|
Divê PKK rewþa Kurdistana azad li ber çav bigre
NÛÇE-ÞÎROVE: HESEN DILGEÞ /
HAWAR DENGÛBAS
09 Îlon (Rezber),
2007 weþandin:09:32:12 (GDK)
HEWLÊR, Kurdistana
azad (HAWAR) -- Niqaþên
li ser derbarê êrîþên dewleta îran û dewleta tirk ser Kurdistana azad gurtir
dibe.
Piþtî civîna taybet ya parleman
kurdistan ser vî mijarî û piþtî daxuyaniyên serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî,
Celal Talabanî jî ser mijara êrîþan civîneke çapamenîyê li dar xist û êrîþên
bê hiquqî mehkum kir.
Di daxuyaniyên rayedarên
rêvebiriya Kurdistanê de ji xeynî riswa kirina êrîþên Îran û dewleta Tirk de
xaleke din ê hevbeþ ew bû ku ji PKK banga tegerîna bi hîsa aqilane hate
kirin.
Serokê
Kurdistanê; "Rewþa Kurdistana Federal hesas e"
Serokê Kurdistanê di axaftina xwe
ya li
parlemena Kurdistanê de got;"ser gelê kurd bi dehan salin tê êrîþ kirin lê
êdî divê herkes fam bike ku tu kes nikare bi bombe û êrîþan tiþtekî li
Kurdan bide qebûl kirin"
û daxwaz ji PKK kir ku rewþa herêma Kurdistanê
li ber çav bigrin.
Talabanî; "An xebata
xwe ya çekdarî bibin perçeyên xwe an jî xebata siyasî bimeþînin"
Serkomarê Iraqê Celal Talebanî doh
li Silêymaniyê çapemeniyê li dar xist.
Talabanî di mijara yekê ya civîna xwe de li ser topbarana îran û Tirkiye
rawesta û ragihand ku ew li dijî hemû topbaranan in û divê topbaran yekser
bên rawestandin. Talebanî her weha daxwaz ji PKK û PJAK-ê jî kir û got:" Her
du rêxistin bila axa herêma Kurdistanê bi cih bihêlin an xebata xwe ya
çekdarî bibin welatê xwe an jî xebata siyasî bimeþînin."
Þerê niha ya PKK ji
feydeyê zêdetir zirarê tîne
Li baþurê Kurdistanê dema
referanduma Kerkûkê nêzik dibe û li aliyeke din jî li bakurê Kurdistanê û li
Tirkîye bi ketina parlementerên DTP bo meclîsa Tirk deriyeke nû bo çarser
kirina hin problemên netweyÎ Kurdan vebû.Her wiha Kurdistana azad bi
pêþketina xwe di riya serxwebûnê de ye.
PKK ji bo berjewendiyên dema nêzik
berjewndiyên giþtî yên dema dirêj ya netweya Kurd dixe xeterê.
Bêguman mafê her Kurd e ku di hemû
axa Kurdistanê de bo azadiyê xebatan bimeþîne.Lê PKK þerê çekdarî bi avayekî
sîstematîk bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêk nayine hedefa PKK tenê
parastina hêza xwe ye.
Niha PKK bi domandina êrîþên xwe
derdorên berjewendîxwaz,bi taybetî çete û arteþa Tirk bi hêz dike. Di cîhê
ku karê arteþ tune be bi avayekî xwezayî hêza arteþ jî di nava jiyana
demokratîk de kêm dibe.Her wiha di konaxeke bi þer de Kurd nikarin di her
waran de hêsantir tevbigerin û dîyaloga navbera xwe derdora PKK jî tevde
pêþbixînin.Êrîþên PKK û kuþtina serbazên Tirk û Îran niha kerî tiþtek neye û
tenê zordestîye Tirkan li bakûrê Kurdistanê û zordestiya dewleta Îranê li
rojhilatê Kurdistanê zêdetir dike û Iran û dewleta Tirk bo rûxandina Dewleta
Federe ya Kurdistan û pêþî lê girtina referanduma Kerkûkê hincêtan derdixîne
holê.
Di vê konaxa hessas
de li þûna êrîþên çekdarî riyên din hene
PKK niha li bakur û rojhilatê
Kurdistanê li þûna êrîþên çekdarî giranî bide birexsitin bûyina siyasî,
pêþxisitna medyayê, pêþxistina bi rexistin bûyina civakî û bi rexistin
bûyina dîplomatîk xebat kirina bo bi dest xistina mafên girîng wek
perwerdeya bi kurdî hewl bide, bo pêþî lê girtina asîmîlsayonê hewl bide û
li ber çavê hêzên Cîhanî hincetan bo pêþî lê girtina serxwebûna baþûrê
Kurdistanê dernexîne holê dê bo xwe û bo gelê Kurdistanê xizmeta herî mezin
bike.
Ger problema Kerkûkê çareser be û
baþûrê Kurdistanê serbixwe be wê ji vê yekê hemû perçeyên Kurdistanê bi
qezenc derkevin.
Bi xwedî derketina Dewleta Federe ya Kurdistanê û bi serkeftî pêkhatina
prosesa serxwebûna vê dewletê, parastina ziman,çand û hunera Kurdî pêkanîna
yekrezîyê di nav rêxistinên Kurd e û bi baþ bikaranîna amûrên ragihandinên
Kurdî ên heyî dewleta Tirk û Îran wê êdî heta dawîyê têbigehêjin ku ser
neteweya Kurd wekî berê bi hêsanî naye tecawiz kirin.
Ger PKK di þerê çekdarî de bi
israr be divê axa Kurdistana azad bi kar neyîne da ku Iran û dewleta Tirk bo
rûxandina Dewleta Federe ya Kurdistan û pêþî lê girtina referanduma Kerkûkê
hincêtan nebînin û neçar bibÎnin ku hin mafên Kurdan jî bidin.
Rexistinên dervey PKK
divê rolên xwe bileyzin
Di vê pêvajoyê de rexistinên din yên Kurd ji xeynî peyam weþandinê tiþtekî
din nakin û rolên xwe yên pêwîst nalîzin.
Çalakîyekên sivîl pêþnexistin,di
nava xwe di hêla aborî de bi zelalî tevnnegeriyan û bo pêþketina aborîya ku
bo têkoþînê bihata xerc kirin plansazîyekî stratejîk çê nekirin.Bi
Kurdistana azad ser bingeheke dirûst têkîlî nehate danîn.Tenê pesna
pêþketina Kurdistana azad hate kirin û bo pêknanîna hevparîyan di navbera
Kurdistana azad û doza Kurd ya li bakûr têkîlîyên mayînde,nêzik û stratejîk
nehate danîn.
Bo pêþî girtina dejenerasyon,rewþa ciwanên Kurd,bêtehemmulîya civakî û
bêehleqîyê li bakurê Kurdistanê xebatan (wek semîner,komîsyon, dîplomasî,meþ
û hwd..) nehate kirin, di weþanên xwe de jî cihên berfirehtir nedan wan
mijaran.
Televîzyoneke neteweyî nehate ava
kirin.Di warê înternetê de an jî bi giþtî medyayê de weþanên nû ava
nekirin,Partîyên 20-30 salî hin jî hemû hebûnên xwe bi malperekî
didomînin.Tenê dinivîsînin û belav bûna wan nivîs û daxûyanîyên xwe jî
hewlên profesyonel nadin.(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|