|
DTP biryara xurtkirina xebatanê xwe girt
24
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 19:23:23 (GDK)
Desteya Rêvebera
Navendî ya DTP'ê, ji ber girtina Hev-serok Nûrettîn Demîrtaþ
civîneke awarte pêk anî û ji civînê jî gelek biryarên girîng
derketin.DTP, girtina Demîrtaþ wekî biryarek û girtineke siyasî
nirxand û da zanîn ku, wê hev-serokatiya Demîrtaþ dewam bike û
wê di cihê wî de tu kesî wezîfedar neke.
DTP'ê anî ziman ku, cejn ji bo kurdan, ji cejnbûyinê derketiye û
biryar girt ku, þaredarên partiyê jî di nav de, ji bo
protestokirina operasyona li derveyê sînor, tevlî tu merasimên
fermî yên pîrozbahiya cejnê nebe.Desteya Rêvebera Navendî ya
DTP'ê, operasyona artêþa tirk ya li hemberî Herêma Parastina
Medyayê wekî operasyoneke bêencam bimîne' nirxand.
DTP'ê biryar girt ku, li hemberî operasyonê xebatên li parlemenê
û dîplomasiyê zêde bike û çalakiyên bi her awayî yên demokratîk
lidarbixe.
Desteya Rêveber, hukumeta AKP'ê jî wekî hukumeta þer nirxandiye
û biryara meþandina xebatên li hemberî AKP'ê girtiye.Desteya
Rêveber herwiha biryar girt ku, Meclîsa partiyê di 25'ê kanûnê
de, bi awayekî awarte li hev kom bibe û nexþeya rê ya partiyê
derxe.
Meclîsa partî ya
DTP'ê e bi awayekî awarte li hev kom bibe
Civîn wê sêþemê, saet di 10'an de li Navenda Giþtî ya partiyê
pêk were.
Meclîsa DTP'ê wê di civînê de, girtina Hev-serok Nûrettîn
Demîrtaþ, zextên li hemberî partî û operasyonên artêþa tirk ên
li derveyê sînor binrxîne.Navenda çapemeniya DTP'ê diyar kir ku,
axaftina vekirinê ya civînê, wê ji çapemeniyê re vekirîbe.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|