|
Dadgeh Li Gor Daxwaz û Tehdîta
Arteþa Tirk Biryar Da û AKP Biryara Hilbijarinê Vergirt
02 Gulan,2007
weþandin:23:49:11 (GDK)
|
Tê payîn ku AKP bo
hilbijatina serok komariyê de dîs Ebdullah Gulê wekî berendam nîþan
bide
|
HAWAR DENGÛBAS,ENQERE-- AKP biryara hilbijratinê vergirt û tê payîn ku
hilbijartin di meha Tîrmehê(temmuz)ê de pêk were.Her wiha AKP biryar da ku
serkomarê jî ji alîyê gel ve bê hilbijartin.
Dadeha Makezagonê ya Tirk, tura
yekemîn a hilbijartina serokomariyê, bi hinceta ku ji bo hilbijartinê 367
parlamenter ku ji bo hilbijartinê hejmara têrî civînê dike ye di meclîsê de
nebûye, îptal kir.
Wek tê zanîn çend roj berê Arteþa Tirk ku piþtî serfemadariya Buyukanit bi
daxuyaniyên tund êrîþî AKP û Kurdan dike 2 roj berê li himberî hikûmeta AKP
"tehdîtnameyek" weþand û hikûmeta Erdogan tehdît kir.Hikumeta AKP berovajî
bûyerên bi vî rengî li Tirkîye paþve gav neaveti bû.
Dadgeha Destûra bingehîn a Tirkiyê, îtiraza CHP'ê ya ji bo hilbijartinên
serokkomariyê qebûl kir. Di heman demê de biryara dadgehê tê maneya qebûl
kirina tehdîtên arteþa Tirk jî.
Serokwezîrê Tayyip Erdogan û serokên din ên AKP'ê di bin siya hiþiyarnmaeya
serokatiya fermandariya giþtî ya artêþa Tirk de, bi wezîran re rûniþt. AKP
biryara hilbijratinê vergirt û tê payîn ku hilbijartin di meha
Tîrmehê(temmuz)ê de pêk were.Her wiha AKP biryar da ku serkomarê jî ji alîyê
gel ve bê hilbijartin.
CHP her çiqas daxwaza xwe bicîh anî be jî pisporên sîyasî diyar dikin ku di
nava gel de ser midaxelya arteþa Tirk nerazîbûnek çêbûye û bi vî avahî AKP
dikare dengên xwe zêdetir bike.Li Tirkîye cara yekem hikumeta AKP li ser
muxtireyeke arteþê nerazîbûn nîþan da û berxwe da.Tê diyar kirin ku ev
stratejî riya AKP zêdetir veke.
Erdogan biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn weke gulleyek hatibe
berdan demokrasiyê nirxand û xwest serokomar ji aliyê gel ve were
hilbijartin, serokomar karibe du caran ji bo pênc salan wezîfeyê bike.
Erdogan diyar kir, ku ew amadene, hilbijartinên parlementeran 4 salan carekê
bikin. Erdogan wekî din, anî ziman ku ew alîgirin kesekî 25 salî jî karibe
were hilbijartin û ji bo vê yekê jî dixwazin bi awayekî lezgîn guhertinên
qanûnî bêne kirin.
Der barê daxixistina benda ji sedî 10 a hilbijartinan de ti gotin ji devê
Erdogan derneket, lê belê partiya ANAPê ya 20 parlementerên wê li Parlementê
hene, destek da Erdogan.
CHP kete tengasîyê
Lê belê lîderê CHPê Denîz Baykal hilbijartina serokomar ji aliyê gel ve
qebûl nekir. Mixafeleta Tirk di serî de partîya CHP ku her çiqas partiyeke
"çepgir" be jî bi politikayên xwe yên faþist û kamlist û dijî Kurdan tên
nasîn û heman demê de nûnerê veþartî ya hêzên militarstin ku heta niha
hilbijartina pêþwext dixwastin li ser biryara hilbijartina pêþwext ketin
tengasîyê ji ber ku hemû planên CHP têk çû û CHP hemû politikayên xwe ser
alozî derxistin,dijwarî û pevçûnê ava kiribû niha nerazîbûneke giþtî hembe r
HP derketîye holê.HP dê hilbijartinan de encax bikariba dengên
ultra-kemalîstan verbigre.
