|
Di destûra nû ya dewleta Tirk de ne navê Kurd û ne jî mafê perwedeya Kurdî
heye
NÛÇE-ÞÎROVE; SERHAD B.RÊNAS
19 Îlon (Rezber),
2007 weþandin:01:23:12 (GDK)
|

Erdogan jî di riya Ataturk de dimeþe û niha dibêje pirsgirêka
Kurd êdî nemaye
|
DIYARBEKÎR,
bakurê Kurdistanê (HAWAR) --
Hikumeta AKP di wan rojan de xebatên xwe yên bo amade kirina destûra nû ya
Tirkiye zêdetir dike. AKP diyar dike ku armanca wan amadekirina destûreke
sivîl, pêþketî û demokratîktir e.
Lê li gor peþnumaya destûra nû ku
gihêþtiye raya giþtî tu xalên girîng bo dayina mafên bingehîn ya neteweya
Kurd nîne.
AKP, ev 3 rojin ku li piþt deriyan pêþnûmeya Destûra Bingehîn a nû gotûbêj
dikin, li Desteya Wezîran hat nirxandin.Desteya wezîran di bin serokatiya
Serokwezîr Erdogan de civiya.
Piþtî civînê Alîkarê Serokwezîr û
berdevkê Hukumetê Cemîl Çîçek daxûyanî da û got, 'li ser pêþnûmeyê gihiþtine
qonaxeke grîng, lê pêwiste hinek din jî bixebitin.'Wezîr Çîçek got, ew hêvî
dikin, ku Destûra Bingehîn a nû di sala 2008an de bikeve meriyetê. Komîteya
rektoran jî wê 19 Îlonê roja Çarþemê pêþnûmeya Destûra nû binirxîne.
Bo
milletê Kurd guherandineke cidî nîne
Bê guman ji holê rakirina destura
darbeya leþkerî ya sala 1980 pêngavek girîng e.Lê Kurd benderwarî vê yekê ne
ku hêç nebe beþek ji pirsgirêkên netweyî û sosyal ya netweya Kurd bê çareser
kirin ku Kurd 85 sale ku bo bidest xistina wan mafan bê navber têdokoþin û
hemberî zordestî, êrîþ ,asîmîlasyon, kuþtin, înkar kirin û zextên rejîma
Kemalîst rûbirû dimînin.
Li gor peþnumaya destûra nû ku gihêþtiye raya giþtî tu xalên girîng bo
dayina mafên bingehîn ya neteweya Kurd nîne. Destûra nû de jî behsa neteweya
duyemîn ê herî mezin ya Tirkiye yanî behsa milletê Kurd nayê kirin mafên
neteweyî ya gelê Kurd nayê dayin. Dîsa rêgeza yek netew, yek ala ,yek
dewlet, yek ziman tê parastin.
Di pêþiya gelê bakurê Kurdistanê de problem girîng, cidî û acil hene ku di
heviya çarser kirinê de ne wek pêk anîna perwerdeya bi zimanê kurdî,
pêþxistina aborîyê û ji holê rakirina bê kariyê, bi temamî serbest berdena
weþanên bi Kurdî, rakirina qedexeyên ser navên Kurd(navên gund û bajaran),
di resmîyetê de pejirandina navê "Kurd", bi kar anîna zimanê Kurdî di kamûyê
de, guherandina helwestên dewleta Tirk û civaka Tirk hember Kurdan, herî kêm
avabûna rêvebiriyeke herêmî ya Kurdan li bakurê Kurdistanê û heta çareser
kirina problemên civaka Kurd ku di nava þerê dijî Kurdan a 30-40 salên dawîn
de pêk hatine.
DTP;"Nabe ku pirsgirêka Kurd beyî Kurdan were çareserkirin"
Cîgira Hevseroka DTP Selma Irmak
jî di serî de pirsgirêka Kurd, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên
Tirkiye pêdiviya destûreke bingehîn a demokratîk destnîþan kir. Irmak diyar
kir, di zextên ku di dema dawî de li dijî partiya wan tê meþandin jî, dewama
kampanyaya zextê ya li dikî DEPîyan e.
Irmak, li ser pêþnûmeya Destûra Bingehîn a AKP amade kiriye rawestiya.
Irmak diyar kir, ku destûra nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd jî
firsendeke dîrokî ye û divê ji bo vê yekê gavên bi cesaret bên avêtin. "
Irmak anî ziman, ewê civakê mehkumî pêþnûmeya AKP nekin û weha got, "Divê
polîtîkayên þîdetê ku ev bi salane asoya gel tarî kiriye bi dawî bibe."
Irmak got, "Kurdan hem weke cihêengiyekê qebûl dikin, hem jî nûnerên wan ên
rewa ku ew bi xwe bijartine li derve tên hiþtin. Ev jî nîþaneyên girîng dide
ku wê siyaseta neçareserkirinê dewam bike." Irmak diyar kir, nabe ku
pirsgirêka Kurd beyî Kurdan were çareserkirin.
Hedefa
AKP
beyî dayina mafên neteweyî ya Kurdan, meseleyê ji holê rakirin e
Hikumeta AKP ku ji ber gelek sedemên cuda di serî ji qelsiya politikayên DTP
û bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li bakurê Kurdistanê dengên
xwe zêde kir û piþtî hilbijartinan di meseleyên wek xirabkirina Hesenkêyf,
qebul kirina perwerdeya bi Kurdî û di hin mijarên din de li dijî daxwazên
kurdan helwest vergirt. Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP Tayyip Erdogan
jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê pirsgirêka
aborî ye..
Tê xwestin ku di hilbijartinên li pêþiya me de jî dengên AKP li Kurdistanê
zêde bibe û Kurd zêdetir entegreyî sîstema Tirk were kirin û li þûna çareser
kirin û pêkanîna daxwazên neteweyî û civakî ya Kurdan bi serdan û bi çend
febriqa û serdan û geran Kurd bêne xapandin.
Lê hêzên siyasî yên Kurd dikarin
vê rewþe gor berjewendiyên Kurdan bikarbînin û riya pûç kirina stratejiya
AKP ya engere kirina Kurdan bênavber anîna rojavê ya daxwaza Kurdan e û
xebat kirina bo vê yekê ye.
Berdewamiya hebûna Kurdan li bakurê Kurdistanê girêdayî perwerdeya Kurdî ye
Nebûna perwerdeya Kurdî hebûna
Kurdan dixe xeterê. Berî her tiþtî ji bo parastin û pêþxistina zimanê Kurdî
perwerdeya bi zimanê Kurdî pêwîste.Divê berê ji bo vê yekê hewl bê dayîn.Ne
qurs û wekî din divê hemû dersan ji dibistina sereta û heta zanîngehan bi
zimanê Kurdî perwerde were dayin.
Ji bo bal kiþandina zimanekî divê ev ziman xwedî girîngî û statuyekî fermî û
aborî jî be.Her wiha hin malbatên Kurd bi sedema ku zarokên wan di dibistana
sereteyî de zorê nekþînin û ji hevalên xwe dûr nemîna hînî zimanê Tirkî
dikin û hînî zimanê Kurdî nakin.Divê malbatên Kurd dev ji vî çewtîyê xeter
berdin. Zarokekî ku temamî zimanê xwe û çanda xwe hîn nebe ev zarok nikare
bi temamî hînî tu çandî na jî zimanî bibe û avayekî xwezayî di vê zarokê de
“bê nasnameyetî” derdikeve holê.
Divê Kurd bi hêzekî mezin giranîya xwe bidin vê mijara krîtîk.(HAWAR
DENGÛBAS)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|