|
DTP
biryara bi navê partiyê tevlînebûna hilbijartinan ji Saziya Hilbijartinê ya
Bilind re ragihad
22 Gulan,2007
weþandin:08:28:35 (GDK)
Ji ber benda hilbijartinê ya ji
sedî 10, DTP wê bi navê partiyê tevlî hilbijartinên pêþwext yên 22ê Tîrmehê
nebe. Li ser vê yekê DTP îro vê biryara xwe ji Saziya Hilbijartinê ya Bilind
re ragihand.
Ji aliyê din ve DTP ji bo bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinan bibe
amadekariyên xwe zêde kirin. DTP, ku wê bi namzetên serbixwe tevlî
hilbijartinan bibe, biryara xwe ya paþvekiþandina ji hilbijartinan, ji
Saziya Hilbijartinê ya Bilind re ragihand.
Alîkarê Hevserokê DTP yê ji Hilbijartinan Berpirsyar Osman Ozçelîk, bi
daxwaznameyekê ev biryar ji saziyê re ragihand. Di daxwaznameyê de tê
diyarkirin, ku li hemberî benda hilbijartinê ya ji sedî 10, DTP xwe ji
hilbijartinan vedikiþîne.
Ji aliyê din ve Komîsyona Piþtgiriya bi Namzetên Serbixwe re ku DTP
piþtgiriyê didê, serlêdanên bernamzetiyê bi dawî kir û li herêman belav bû.
Piþtî nirxandinan wê namzet bên eþkerekirin û di 2ê Hezîranê de werin
eþkerekirin. Ji 31 herêmên hilbijartinan bi giþtî 247 kes ji bo berandamtiya
parlamenteriya serbixwe serî li komîsyonê dan. Di nav 247 kesan de 28 jê jin
in. Di nav bernamzetên jin ên DTP de hevseroka DTP Aysel Tugluk jî heye.
Di vê navberê de Koma Sosyalîst ya Parlamena Ewrûpayê, wê ji bo
hilbijartinan heyetekê biþîne Tirkiye.
Tevî vê yekê Serokê Koma Sosyalîst Martin Þulz û Hevserokê Koma Keskan
Daniel Kon-bendit, guhertinên qanûnî yên ji bo astengkirina DTP weke
skandalekê bi nav kirin. Serokên komên Parlamena Ewrûpayê bal kiþandin ku li
dijî DTP pîvanên 'maf û wekheviyê' bi awayekî eþkere tên binpêkirin.
Ji aliyê din ve di van rojên ku zextên li ser DTP dijwar dibin, Wezîrê Karê
Hundir yê Tirkiye Osman Guneþ yê nû, ji bo tevlî civîna hilbijartinê.
(Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser
navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|