|
Terora dewleta Tirk ser xwendekarên Kurd dewam dike
30
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 18:24:42 (GDK)
SÊRT,
bakurê Kurdistanê -- Polîsên TEM'a Midûriyeta Ewlehiyê ya
Sêrtê di encama serdagirtinên li malan û leyliya xwendekaran
kirî de bi tevahî 17 xwendekar hiltan binçavan.
Polîsên TEM'a Midûriyeta Ewlehiyê ya Sêrtê þevê din û vê sibê li
dijî malên xwendekarên Zanîngeha Sêrtê operasyon hate li dar
xistin. Di encama serdagirtinên li malên xwendekaran û li
leyliya xwendekaran pêk hatî de 17 xwendekar hatin binçavkirin.
Sedema binçavkirina xwendekarên li Midûriyeta Ewlehiyê ya Sêrtê
tên girtin, nayê zanîn. Di vê navberê de polîsên li zanîngehê bi
cih bûyî, operasyonê didomînin.
Divê êdî rexistinên Kurdan hestîyar bin
Di nava vê xirecirê de xwendekeran
Kurd hewl didin ku xwe biparêzin, xwe îfade bikin, rastîya Kurd û Kurdistanê
rastîya hebûna neteweya Kurd bi hemû alîyên xwe rabixin ber çavan. Bê gûman
di nava vê rewþê de divê hêst û psîkolojî ya xwendekarên Kurdan baþ were fam
kirin.
Divê rexistinên polîtîk yên Kurdan bi civîn, daxûyanî, kampanya, avakirina
komîteyên piþtgirî û enformasyonê û bi hewldanên din piþtgirîyê bidin
xwendekarên kurd û xîtabî moralên wan bêne kirin û piþtgirî li têkoþîna
neteweyî ya Kurdan ya di wî warî de bê kirin.
Bi wan êrîþan careke din derdikeve holê ku Tirk Kurdan qebûl nakin û Kurd
tenê dikarin bi rêvebiriyên xwe, ji Tirkan cûda û li Kurdistanê jiyananek bi ewle dikarin bi
dest bixînin.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha / ajansan)
©
Beyî destûr naye
bikaranîn
HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|