|
Destên qirêj yên xwînxwarên hov vê carê jî li Mexmûrê herî kêm 60 Kurd Þehîd
kirin
13 Gulan,2007
weþandin:15:43:46 (GDK)
HAWAR,MUSIL,Kurdistan -- Terorîstên û dijberên Kurd dixwazin pêþketina
Kurdistan azad xera bikin.
Li
Kurdistana azad êrîþeke din ya dijberên Kurd ku dixwazin aramî Kurdistanê
têk bibin û rê li serketina Kurdan bigrin îro li Mexmûrê êrîþeke bombeyî pêk
anîn û di encamê herî kêm 60 kes jiyana xwe ji dest dan.
Terorîstan li bajarokê Mexmûrê
demjimêr 11: 30 bi êrîþekî xwekuj, otomobîlekî bombabarkirî li kolana tayê
23 ya Partîya Demokrata Kurdistanê û qeymeqamîya Mexmûrê de teqandin, di
encama vê êrîþê de herî kêm 60 kes þehîd ket û û nêzî 150 kes jî birîndar
bûn.
Serokê
Parlemetoya Kurdistanê Ednan Muftî bi tundî êrîþê þermezar kir
Serokê Parlemetoya Kurdistanê
Ednan Muftî bi tundî teqîna îro ya Mexmûrê þermezar kir.Serokê Parlementoyê
bi hevaltiya Wezîrê karûbarê Parlementoyê Saîd Xalid û Endamê Parlementoyê
Serdar Herkî serdanê birîndaran kirin.
Serokê Parlementoyê ew kiryara terorîstiyê hewlekî din ya terorîstan bo
têkdayîna rewþa ewlehiya Herêma Kurdistanê nîrxand.Ednan Muftî bo kesûkarên
þehîdan sersaxî xwest û bo birîndaran jî heviyên zû baþbûna xwest.
Dijberên
Kurd bo têkdana Kurdan li Kerkûkê û pêþneketina Kurdan hewl didin
Gelek caran dewleta Tirk Kurdan û
kurdistana azad bi avayekî eþkere tehdît kir.Wek tê zanîn dewleta Tirk
ûhin grubên Ereb û Tirkmen bo tevdana rewþa Kurdistanê di nava hevkariyê de
ne.Dewleta Tirk îdda dike ku bi çêkirina referandûmê wê li Iraqê tundî
gurtir be.Lê dewleta Tirk ev yekê eþkere nake ku wê tundkarîyê bixwe derxîne
holê.Her wiha dîsa lawaz kirina desthilatdarîya Kurdistana azad daxwazîya
hemû dijberên Kurdan e.
Dewleta Tirk û hemû dijberên Kurdan naxwazin ku referandûmek bê saz kirin.Ji
ber ku ew jî dizanin ger referandûm were kirin wê Kurdan biserkevin.Her wiha
ji heman sedeman dijî pêkanîna madeya 140 ê ne ku bi vê madeyê Kurdên ku ji
Kerkûkê hatine derxistin paþ ve bê vergerandin.
Wek têzanîn çend roj berê li
hewlêrê jî êrîþeke teroristî ber wezareta navxwe ya Kurdistana azad hati bû
pêk anîn.Her wiha 1 Sibata 2004an de,Li
Kurdistana Federal bajarê Hewlêrê terorîstan êriþên xwekuj birin ser
barehagê Partiya Demokrat ya Kurdistanê û Yekîtiya Niþtimanî ya Kurdistanê
.Di van êriþan de berpirsên bilind yên PDK-ê û YNK-ê dor 140 kesan hatine
kuþtin.
Her wiha heta niha bi vî þiklî çend êrîþên din jî çêbûn.Bi nêzîk bûna dema
çareserîyê li Kerkûkê dijberên Kurdan bo têkdana serkeftina Kurdan ketîne
nava liv û tevgerê.
Tê xwestin ku pêþketina Kurdistan azad xera bikin.Ger li Iraqê rewþ ber
bi xirab bûnê biçe dibe ku Kurd jî bi avayekî xwezayî ji Iraqê bi temamî
veqetin.(HAWAR
DENGÛBAS / Puk Medya,AP)
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku destnîþana HAWAR DENGÛBAS
hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media Group
ya HAWAR DENGÛBAS
e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû
Naveroka Beþa Kurdistan
|