|
ÎKE: Aysel Tugluk nûner û birêvebira
siyaseta kemalîstan ya di nav DTP ê de ye
31 Gulan,2007
weþandin:14:39:11 (GDK)
DAXÛYANÎ: "..Di rojnameya
Radikal ya 27 Gulan 2007 de hevseroka DTP ê ango Komîsera wê rêxistinê Aysel
Tugluk di gotara xwe de, doza paraztina Misaq - î Millî dike û dibêje Komara
Tirkîye di bin metirsîya Peymana Sewrê de ye. Bi vê gotar û bi van dîtinên
xwe, Aysel Tugluk ne hevserok e, ew di rastîyê de nûner û birêvebira
siyaseta kemalîstan ya di nav DTP ê de ye.."
Bila dengê we, helwesta we be !
Di rojnameya Radikal ya 27 Gulan 2007 de hevseroka DTP ê ango Komîsera wê
rêxistinê Aysel Tugluk di gotara xwe de, doza paraztina Misaq - î Millî dike
û dibêje Komara Tirkîye di bin metirsîya Peymana Sewrê de ye. Bi vê gotar û
bi van dîtinên xwe, Aysel Tugluk ne hevserok e, ew di rastîyê de nûner û
birêvebira siyaseta kemalîstan ya di nav DTP ê de ye.
Em baþ dizanin ku, yek ji peymanên ku mafê damezrandina dewletek Kurd tê da
hatîye destnîþan kirin, Peymana Sevrê ye. Lê mixabin xatûn Aysel Tugluk
peymana Sevrê wek binpêkirina rûmeta Tirkîyeyê bilêv dike.
Eve 84 sal e ku milletê kurd bindestê Komara Tirkîyeyê ye. Di van salan de
siyaseteke nijadperest li ser ziman û çanda kurd hatîye meþandin.
Yên ku welatê wan hatîye dagîrkirin, milletê kurd e.Yên ku zilm û zordarîyê
dîtîye milletê kurd e.Yên ku hebûna wan hatîye înkar kirin jî her dîsa
milletê kurd e. Loma jî ne rast e ku em doza bratîya kurd û tirkan bikin û
ne wezîfeya “siyasetmedarên Kurd” an e ku vê neheqîyê li milletê kurd bike.
Aysel Tugluk, Baþûrê Kurdistanê wek bakurê Ýraqê bi nav dike û ji bo
destkeftîyên me yên li Baþûrê Kurdistanê bêrêzîyek mezin dike.
Gelê Kurd !
Yeka ku pesnê dewleta dagirkerê Kurdistanê bide, yeka ku pesnê Kemal Ataturk
bide û yeka ku xwedî li Misaq – î Millî derkeve, nikare bibe nûnera gelê
kurd û nikare bibe dengê doza kurd!
Loma jî em wek Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa – ÎKE, bangî welatparêzên kurd
dikin ku, dengê xwe nedin kesên ku ne nûnerê doza we ye!
Aysel Tugluk û yên weka wê xizmeta sîyaseta kemalîst û nijadperest dikin.
Loma jî hun dikarin bi dengê xwe li dijî van dîtinên talûke, Helwesta xwe
bidin dîyar kirin.
2007.05.30
Însîyatîfên Kurd Li Ewrûpa - ÎKE
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|