|
Divê careke din destûr neye dayîn ku referanduma Kerkûkê were paþvexistin
NÛÇE-ANALÎZ: ÞEVÎN ARÎ / HAWAR
DENGÛBAS
11
Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 15:24:01 (GDK)
KERKÛK,
Kurdistan (HAWAR DENGÛBAS) -- Di hefteyên dawî xebatên bo
pêkanîna refrandûma Kerkûkê ji nû ve zêdetir bû.
Serjimera ku pêwîst bû
were pêk anîn û nehatibû çêkirin, herî dawî hatibû ragihandin ku
referandûm li gor serjimeriya 1957'an were pêk anîn.
Sala par hatibû
ragihandin ku referadûma Kerkûkê wê di dawiya 2007'an were pêk
anîn lê ji ber zextên Tirkan û Emerîka û kêmasiyên xebatên
bicîhanîna madeya 140 a destûra Iraqê dîroka referandûmê
hate paþve xistin.
Wek tê zanîn madeya
140 a destûra Iraqê normalize kirina rewþa Kerkûkê esas digre.
Serokê Kurdistanê û
çend rayedarên hikumeta kurdistanê diyar dikin ku dê careke din
dîroka pêkanîna referandûmê neye paþvexistin.
Barzanî:"Madeya 140 dê
were pêk anîn"
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di
konferensa nêvdewletîya xwendina bilind de ya ku li bajêrê Hewlêrê çê bû,
gotarek pêþkêþ kir û tê de da nîþanda, ku bi cihanîna maddeya 140 nayê wê
maneyê ku hinek xelk ji bajêrê Kerkûkê bihên derxistin, lê wateya wê
vegerandina mafên binpê yan e, ku mafên wan hatine xwarin û li paþketina bi
cihanîna evê maddeyê jî naya vê maneya ku dê ev madde bi cih nehê.
Her wiha Serokê Kurdistanê got: Bi berdewamî duriþmê me di hemû qonaxên
xebatê de demokrasî ji Iraqê re û federalizim ji Kurdistanê re bûye..
Federalizim faktorê yekgirtina Iraqê ye û dabeþkirina wek hev a serwet û
samanan misoger dike.. Hinek caran deng ji hinek kes û alîyan bilind dibe û
gelek caran jî bi herdu rûyên pozetîv û negatîv di bareya maddeya 140 de
dipeyivin.. Belê maddeya 140 a destûra daîmî Iraqê ne ji bo ewê yekê ye ku
hinek xelk ji bajêrê kerkûkê bihên derxistin, belê ji bo vegerandina mafên
ewan kesan e, ewên ku mafên wan hatine standin.. "
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî 2
roj berê jî diyar kir ku hemû þêwe biryarên ku di derbarê madeya 140 de tên
dayîn, dive ji aliyê xelkê Kurdistanê ve bên dayîn.
Divê milletê Kurd
bibiryariya xwe hember Tirkan û Emerîka nîþan bide
Dewleta Emerîka her çiqas bi
rêvebiriya Kurdistana azad wek "hevpeyman" dixuye jî wek tê zanîn di
polîtîkayê de dostanîya bêdawî nîne. Kî hêza xwe baþtir nîþan bide,kî
dîplomasîyeke xurt û bê navber bimeþîne,kî bo pêþarojê çerçoveyeke
zelal,rûniþtî stratejîk derxîne holê ev qezenc dike.Di polîtîkayê de
berdawamî esas e.
Divê Kurd Emerîkayê hînî hiþmandiya, kurahiya, hêza, potansyela, dîroka,
gelê Kurdistan bike. Dibe ku Emerîka piþtgiriya hêzên din bike.Ev jî
politikaya wan e, normal e.Herkes berjewendiya xwe difikire.
Lê divê Kurd di meseleya Kerkûkê de biisrar bin.Paþvexistina referandûma
Kerkûkê tê maneya paþvexistina pêþketina gelê Kurd û ev paþvexistin dibe ku
Kerkûkê bi temamî ji Kurdistanî bûyinê dûr bixe.Divê ev jî bibe politikaya
Kurdan.Ger Emerîka û hêzên din bi qerariya Kurdan bimînin wê neçar bin ku ji
encama rewþê razî bin.
Bo vê yekê jî erka herî mezin ser milê rêvebiriya Kurdistana azad de ye.
Lê divê hêzên din ên hemû perçeyên Kurdistanê beþdarî vê pêvajoyê
bikin.Mijara Kerkûkê ji mijarên din yên eleqedar bi baþûrê Kurdistanê cûda
ye.Ji ber ku ev mijareke neteweyî û stratejîk e.Ger Kurd li Kerkûk bi
sernekevin di nêzîk de nebe jî di dema dirêj de wê hemû gelê Kurd û hemû hêz
û rexistinên kurd jî winda bikin.
Hêzên din medyaya Kurdî , rexistin û partiyên Kurd , dezgeh û komale û
sexsên serxe ne.Divê medyaya Kurdî bi hêza ragihandinê û beralî kirinê,
rexistin û partîyên Kurd,bi daxûyanî,bi organîze kirina meþ,
konferans,panel,kampanya,komkirina îmze,ragihandina e-maîl û nameyan bo
dezgehên navneteweyî, bi dîplomasiya bi rayedarên Ewrûpî û Emerîkî re
piþtgirîya rizgariya Kerkûkê bidin.(HAWAR DENGÛBAS,
Pukmdia
/ ajansan )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|