|
Dewleta Tirk ku îdda dike zimanê Kurdî serbeste, doz li Osman Baydemîr
vekirin
27 Berfanbar (Kanûn),
2007 weþandin: 20:23:45 (GDK)

Derewa
dewlete tirk ser serbestiya zimanê Kurdî her roj ji nû ve derdikeve holê. Rayedarên tirk di demên
dawî de, îdîaya qedexeyên li hemberî zimanê kurd nîne tînin ziman û hewl
didin cîhanê bixapînin.
Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekîrê, lêpirsîna xwe ya ku ji ber dawetnameyeke
kurdî di derheqê serokê þaredariya mezin a Diyarbekîrê Osman Baydemîr de
dabû destpêkirin, qedand û ji bo Baydemîr 3 sal û 6 meh cezayê zindanê
xwest.
Prosesa ber
dadkirina Baydemîr dê rojên pêþ dest pê bike.
Hêjayê gotinê ye Baydemîr roja 24/5/2007 ji bo kokteyla vekirina 7-emîn
Festîvala Çand û Hunerê a Diyarbekîrê dawetnameyek þandibû Serdozgerê Komarê
yê Diyarbekirê Durdu Kayak jî û di dawetnameyê de bi zimanên kurdî û tirkî
hatibû nivîsandin:" Ji bo huner û demokrasiyê festîval" û ji ber vê yekê
derheqê Baydemîr lêpirsîn hate vekirin.
Bi vê dozê
derewa dewleta tirk û hikumeta AKP careke din derket holê.Rayedarên tirk di
demên dawî de, îdîaya qedexeyên li hemberî zimanê kurd nîne tînin ziman û
hewl didin cîhanê bixapînin. AKP îdda dikir ku
li tirkîye zimanê kurdî serbeste û rojname û weþan hene û bi wan dozan îspat
dikin ku îddaya serbest bûna zimanê Kurdî tenê propaganda ye. Hê jî li
Tirkiyeyê kurdî qedexe ye. Di nava civakên herî paþverû de jî pêkanîneke bi
vî rengî çênebûye.
Çend dozên demên dawî ku li dijî zimanê Kurdî ji aliyê dewleta Tirkve hatine
vekirin
•
Hevserokên DTP'ê
Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji bo belavokên bi kurdî, yên di sala 2006'an de
ji bo 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê hatine çapkirin, bi hinceta ku li
hemberî SPK'ê muxalefet kirine û di belavokê de pesnê Abdullah Ocalan dane,
rastî 18 meh cezayê girtinê hatin.
•
Derheqê Fatma Nevîn
Vargun û katiba dîwanê Zohre Bozaci de, bi hinceta ku di kongreya Partiya
Civaka Azad a di 26'ê îlona sala 2003'an de Endama Înîsiyatîfa Dayîkên
Aþtiyê Muesser Guneþ bi kurdî axaftin kiriye û mudaxaleyî wê nekirine, doz
hate vekirin.
Alîkara Serokê Giþtiyê DEHAP'ê Handan Çaglayan ku di hilbijartinên herêmî
yên 28'ê adara 2004'an de di axaftina propagandayê de bi kurdî axiviye,
rastî 7 meh cezayê girtinê û 513 YTL cezayê pere hat. Serokê DEHAP'a Rihayê
Ahmet Dagtekîn jî 6 meh cezayê girtinê û 440 YTL cezayê pere xwar.
•
Ji ber ku di 'Þeva
Piþtevaniya bi Gelê Depeyê re' ya ji aliyê HADEP'a Depeya Elezîzê ve di
22'yê berfanbara sala 2002'yan de hatiye lidarxistin de stranên bi kurdî bi
gel dane guhdarîkirin, Serokê HADEP'a Depeyê Abdulkadîr Gul, Serokê
Rêxistina HADEP'ê ya Bajaroka Saricanê Mîrberk Çikaray, endamên bi navê
Cemal Ayik, Erkan Poyraz, Mehmet Sari, Îbrahîm Selçuk, Mecît Yildiz de, li
gorî xalên 81/c û 117'emîn ên SPK'ê, her yek milyarek û 100 milyon cezayê
pere girtin.
