|
Ji bo asteng kirina Kurdan
hevkarîya AKP,CHP û serkomarê Tirk Necdet Sezerê
12 Gulan,2007
weþandin:01:38:04 (GDK)
Piþtî biryara DTP ya tevlî bûna bi
berendamên serbixwe bo hilbijartinan bo asteng kirina Kurdan AKP û CHP ku di
tu mijaran de li hev nakin ketin tevgerê.
Guhertina ku dixwaze namzetên
serbixwe di pusula dengdanê ya hevgirtî de cîh bigrin, li dijî 12'ê dengan
bi 430 dengî hate qebulkirin. Guhertina ku dixwaze her 4 sala hilbijartinên
giþtî werin kirin, li dijî 65 dengî bi 367 dengî û hilbijartina serok-komar
ji aliyê gel bi 2 turan bi 374 dengan hate qebulkirin. Li gorî qanûnê
dê hemû namzetên serbixwe di pisûlayekê de, li ser þerîdekî cih bigrin. AKP
û CHP dixwaze bi vê yekê rayê kurdên ku xwendin û nivîsandina wan tune ye
biþewitîne.
Li gorî hesebên siyasetmedarên kurd di vê hilbijartinê de li tevahiya
Tirkiyeyê herî kêm dê 37 parlamenteran derbixin. Siyasetmedarên kurd ên li
gorî anketên demê dawî hesabên hilbijartinê dikin, tînin ziman ku hilbijêrên
kurd ên piþtî ku pirsgirêka bendavê ji ber wan rabin dê bêtir bawerî bi
dengên xwe bînin û îradeya kurdan dê bandor li ser sindoqan bike.
AKP’ê, her wiha bendava ji sedê 10’ê jî pêk tê kêm nekir û bi vê riyê jî
xwest pêþî li ber temsîliyeta kurdan bê girtin.Her wiha tê texmîn kirin ku
serokkomarê Tirkîye Ahmed Necdet Sezer ku tu biryarên din ya parlemenê ku bo
guherandina zagonê û qanûnê hilbijartinan hatina girtin tenê madeya pusulayê
pejirÎne û yên din veto bike.(Dîha
/ ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|