|
Qadafî ji Erebên din mirovtir derket û piþtgiriya Kurdan kir
14 Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 12:32:01 (GDK)
Serokê
Libyayê Qedafî ji Erebên din cûdatir piþtgriya xwe bo doza gelê
Kurd îlan kir.
Qedafî:” Li ser
meseleya piþtgiriya min a ji bo avabûna dewleteke kurd, gelek
rexne li min tên girtin, heta ji min re dibêjin tu ji Kurdan
zêdetir daxwaza dewlete kurd dikî, tu daxwaza dewlete kurd
dikî lê partiyên kurdistanî daxwaza federaliyê dikin.”
Serokê Libyayê Muamer Qedafî li Parîsê pêþwazî li þandeyeke
partiyên siyasî ên kurdistanî kir ku pêþkatibû ji nûnerê
serokatiya herêma Kurdistanê Dilþad Barzanî, nûnerê YNK li
Fransayê Berzan Ferex û çend nûner û kesayetiyên siyasî û civakî
ên kurd li Parîsê.
Qedafî di hevdîtinê de piþtgiriya xwe ya daîmî bo Mafê
Diyarîkirina Çarenivîsa xwe a gelê kurd dûpat kir û got:” Ez tim
li gel gelê kurd bûm û min qet vê helwesta xwe neguhert û ji ber
vê piþtgiriya min a ji bo gelê kurd ê li her çar parþeyên
Kurdistanê gelek rexne li min hatiye girtin.”
Qedafî got:” Qenaeta min bi edaleta kurd heye lewma hertim û
dema þoreþa Lîbyayê heta îro helwesta ne neguheriye li hember
kurd û gelê Kurdistanê.Min her piþtgiriya we kiriye.”
Qedafî li ser rexneyên ku li wî tên girtin jî got:” Tirkiye,
Suriye û dewletên din bi dijwarî rexne li me girtine li ser
helwesta me ya li hember kurdan lê min gotiye û dibêjim gelê
kurd ku li ser axa xwe dijî, wek gelê din Mafê Diyarîkirina
Çarenivîsa xwe heye.
Qedafî da zanîn ku hertim li dijî siyaseta Sedam a li hember
gelê kurd rawestiye û piþtgiriya bizava rizgarîxwaz a gelê kurd
kiriye.
Qedafî li ser mijara serbixweyiya Kurdistanê jî got:” Berevajiya
xelkê ku tirsa wan ji avabûna dewleteke kurd heye û wek xeter bi
nav dikin, bi ya min avabûna dewleta kurd qet ne xeter e û mafê
gelê kurd e çimkî li ser erd û ava bav û bapîrên xwe dijîn, axa
kesî jî dagîr nekirine.”
Qedafî got:” Li ser meseleya piþtgiriya min a ji bo avabûna
dewleteke kurd, gelek rexne li min tên girtin, heta ji min re
dibêjin tu ji kurdan zêdetir daxwaza dewlete kurd dikî, tu
daxwaza dewlete kurd dikî lê partiyên Kurdistanî daxwaza federal
dikin.”
(Puk media)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|