Bi hinceta ku di kongreya Rêxistina DEHAP'ê ya Bedlîsê ku di 11'ê gulana
2003'an de hate lidarxistin de muzîka bi kurdî hatiye guhdarîkirin, derheqê
7 rêveberên DEHAP'î de, 5 meh cezayê girtinê hate dayîn. Ceza piþtre
qelabtin pere û li her yek ji wan, hezar û 733 YTL cezayê pere dan.
•
Bi hinceta ku di kongreya
Rêxistina HADEP'ê ya Çêrmûgê de muzîka bi kurdî hatiye lêxistin û diruþma
"Bijî HADEP" hatiye berzkirin lê pêþî li vê yekê nehatiye girtin, Serokê
HADEP'a Çêrmûgê Ahmet Karakoç û rêveberên bi navê Haci Akbulut, Mehmet Emîn
Taþkiran, Abdulkerîm Yaman û Mehmet Demîrkol, her yek rastî cezayê girtinê
yê bi qasî 5 meh hatin. Ceza piþtre bûn hezar û 89 YTL cezayê pere.
•
Serokê Giþtiyê berê
yê Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) A. Melîk Firat û alîkarên serokê giþtî
Bayram Bozyel, Fehmî Demîr û Reþît Delî jî di nav de 13 rêveberên partiyê,
bi hinceta ku ji bo 1'emîn Lijneya Giþtî ya Partiyê vexwendnameya bi kurdî
amade kirine û di kongreyê de bi kurdî axivîne, di navbera 6 meh û salek de
cezayê girtinê xwarin. Piþtre di þûna vî cezayî de, cezayê pere yê bi qasî
hezar û 980 YTL li her yek ji vana hate birîn.
•
Endamên Lijneya
Rêveberiya Rêxistina HADEP'ê ya Bagcilarê Umît Çelîk, Cebraîl Aksoy, Nîmet
Solmaz, Mehmet Alî Gulun, Abdullah Aydîl, Mehmet Haluk Dag, Mehmet Saît
Þaþmaz û Abdullah Þaþmaz de bi hinceta ku belavoka bi nivîsa "Bijî 1 Gulan"
belav kirine, rastî dozê hatin.
•
Bi hinceta ku di
pîrozbahiyên Newrozê yên li Navçeya Depe ya Elezîzê de diruþmên wekî "Bijî
DEHAP" û "Bijî Newroz" hatine berzkirin, Huseyîn Etduger, Mahîr Îbîþ, Cemal
Ayik, Sabrî Ulaþ, Ahmet Erdogan, Alî Riza Duven û Hasan Ozkul ku endamên
komîteya amadekar û rêveberên DEHAP û HADEP'ê bûn, her yek ji wan milyarek û
750 YTL ceza xwarin.
•
Alîkarê berê yê Serokê
DEHAP'a Mêrdînê Abdullah Akîkol ku di þahiyek li Navçeya Qosera Mêrdînê hate
lidarxistin de gel bi kurdî silav kir, ji ber 81/c'emîn xala SPK'ê rastî
dozê hat. Dîsa derheqê Akîkol de bi hinceta ku di pîrozbahiyên Newrozê yên
di sala 2004'an de li Þermexê hatiye lidarxistin de bi kurdî axiviye, ji
heman xalê doz hatibû vekirin.
•
Þaredara Qoserê Cîhan
Sîncar, bi hinceta ku di mitînga hilbijartinê ya di sala 2004'an de li
Wêranþarê hate lidarxistin de bi kurdî axiviye, rastî dozê hat. 6 meh cezayê
girtinê li Sîncar hat birîn. Cezayê ku ji ber axaftina di mitînga Wêranþarê
ya di 23'ê gulana 2004'an de ji nû ve hate kirin li Sîncar hatibû birîn, bû
2 hezar û 420 YTL cezayê pere.
