|
Li Hewlêrê buroya NY'yê û balyozxaneya Rusyayê hatin vekirin
01 Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 01:23:22 (GDK)
Bi beþdariya Serokê
Hikûmeta Herêma Kurdîstana Federal Nêçîrvan Barzanî buroya
Neteweyên Yekbuyî (NY) û Balyozxaneya Rusya li Bajarê Hewlêra
Herêma Kurdîstana Federal hatin vekirin.
Li Bajarê Hewlêra Herêma Kurdîstana Federal piþtî Balyozxaneya
Îran, buroya NY û Balyozxaneya Rusya jî hatin vekirin. Bi
beþdariya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdîstana Federal Nêçîrvan
Barzanî, Nûnerê Kar û Barên Buroya NY'ê ya Bajarê Hewlêrê Dîndar
Zêbarî, Alîkarê Serokê Parlemena Herêma Kurdîstanê Kemal
Kerkûkî, Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî, rayedarên Buroya NY'yê ya
Hewlêrê û gelek parlementer û siyasetmedar beþdarê merasîma
vekirinê bûn.
Nûnerê Kar û Barên Buroya NY'ê ya Bajarê Hewlêrê Dîndar Zêbarî
di merasîma vekirinê de axaftinek kir û diyar kir ku ew hêvî
dikin merasîma vekirina buroya NY'yê li Herêma Kurdistanê bibe
pêgavek nû ji bo NY'yê. Piþtre Serokê Hikûmeta Herêma Kurdîstana
Federal Nêçîrvan Barzanî axivî û vekirina buroya NY'yê ya li
Herêma Kurdîstan wekî pêngaveke girîng nirxand. Her wiha Barzanî
bal kiþand ser pêkanîna Xala 140'an a têkildarî referanduma
Kerkukê û diyar kir ku bicihanîna vê xalê mijarek heyatî ye.
Barzanî xwest ku NY di vê mejarê de pirþtgiriyê bide wan.
Piþtî axaftinan, ala NY'yê ji hêla Barzanî û Zêbarî ve hate
bilindkirin.
Balyozxaneya Rusya jî hate vekirin
Piþtî vekirina Buroya NY, Barzanî û yên pê re ji bo vekirina
avahiyê derbasî Balyozxaneya Rusyayê. Di merasîma vekirina
Balhyozxaneya Rusyayê de Barzanî, ji ber vekirina balyozþaneyê
keyfxweþiya xwe anî ziman. Di merasîmê de ku alên Iraq, Rusya û
Herêma Kurdîstan jî hatibû danîn, dema ala Rusya hate bilind
kirin, sirûdên Iraq, Rusya û Kurdîstanê hatin xwendin.
Merasîm bi kokteylê hatî dayîn bi dawî bû. .
(ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|