|
Dilê DTP nîne ku bo yekîtîya Kurdan a di hilbijartinan de bêje "Erê"
NÛÇE/ÞÎROVE:
REBIWAR KURDO /
HAWAR DENGÛBAS
11 Gulan,2007
weþandin:22:37:15 (GDK)
HAWAR,AMED,Kurdistan -- Di parlemantoya Tirk de DTP wê îdolojîyeke temsîl
neke wê hemû Kurdan temsîl bike.Divê hemû polîtîkayan jî ser vê esasê bê
meþandin.
Li Tirkîye û bakûrê Kurdistanê
hilbijartinên di 22 Tîrmehê êdî mijara sereke ya rojevê ye.
Ev hilbijartin bo Kurdan jî xwedî
girîngîyeke dîrokî ye.Partiya Civaka Demokratik DTP'ê biryar girt, ku bi
namzetên serbixwe tevlî hilbijartinê bibe.
Meclîsa DTP'ê piþtî civîna du rojan a li Amedê, stratejiya xwe ya ji bo
hilbijartinê eþkere kir û biryar da, bi namzetên serbixwe tevlî
hilbijartinên bibe.
Partiyên wek HADEP,DEHAP ku di
xêza PKK de ne heta niha ji alîyê hin "hêzan" dihate asteng kirin ku
bi namzetên serbixwe tevlî hilbijartinana bibin.Lê ji ber daxwaz û israra
mezina ya gel wan "hêzan" jî ku nedixwestin desthilatdariya wan bihêje
neçar man ku qayîlî namzetên serbixwe bûn.
DTP ragihand ku dê bi partiyan
îttÎfaqê çênekin.Di raya giþtî ya Kurdî de daxwazake mezin ya yekbûna hêzên
Kurd hebû.Hin derdorên di nava PKK û DTP nedixwstin jî bi partiyên din yê
kurd re îttîfaq bê çêkirin DTP bi nîvdilî hevkariya di navbera hêzên Kurd re
dinirxîne.Tê texmînkirin ku DTP bi partiyên wekî KADEP û HAK-PAR’ê re tifaqa
hilbijartinê pêk neyne.Wisa tê texmînkirin ku rayedarên DTP’ê dê
danûstandinê bi bi KADEP û HAK-PARê re bike û ji bo hilbijartinê piþtgiriyê
ji wan bixwaze.
Girîngîyeke sembolîk ya yekîtîya
Kurdan heye
Wek tê zanîn li Tirkîye 3 partiyên
di çerçoveya mafên Kurdan de dixebitin hene.Yekem KADEP a Serafettîn
Elçî,dûyem DTP ku di xêza PKK de ye û di salên dawî de di politikaya wan de
ber bi Kurdistanî bûynînê de hin guhertinên girîng derketi be holê jî hê
bandora îmralî ser DTP serdest e.Partiya sêyemîn jî HAK-PAR e ku serokê wê
partiyê Sertaç Bucak e.KADEP ji ber temam nekirina bi rexistin bûyîna xwe
nikare tevlî hilbijartinan bibe û DTP û HAK-PAR tevlî hilbijartinan bibin.
Kurd divê nêzîkî hev bibin û bo têkdana polîtîkayên dagirkeran û standina
mafênn Kurd di gelek waran de berxwe didin.
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya Tirkîyeyê de
bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê tevlî
bikin.Heviya gelê Kurd eve ku KADEP,DTP,HAK-PAR û hemû sazî,rexistin,komale
û navendên Kurd bi yekrêzî tevbigerin û hêza siyasîya Kurdan xurtir bikin.
Ger vê 3 partî û hemû
dezgeh,sazî,rexistin,komele,navend û medyaya Kurdî bi yekdengî tevbigerin dê
Kurd hêzêke psîkolojîk jî bidest bixînin.Ji ber ku ketina partîyên Tirk bo
meclîsa Tirkîye û ya Kurdan ne heman tiþt e.Ji xwe hemû qedemyên
dewleta Tirk ji alîyê Tirkan ser esasê Tirk bûyînê tê meþandin û Kurd bi
nasnameyên xwe ne perçeyeke birêvebirîyêne.Ji ber vê yekê jî Kurd wekî
teref(alî / millet) di parlemna Tirk de bê temsîl kirin û divê hemû çîn û
dîtinên Kurdan deng bê standin.Ger Kurd bo parlemena Kurdan bihatana
hilbijartin dê rewþ ne wisa bûya yanî pêwîstîya bo yekÎtî ne hewce bûye lê
rewþ ne wisa ye.Divê Kurdên çepperest,alîgirê PKK,ne-alîgirê PKK,Kurdên
netewsperest,Kurdên lîberal,Kurdên dîndar, Kurdên karker,Kurdên Elewî,Kurdên
ku federasyonê dixwazin Kurdên xwedî nerîneke cûda ne û hwd..
Ji ber di vê parlemantoyê de DTP
wê îdolojîyeke temsîl neke wê hemû kurdan temsîl bike.Divê hemû polîtîkayan
jî ser vê esasê bê meþandin.
Navê xwe
kontrol bikin!
Lîsteyên hilbijêran duh bi hemû
muxtariyan ve hate kirin. Lîste dê heta 21’ê gulanê daliqandî bimînin.
Kesên ku navê wan di lîsteyan de tune ye û yên ku di 22’ê tîrmeha 1989’an de
hatine dinê, dê bikaribin navê xwe li muxtariyan binivisînin. Nerazîbûnên ku
li hemberî lîsteyan bên kirin, dê 24’ê gulanê roja pênþemê bê nirxandin.
Heman roj dê biryar jî bê dayîn. Hûn dikarin navê xwe ji navnîþana
www.ysk.gov.tr kontrol bikin.
(HAWAR
DENGÛBAS / Dîha)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|