye..
Piþtre derket holê ku AKP li þûna
êrîþî Kurdan bike bi entegre kirin û bi dirêj kirina pêvajoyê dixwaze
pirsgirêka Kurd ji holê rake. Tê xwestin ku di hilbijartinên li pêþiya me de jî dengên AKP li Kurdistanê
zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser
kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend
febriqa û serdan û geran Kurd bêne xapandin.
Lê hêzên siyasî yên Kurd dikarin
vê rewþe gor berjewendiyên Kurdan bikarbînin û riya pûç kirina stratejiya
AKP ya engere kirina Kurdan bênavber anîna rojevê ya daxwaza Kurdan e û
xebat kirina bo vê yekê ye.
Divê
tevgera rizgariya bakurê Kurdistanê plan û projeyên AKP zû bi zû baweriyê
neynin. Heta ku mafên neteweyî yên gelê bakurê Kurdistanê di serî de
perwerdeya bi zimanê kurdî, derxistina efûya giþtî û astengen ku li ber
damezrandina partî û rexistinan bi nasnameya Kurdî werin rakirin divê tu
hêzên Kurd projên AKP bawer nekin û pêþniyar û daxwazan jî qebûl nekin.
( HAWAR DENGÛBAS, Dîha
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|