|
Referandûma Kerkûkê dê di nava 6 mehan de pêk were
17
Berfanbar (Kanûn), 2007 weþandin: 03:35:42 (GDK)
Buroya
Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI), bi daxuyaniyekê diyar kir ku
dema xala 140'an a Makezagona Iraqê ya têkildarî bicîhanîna
referanduma Kerkûkê ku diviyabû heta dawiya vê mehê pêk hatiba,
6 mehan hatiye dirêjkirin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê
referanduma Kerkûkê di nava 6 mehan de pêk bê.
Di daxuyaniya UNAMI'de hate gotin ku serokên siyasî yên Iraqê û
Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî, ji bo
dirêjkirina xala 140'an li hev kiriye û li gorî vê yekê dê
referanduma Kerkûyê di nava 6 mehan de pêk bê.
Di berdewama
daxuyaniyê de hate destnîþankirin ku ji ber sedemên teknîkî û
lojistîkî xala 140'an di dema xwe de ya hatibû diyarkirin (31
kanûn) de pêk nehatiye û riya herî baþ ew e ku ev dem 6 mehan bê
dirêjkirin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo
bicîhanîna pêdiviyên xala 140'an a di nava 6 mehan de, wê
alîkariya madî bê kirin.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|