|
Senaryoya
dagirkirina Kurdistana azad a Dewleta Tirk mehkumî têk çûnê ye
NÛÇE-ANALÎZ: HESEN DILGEÞ / HAWAR DENGÛBAS
30 Gulan,2007
weþandin:07:39:19 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan --
Dewleta Tirk dikare bikevin Kurdistana azad lê
nikarin derkevin
Wekî ku dihat
texmîn kirin piþtî teqîna li
paytexta dewleta Tirk a li Enqereyê ku 7 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 100'î
zêdetir kes jî birîndar bûn li dijî Kurdistana azad tehdîtên dewleta Tirk
dîsa zêde bû.Li medya û raya giþtÎ ya Tirk de bênavber êrîþkirina ser axa
Kurdistana azad tê nîqaþ kirin.
Di 4-5 salên
dawî de dijberên kurdan ku dixwazin pêþketina li Kurdistana azad xera bikin
bi heman senaroyê bi hincêta PKK
êrîþ kirin
heta dagirkirina axa Kurdistana azad tînin rojevê û ji bo rewa nîþndana vê
daxwazê jî bi lîstên curbicur hewl tê dayîn.
Sefîn
Dizeyî:Qet ne mimkune ku bi tu awayî hêzên Tirkiyeyê daxilî xaka
Kurdistanê jî bibin
Bepirsiyarê têkiliyên derve yê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Sefîn Dizeyî
di çend xalên giring de daxuyaniyek da û got:” Leþkerên tirk bi ti awayî li
ser sînorên Kurdistanê re derbas nebûye û em gelek li ser wê yekê radiwestîn
ko qet nabe bi ti awayî jî hêzên Tirkiyeyê daxilî xaka Kurdistanê
bibin.Hindek hêzên tundrev dixwazin rewþa Kurdistanê wekî karteka
hilbijartinê li himberî partiya Erdoganî bi kar bînin."
Dewleta Tirk ji balafirên DYE tengezar e
Serokatiya
Fermandariya Giþtî ya artêþa Tirk da xuyakirin, ku du balafirên þer ên
Emerîkayê yên bi
tîpa F-16, ketine sînorê bakurê Kurdîstanê.
Li gorî agahiya di malpera înternetê ya Fermandariya Giþtî de hatiye dayîn,
24ê Gulanê roja Pêncþemê, li herêma Uzumlu ya Colemergê, balafirên þer ên
Emerîkayê 4 deqayan firiyane. Berî çend rojan jî balafirên þer ên Tirk
ketibûn Baþûrê Kurdîstanê û hêzên Emerîkayê jî li ser sînor bi helîkopteran
kefþ
kiribûn.
Rexistinên kurdan li dijî dagirkerîya dewleta Tirk yekdengin
12 partiyên
siyasî yên ji Bakur, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevbeþ
bang li rayedarên dewleta Emerîka, Yekîtiya Ewrûpa û welatên endam,
hevpeymana NATO û sazî û komeleyên mafên mirovan yên navneteweyî kirin û ji
wan daxwaz kirin ku piþtgiriya Hikumeta Herêma Kurdistanê bikin û pêþî li
dewleta Tirk û dewletên din yên cîranên Iraqê bigrin daku midaxeleyê karê
navxweyê yê Iraqê nekin û herweha nehelîn êriþa Kurdistana azad bê kirin. (Daxûyaniyê
bixwîne)
Senaryoya qirêj ya dewleta Tirk bi temamî eþkere ye
Arteþa Tirk
dixwaze êrîþî Kurdistana azad bike.Lê bo vê yekê DYE nekarîbûn razî bikin.Li
alîyekî pêþketina li Kurdistana azad didome,li alîyekî li TirkÎye pêvajoya
hilbijartinê destpêkirîyê û îxtimala ketina parlementoya Tirk ya Kurdan
derketiye holê û li alîyekî din jî li gel hemû provakasyonana diyalog û
îradeya çareser kirina pirsgirêka Kurd û Kurdistan li bakûrê Kurdistanê mezin
dibe û kiryarên dewleta Tirk yên ser Kurdan zêdetir eþkere dibe.
Dewleta Tirk
her tim li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên
dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê-baþûr têk bibe.Ji bo pêkanîna vê
armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û
wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin
êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê
jî zexta ser gel jî tê zêde kirin.
Bi
provakasyonên wek li Enqere wisa tê xwestin ku him bi tawanbar kirina PKK û bi
giþtî Kurdan DYE qeyîlî ketina arteþa Tirk bo kurdistana azad be û him jî
hêzên dijî AKP xurtir bibin û bi bilind kirina pêla þovenizma Tirk AKP
bê têbirin û xwe Îfade kirina Kurdan di asta raya giþtî yê Tirkîye de bê qut
kirin.
Tirk dikarin bikevin Kurdistana azad lê
nikarin derkevin
Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide.Di oprasyonên bihurî de
konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî hemû
gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên berê ne
bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû.Ji ber vê yekê jî dewleta
Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad.
Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye.Ger dewleta Tirk bikeve
Kurdistana azad wê li hemberî xwe ne tenê hêzên PKK dê hemû kurdan bibîne.
Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e.Di demên
herî xirab de di tengasîyên herî kûr de dijminên kurdan nekarî bûna baþûrê
Kurdistanê têk bibin.Di roja me de li gel hemû pêþketin û detkeftÎyên
sîyasî,aborî,leþkerî,polîtîk,rexistinî,dîplomatÎk û li gel piþtgirîya
perçeyên din ya Kurdistanê qet ne mimkune ku dewleta Tirk li Kurdistana azad
serkeve.
Kurd ger
neçar bibînin wek 100 salên rabirdû li gel hêza xwe mezin ya îro xwe
bisperîn çiyayên Kurdistanê ku tu car dijminên Kurdan re nebûye war û axa
Kurdistanê ji dewleta Tirk re bikin dojeh.
Dewleta Tirk
dikare bikeve axa Kurdistana azad lê nikare derkeve.Di her
kûçe,kolan,cade,avahî,rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê.Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþÎna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne.
Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad
her roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.Doza Kurdan
dozeke rewa ye û ji ber vê yekê jî tekdana wê ne mimkune.(HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|