|
Li piþt teqîna li paytexta dewleta Tirk de lîstikên qirêj yên dijminên
Kurdan heye
NÛÇE/ÞÎROVE: SERHAD
B.RÊNAS-REBIWAR KURDO / HAWAR DENGÛBAS
24 Gulan,2007
weþandin:11:32:45 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan --
Dibe ku teqîn bo êrîþ kirina ser Kurdistana azad û têkbirina AKP pêk hatibe
Doh li
paytexta dewleta Tirk teqînek mezin pêk hat.Li ser Cadeya Anafartalar a li
Ulusa Enqereyê teqîn pêk hat û 7 kesan jiyana xwe ji dest da, ji 100'î
zêdetir kes jî birîndar bûn. Nûçe ji alîyê weþanên medyaya cîhanê ve wekî
nûçeya girîng hate ragihandin.Di nav kesên mirî û birîndar de hevwelatiyên
Pakistanê jî hene. Yekê Pakistanî mir 4 jî birîndar bûn.
Piþtî teqînê
serokwezîrê Tirk Erdogan,gelek wezîrên hikumeta tirk,serokê CHP
Baykal,serfermandariya giþtî ya arteþa Tirk Y. Buyuk anit û gelek rayedarên
Tirk hatin cihê bûyerê.Li Tirkîye cara yekem ewqas rayedarên dewletê bo
êrîþeke bi vî rengî diçin cihê bûyerê.Yaþar Buyukanit di cihê bûyerê de
daxûyanîyek da û got;"
“dibe ku li
bajarên din jî teqîn pêk bên. Ev teqîn karê rêxistina terorêye, li piþta wan
hin sazî hene.”
Êrîþ ji aliyê Guven Akkuþ ve hatiye kirin
Waliyê
Enqereyê Kemal Onal, da zanîn ku êrîþa bombeyî ya Ulusê ji aliyê Guven
Akkuþê ku di sala 1979'an de li Navçeya Zara ya Siwasê hatiye dinê ve hatiye
kirin.
DTP hate dorçep kirin
Polîsên Tirk
li navenda giþtî ya Partîya Civaka Demokratîk (DTP) pêçan. Li ser pirsa
rêvebirên DTP-ê, rayedarê polîsan got “ji bo ku rê li provakasyonan bê
girtin em vê tedbîrê distînin”.
Tirkan PKK sûcdar dikin
Medya û
rayedarên Tirk ji ber teqînê PKKyê sûcdar dikin.Bi bûna agirbesta yek alîya
PKK jî wek nîþaneyeke vê yekê tê diyar kirin.
Hikumet û arteþa Tirk civîneke awarte lidardaxistin
Îro rayedarên
hikumeta Tirk,emniyata Tirk û rayedarên arteþa Tirk civîneke awarte derbarê
teqînê û bi dawî bûna agirbesta PKK de pêk anîn.
Saziyên mafên mirovan û partiyên siyasî êrîþ þermezar kir
Nunerên
saziyên mafê mirovan û çend partî êrîþa bombeyî þermezar kir.Her wiha
li Enqereyê serokên partiyên DTP,ODP,EMEP,SDP hatin cem hev û derbarê teqînê
de daxuyanîyek pêþkeþ kirin.Di daxuyanÎyê de diyar kirin ku"ev êrîþ ji bo
provake kirina pêvjoya hilbijartinê pêk hatiye.
Teqîn bo êrîþ kirina ser Kurdistana azad û têkbirina AKP pêk hat
Teqîn di
demeke pir hessas de çê bû.Arteþa
Tirk a bi serfemadariya Buyukanit de bi daxuyaniyên tund ku êrîþî AKP û
Kurdan dikir li himberî hikûmeta AKP "tehdîtnameyek" weþandi bû û hikûmeta
Erdogan tehdît kiribû.
Arteþa Tirk
dixwaze êrîþî Kurdistana azad bike.Lê bo vê yekê DYE nekarîbûn razî bikin.Li
alîyekî pêþketina li Kurdistana azad didome,li alîyekî li TirkÎye pêvajoya
hilbijartinê destpêkirîyê û îxtimala ketina parlementoya Tirk ya Kurdan
derketiye holê û li alîyekî din jî li gel hemû provakasyonana diyalog û
îradeya çareser kirina pirsgirêka Kurd û Kurdistan li bakûrê Kurdistanê mezin
dibe û kiryarên dewleta Tirk yên ser Kurdan zêdetir eþkere dibe.
Her wiha li
alîyekî din jî di demên dawî de bi nêzîk bûna referandûma Kerkûkê Kurdistana
azad bi êrîþên hovane dihêje.
Bi îxtîmaleke
mezin bi teqîneke wisa tê xwestin ku him bi tawanbar kirina PKK û bi
giþtî Kurdan DYE qeyîlî ketina arteþa Tirk bo kurdistana azad be û him jî
hêzên dijî AKP xurtir bibin û bi bilind kirina pêla þovenizma Tirk AKP
bê têbirin û xwe Îfade kirina Kurdan di asta raya giþtî yê Tirkîye de bê qut
kirin.
Dewleta kûr û
derdorên þoven yên tirkan niha kêm be jî gavên hikumeta AKP bo çareser
kirina kêþeya Kurd nerazîne.
Yaþar Buyukanit him bi kiryarên xwe yên 10 salên dawîn,him bi têkîlîyên xwe
yên tarî û him jî bi daxûyanîyên xwe yên tuj tundiya heyî ya li dijî gelê
Kurd li bakûrê Kurdistanê zêde bû bû.
Demokratize bûna Tirkîye an jî pêþketina bîr û baweriyên dervey kamlîzm û
Tirkperestîyê an jî pêþketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina
hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest,arteþa Tirk,dijminên
Kurdan,kemalîstên faþîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji
berjewendîyên xwe winda dikin dîsa xiste nava livûtevgerê.
(HAWAR DENGÛBAS / ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|