•
Þaredara Bismilê Þukran
Aydin, ji bo ku beriya hilbijartinên di 3'yê sermawêza 2002'yan de pêk hatin
li Navçeya Licê ya Amedê gel bi kurdî silav kir, hezar û 372 YTL cezayê pere
lê hate birîn.
•
Ji ber ku di kongreya ji
aliyê Rêxistina DEHAP'ê ya Meletî ve di 27'ê avrêla 2003'yan de hate
lidarxistin de koma muzîkê ya herêmî stranên bi kurdî gotiye, derheqê Serokê
berê yê DEHAP'a Meletî Mustafa Turk û Serokê Dîwana kongreyê parêzer Dogan
Karaoglan de her yek 6 meh cezayê girtinê hate birîn.
•
Serokê berê yê Rêxistina
DEHAP'ê ya Navçeya Navendî ya Meletî Zekî Aktar, ji bo ku di dawiya axaftina
xwe ya di kongreya DEHAP'a Meletî ya di 27'yê avrêla 2003'an de gotinên wekî
"Bijî Biratiya Gelan" û "Bijî Komara Demokratîk" ên bi kurdî gotiye, 6 meh
cezayê girtinê hat xwar.
•
7 rêveberên DEHAP'ê, di
doza têkildarî Kongreya Rêxistina Bajêr a ku bi heman hincetan hate vekirin
de muzîka bi kurdî hatiye lêxistin, 5 meh cezayê girtinê hat dayîn. Ev ceza
piþtre bûn hezar û 733 YTL cezayê pere.
•
Derheqê Serokê DTP'a
Dîlokê Abdullah Înce, Serokê Rêxistina Þahînbeyê Denîz Yildiz û rêveberê
berê Erdal Usluer de, bi hinceta ku beþdarên vekirina avahiya DTP'a
Þahînbeya Dîlokê bi kurdî silav kirine, lêpirsîn hate destpêkirin.
•
Namzetên
parlementeriyê yên DEHAP'ê yên Mûþê Abdulkerîm Bîngol û Cemîl Elden, ji bo
ku di hilbijartinên giþtî yên 3'yê sermawêza 2002'yan de gel bi kurdî silav
kirine, bi heman hincetê 6 meh cezayê girtinê xwarin.
Derheqê Þaredarê Bajarê Mezin a Amedê Osman Baydemîr de bi hinceta ku di
Meþa Enqereyê ya di 17'ê berfanbara 2006'an de hate lidarxistin de li
Edeneyê 2 deqîqe bi kurdî axiviye, li gorî 81/c xala SPK'ê lêpirsîn hate
destpêkirin.
•
Osman Baydemir
Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê bi sedema ku kerta pîrozbahiyê bi kurdî belav
kiriye. Amadekirina namilyeka kurdî ya vê þaredariyê, amadekirina afîþeke
festîvala vê þaredariyê, vexwendnameya festîvala vê þaredariyê....
•
Dema Abdullah
Demirbaþ Þaredarê Surê ku ji peywirê hate dûrxistin, belavokek bi kurdî
belav kir ku mirov organên xwe bibexþînin nexweþxaneyan.
•
Mehdi Tanrikulu xwediyê
Weþanên Tevn Tevn dema ji bo Dozgerê Amedê Muammer Ozcan serîlêdana tawanê
kir.
•
Dema Navenda Çand û Hunerê
ya Botanê navê xwe bi kurdî li ser tabelaya xwe nivîsî.
•
Ilhan Kaya Serokê Navçeya
Bayezîdê yê DTP'ê ku li ser pankarta Newrozê bi kurdî Newroz nivîsî û heman
tiþt li Sêrtê ji bo Murat Avci Serokê bajarê ê DTP'ê.
(ajansan / Dîha / Hawar
Dengûbas)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|