|
Fehmî:"Dosyeya Kerkûkê metirsîdar e û paþvexistina madeya 140, dê probleman
aloztir bike"
02 Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 13:34:34 (GDK)
Serokê Lîjneya
Bicîhanîna Madeya 140 a Makedestûra Iraqê Raîd Fehmî li ser
taloqkirina qonaxên bicîhanîna madeya 140 axivî û tekîd li ser
wê yekê kir ku bi paþdexistina bicîhanîna madeya 140 ne tenê
çareseriyek nayê dîtin, belkû dê arîþeyan aloztir bike.
Serokê Lîjneya Bicîhanîna madeya 140 Raîd Fehmî di hevdîtineke
rojnameya Heyat a birîtanî de ragihand ku qonaxa asayîkirina
rewþa bajarê Kerkûkê gihiþtiye pêngavên dawiyê û got:"Dosyeya
Kerkûkê pir metirsîdar e û eger aliyên pêwendîdar bi wê dosyeyê
ve, li ser siyaseta yekalî û bikaranûna dosyeyê wekû karteke
fiþarê, berdewam bin, dibe ku prosesa siyasî hilweþe."
Di derbarê daxwaza tirkmenan jî ku pêþniyaz kiribûn 'bajarê
Kerkûkê bibe herêmeke serbixwe', Fehmî got:"Ew pêþniyaz,
pêþniyazeke nebaþ û nerast e û divê pirsgirêk bi riya rêketin û
lihevgihiþtinê bê çareserkirin." Û wiha dom kir:"Nivîsgehên
Lîjneya bicîhanîna madeya 140 ên Kerkûk, Þengal û Xaneqînê
nêzîkî 20 hezar formên vegerînê dabeþ kirine û 10 hezar form
vegeriyane destê nivîsgehan û heta niha 2000 malbatan, kerkûk
bicih hêlane û vegeriyane ser cihên xwe ên berê."
Di dawiyê de Fehmî got:"Li hember destûrê, me pêbendbûnek heye
bo bicîhanîna madeya 140, lewre divê hemû aliyek wan sozên ku di
dema nivîsîna destûrê de dane, bicîh bînin."
(Puk media)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|