|
Hewlên
Dewleta Tirk bo asteng kirina Kurdan didome
19 Gulan,2007
weþandin:01:38:04 (GDK)
Piþtî biryara DTP ya tevlî bûna bi
berendamên serbixwe bo hilbijartinan bo asteng kirina Kurdan AKP û CHP ku di
tu mijaran de li hev nakin li hev kirin û biryara namzetên
serbixwe di pusula dengdanê ya hevgirtî de cîh bigrin, girtin niha jî
serdozgerê Dadgeha Bilind Nurî Ok, biryara betalkirina endametîya Hatîp
Dîcle, Leyla Zana, Selîm Sadak, Orhan Dogan û herweha 116 kesên din, bi
nivîsek ji Partîya Civaka Demokratîk re ragihand.
Serdozger di nivîsa xwe de dibêje ku hukmê cezayê her çar parlamenteran ji
holê ranebîye, cezayê wan hatîye rawestandin.
Kurd bo çareser kirina
hin kêþeyan û xurttir kirina têkoþîna neteweyî dixwazin biyekgirtî bikevin
parleman Tirk
Li Tirkîye 3 partiyên
di çerçoveya mafên Kurdan de dixebitin hene.Yekem KADEP a Serafettîn
Elçî,dûyem DTP ku di xêza PKK de ye û di salên dawî de di politikaya wan de
ber bi Kurdistanî bûynînê de hin guhertinên girîng derketi be holê jî hê
bandora îmralî ser DTP serdest e.Partiya sêyemîn jî HAK-PAR e ku serokê wê
partiyê Sertaç Bucak e.KADEP ji ber temam nekirina bi rexistin bûyîna xwe
nikare tevlî hilbijartinan bibe û DTP û HAK-PAR tevlî hilbijartinan bibin.
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya Tirkîyeyê de
bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê tevlî
bikin.Heviya gelê Kurd eve ku KADEP,DTP,HAK-PAR û hemû sazî,rexistin,komale
û navendên Kurd bi yekrêzî tevbigerin û hêza siyasîya Kurdan xurtir bikin.Divê DTP
wê îdolojîyeke temsîl neke wê hemû kurdan temsîl bike.Divê hemû polîtîkayan
jî ser vê esasê bê meþandin.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|