Guftûgoyên hilbijartinê li Tirkiyê li welatên Yekîtiya Ewrûpayê û Emerîkayê
jî deng veda.
Endamê Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê yê ji berfirehkirinê berpirsiyar Ollî
Rehn jî diyar kir, ku ew biryara hilbijartinên pêþwext bi kêfxweþî pêþwazî
dikin.
Divê
Kurd bi avayekî yekgirtî têkevin parlemena Tirkîye
Di vê pêvajoyê de jî Kurd divê
nêzîkî hev bibin û hiþmendîya Kurdeyatî bilind bikin.Ji bo têkdana
polîtîkayên dagirkeran û standina mafan Kurd di gelek waran de berxwe didin.
Li pêþîya Kurdên bakûrê Kurdistanê gelek kêþeyên bingehîn wek perwerdeya bi
zimanê kurdî,pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê karîyê,bi temamî
serbest berdena weþanên bi Kurdî,rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên
gund û bajaran),di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd",bi kar anîna zimanê
Kurdî di kamûyê de,guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember
Kurdan, û heta çareser kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî
Kurdan a 30-40 salên dawîn de pêk hatine.
Divê Kurd bi çi avahî be bila bibe di hilbijartinên 2007'an ya Tirkîyeyê de
bikevin parlemena Tirkan û derîyeke nû nav rêbazên têkoþînê tevlî bikin.
Derdorên þoven û militarist û kemalist dijî AKP ne
Dewleta kûr û derdorên þoven yên
tirkan niha
kêm be jî gavên hikumeta AKP bo çareser kirina kêþeya Kurd nerazîne.
AKP di bûyîna Buyukanitê di serokê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk asteng
bike lê zext û zorên arteþa Tirk û dewleta kur hikumeta AKPyê têkbiri bû û
Buyukanit bû bû serokê fermandariya giþtî ya artêþa Tirk.
Yaþar Buyukanit him bi kiryarên xwe yên 10 salên dawîn,him bi têkîlîyên xwe
yên tarî û him jî bi daxûyanîyên xwe yên tuj tundiya heyî ya li dijî gelê
Kurd li bakûrê Kurdistanê zêde bû bû.
Demokratize bûna Tirkîye an jî pêþketina bîr û baweriyên dervey kamlîzm û
Tirkperestîyê an jî pêþketina Kurdan li Kurdistana azad û bi dest xistina
hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên nijadperest,arteþa Tirk,dijminên
Kurdan,kemalîstên faþîst,çeteyên tarî,derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji
berjewendîyên xwe winda dikin dixe nava livûtevgerê.
AKP her çiqas hê jî tevgera
rizgarîya netweya Kurd napejire be jî ji hemû hikumetên Tirk baþtir nêzî
pirgirêka Kurd dibe.Erdogan ku gotibû “ez pirsgirêka Kurd nas dikim” bi
hiþyarîya arteþa Tirk û bi nêzik bûna hilbijartinên giþtî li Tirkîye niha bi
her avahî peyama nijadperestîyê bilind dike.Niha ji ber lîstikên xwe yên
sîyasî û nezikatiya þaþ a PKK Û bilind bûna pêla þovenizma li Tirkîye AKP di
mesleya çareser kirina kêþaya kurd paþ ve gav avêt.
Lê her çi bila be AKP di mesleya Kurd de gev navêje jî ji desthilat bûna CHP
an jî MHP bi her avahî baþtirin.Ji ber ku AKP jî dijî midaxaleya arteþa Tirk
e.Kurd di desthilatiya AKP de dikarin baþtirîn têkoþîna xwe ser zemîneke
guncaw parktize bikin.(HAWAR
DENGÛBAS / ajansan)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|