|
Keþeyê Dêra Mor Yakup a sûryaniyan serbest hate berdan
01 Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 01:23:22 (GDK)
Li
bakurê Kurdistanê, Keþeyê Dêra Mor Yakup a sûryaniyan Edîp
(Danîel) Savci ku roja çarþemê hatibû revandin, li Êlihê
(Batman) hate rizgarkirin.Keþeyê sûryaniyan Danîel Savci ku
hatibû îdiakirin pêr li Midyadê hatibû revandin, hate
azadkirin...
Hate aþkerekirin ku tenduristiya keþe baþ e, bi saxî û selamet
e. Serokê Lijneya Rêveberiya Weqfa Gabrîelê Mor ê Turabdîn
Kuryakos Ergun, da zanîn ku keþe bi telefonê lê geriyaye û jê re
gotiye ew hatiye azadkirin. Li gorî agahiyan keþe gotiye ku ew
li Êlihê li ba malbateke naskirî bûye û rewþa wî baþ e.
3 kes hatin binçavkirin
Keþe Edîp Savci ku dihate îdikarin roja çarþemê li ser riya
Midyadê hatiye revandin, li Dêra Mor Yakûp peywir dikir. Piþtî
azadkirina keþe, muxtarê gundê ku keþe lê hate azadkirin, kurê
wî û kesek din hatin binçavkirin. Hate ragihandin ku dê îfadeya
van kesan bê girtin.
Hatibû îdiakirin ku keþe ji bo 300 hezar Euro hatiye revandin.
Çav li rê ye ku keþe derheqê mijarê de agahiyên zelal bide û vê
bûyerê ronî bike.
(PNA)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|