|
Aysel Tugluk a DTPyî dixwaze çi bike!
29 Gulan,2007
weþandin:11:49:39 (GDK)
Hevseroka Partîya Civaka Demokratîk (DTP) Aysel Tugluk, di nivîsek xwe ya
rojnameya Radîkal de rûyê xwe yê veþartî û niyeta xwe ya eslî derdixe holê û
ji Kurdan daxwaz dike ku Komara Tirkiyê wek welatek dagirker bi nav nekin.
Tugluk, herweha doza parastina sînorê Mîsak-i Mîllî dike û diyar dike ku
Tirkiye, di bin xeteriya Peymana Sevrê de ye.
“Pirsa Kurd li Tirkiyê û li Iraqê ji mudaxeleya emperyalîstan re
vekirîye”
Li gor ku ji aliyê çapemeniya Tirkiyê ve hatiye belavkirin, Hevseroka DTPê
Aysel Tugluk, di nivîsek xwe ya rojnameya Radîkal de ji Kurdan daxwaz dike
ku Komara Tirkiyê wek welatek dagirker bi nav nekin. Tugluk, herweha doza
parastina Mîsak-i Mîllî dike û diyar dike ku Tirkiye di bin xeteriya Peymana
Servê de ye û weha dibêje; “Tê xwestin ku li ser pevçûna di navbera Tirk û
Kurdan de Sevr a ku rûmeta Tirkiyeyê binpêkirîye cardin bikeve rojevê. Bi
dagirkirina Iraqê re ev xeter hê zêdetir bû. Pirsa Kurd li Tirkiyeyê û li
Iraqê ji mudaxeleya emperyalîstan re vekirîye. Gelê Tirk bi vê xeteriyê re
rûbirû ye. Pirsa Kurd ji hemû lîstikan re vekirîye. Ji bo vê jî helwesta
Kurdan pirr girîng e”.
“Divê sînorên Mîsak-i Mîllî bên parastin û meriv bawerî bi emperyalîstan
neyne”
Hevseroka DTPê Aysel Tugluk, di derbarê çareserîya pirsa Kurd de jî,
parastina Mîsak-i Mîllî wek mercek sereke destnîþan dike û weha dibêje;
“Îddiayên ku pirsa kurd çavkanîya dabeþkirina Tirkiyeyê ye ew tirs e ku ji
alî îdeolojîya resmî ve tê ziman. Polîtîkaya emperyalîstan a derheqê Kurdan
de, bi dagirkirina Iraqê re zelal bû. Loma jî travmaya Sevrê xwe her tim nû
dike. Ji bo vê jî, divê sînorên Mîsak-i Mîllî bên parastin. Divê meriv
bawerî bi mudaxeleyên emperyalîstan neyne û li gor rastîyan li çareserîyê
bigere.”
“Bakurê Iraqê parçeyek ji Mîsak-i Mîllî ye”
Hevseroka DTPê Aysel Tugluk, bi vê yekê jî qîma xwe nayne û daxwaz dike ku
herêma Baþûrê Kurdistanê (Bakurê Iraqê) jî, bi Tirkiyê ve bê girêdan û vê
herêmê, wek parçeyek ji Mîsak-i Mîllî bi nav dike û weha dibêje; “Divê Kurd
nebin sedema tirsa Sevrê. Rûdanên li welatê cîran, li gor rastîyên li
Tirkiyeyê nîn in. Jixwe dema ku meriv bi çavek din lê mêze bike, ew der jî
di nav sînorê Mîsk-i Mîllî de ye. Ev nêrînek dagirkerî nîne. Di vê mijarê de
rola rewþenbîrên kemalîst girîng e. Divê kurd jî êdî nebin sedema tirsê.”
“Mistefa Kemal mûcîzeyek e, ew ebediye”
Hevseroka DTPê Aysel Tugluk, di berdewamiya nivîsa xwe de pesnê Kemal
Ataturk jî dide û weha dibêje; “Helwesta wî ya dîrokî mezinayîya xwe nîþan
da û wê hê jî nîþan bide jî. Ew mûcîzeyek e, ew ebediye. Ji bo netewbûnê, ew
bingehek e.”
(Puk medya / Nevzat Karakeçî)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana
HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|