|
Parlamenterên Kurd daxwaz kirin ku di dema xwe de helwest li hember dewleta
Tirk were girtin
27 Berfanbar (Kanûn), 2007
weþandin: 18:23:01 (GDK)

HEWLÊR,
Kurdistana azad -- Bi armanca helwest wergirtina li hember bombebaranên
artêþa Tirk ên bo ser herêma Kurdistanê, îro parlamentoya Kurdistanê civiya.
Di civînê de parlamentoya Kurdistanê projeqanûna sindûqa piþtgirî û
hevkariya malbatên þehîdan û qurbanên jenosîda herêma Kurdistanê pesend
kir.Di destpêka civînê de Ednan Muftî bernameya karê rûniþtina îro xwand ku
ji çend xalan pêk hatibû.
Xalê yekê yê rûniþtinê li ser êrîþên vê dawiyê ên Tirkiyeyê bû û Ednan Muftî
got:" Ev êrîþên Tirkiyeyê berevajiya qanûn û prensîbên navdewletî û mafên
moriv in."
Muftî got:" Di serdana þandeya parlamentoya Kurdistanê a Bexdayê û çarçoveya
gotûbêjên me yên li gel serkomar û serokwezîrê Iraqê û parlamentoya Iraqê û
hêzên siyasî ên Iraqê de em hemû hemraman bûn û me nerazîbûna xwe li dijî
êrîþên Tirkiyeyê der birî."
Muftî di dawiya gotara xwe de careke din bi navê herêma Kurdistanê daxwaz ji
hikûmeta Tirkiyeyê kir ku bi rêçareya aþtiyane û diyalogê arîþeyê çareser
bike. Paþe parlamenteran van êrîþên Tirkiyeyê þermezar kirin û daxwaz ji
serokatiya parlamentoyê kirin ku di dema xwe de helwest li hember êrîþên bi
vî rengî werbigire ku li hember gelê me tên pêkanîn.
Di beþa duyê ya rûniþtinê de projeqanûna sindûqa piþtgirî û hevkariya
malbatên þehîdan hate minaqeþekirin û piþtre jî hate erêkirin.
PE paþvexistina
referandûma Kerkûkê bi þert qebûl kir
Parlemantoya
Kurdistanê doh jî civîna xwe ya asayî ya hejmara 36 saz kir. Di vê civînê de
pêþniyara nûnerê taybet yê Neteweyên Yekbûyî(NY) yê bo karûbarên Iraqê
Steven De Mestura, ku çend rojên borî di civîneke Parlemantoya Kurdistanê de
bi navê NY pêþniyar kiribû, ku bicihanîna madeya 140 bo 6 mehan bê
taloqkirin, hat gotûbêjkirin.
Piþtî guftûgokirina pêþniyarê û pejirandina wê, Parlemantoya Kurdistanê
daxuyaniyek belav kir:
-Tevî dilgiranî ji sistî û paþdexistina madeyê 140 ya Destûra Iraqê û ew
asarên xerab ku dê bikevine pêþiya avakirina Iraqeke demokratîk û federe û
yekgirtî de.
- Tevî israrkirin li ser mafên gelê kurd û bicihanîna madeyê 140, ji ber ku
madeyekê destûrî û aliyeteke rêketinî ye bo nehêlana ew zilma li gelê
Kurdistanê hate kirin ji miþextkirinê, derkirinê û guhertina sîmayê dîrokê û
cografyayê ji aliyê rejîma diktatoriya jinavçûyî ve.
-Tevî ku parlementoya Kurdistanê berpirsiyariya paþdexistina bicihanîna wê
madeyê têxe ser milên hikûmetên yek li pey ya din yên Îraqê, derencamên wê
jî dê bibe sedemê nemana baweriya pêwîst di navbera pêkhatên siyasî yên
Îraqê de.
Ji bo nîþandana niyet paqijiyê û parastina berjewendiyên bala yên niþtimanî
yên Iraqê û hest bi berpirsiyariyê kirin, parlemantoya Kurdistanê pêþniyara
nûnerê sekreterê giþtî yê Neteweyên Yekbûyî qebûl kir. Parlemantoya
Kurdistanê di heman demê de tekîd li ser wê yekê dike, ku rastgoyiya
hikûmeta federe û NY girêdayî bicihanîna vê pabendbûnê ye ku ew madeye di
dema xwe ya pêþniyar kirî de, bê ku sistî tê de bihêt kirin, bê bicihanîn.
Herwesa perlemantoya Kurdistanê hemû aliyên peywendîdar teklîf dike, ku
hevkariyeke cidî bi komisyona bala ya cêbicêkirina madeya 140 ê bikin û ew
erk dikeve ser wan da ku bi lezgîn bi cih bînin.
Di demekê de ku parlemantoya Kurdistanê piþtevaniya xwe ji bo xebatên
komisyona bala ya cêbicêkirina madeya 140ê a destûrê radigihîne, pêwîst e
nûnerê hikûmeta Kurdistanê di komisyona navborî de, parlemantoya Kurdistanê
ji hemû guhertinên nû agahdar bike.
(Puk media, ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|