|
Dewleta Tirk bi hincêta PKK amadekariya þereke seranserî li dijî Kurdistana
azad û hemû Kurdan dike
NÛÇE-ÞÎROVE: SERHAD B.RÊNAS - HESEN DILGEÞ /
HAWAR DENGÛBAS
11 Kewçêr,
2007 weþandin:08:59:32 (GDK)
|

Arteþa Tirk her aliyê bakurê Kurdistanê bi leþker û tanq û çekan
tije kir |
AMED, bakurê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Piþtî kuþtina 15 leþkerên
Tirk ên li Elkê û Þirnexê ya
bakurê Kurdistanê dîsa li dewleta Tirk bangbêjiya þerê seranserî li dijî
Kurdan tê kirin.
Dewleta Tirk ku ev demeke dirêj e
ji bo operasyoneke ser Kurdistana azad bike, bûyerên li Elkê û Þirnexê wekî
hincet nîþan da û bi awayekî fiîlî gefa operasyona fermî kir. Pêr ku li
serokomariyê Abdullah Gul, Serokwezîr R. Tayip Erdogan û Serfermadarê Giþtî
Yaþar Buyukanit biryara ku ji bo operasyona dersînor girtibûn, duh di
Lijneya Bilind ya Têkoþîna bi Terorê (LBTT) fermî kir.
Hikumeta
AKP û arteþa Tirk li hev kirin û çaresariya AKP derket holê
Tê zanîn ku arteþa Tirk heta niha
bo tirsandina çavê Kurdan dixwest ku parelemena Tirk tezkere derbixîne lê
AKP qeyîlî vî tiþtî nedibû.Niha derketiye holê ku hikumet û arteþa Tirk li
hev kirin û bo derxistina tezkere dest bi amadekariyan hate kirin.
Hikumeta AKP ku heta niha bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li
bakurê Kurdistanê ji hikumetaên berê ya dewleta Tirk cûda xuya dikir û êdî
AKP jî ser riya politikayên kevn diçe.Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP
Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê
pirsgirêka aborî ye.
Li tevahiya bakûrê Kurdistanê rewþeke awerte
derket holê
Arteþa Tirk her çiqas heta niha nekaribe
armancên xwe yên dagirkirina Kurdistana azad pêk bînê jî,li bakûrê
Kurdistanê xiste rewþeke þerê giran û zexta ser gel jî tê zêde kirin.Piþtî
zêde bûna êrîþên PKK dewleta Tirk bi vê hincetê zextên xwe zêde kir.Di rjên
dawî de bidehan kes hatin girtin.Weþanên Kurdî hatin ceza kirin.
Arteþa Tirk her aliyê bakurê Kurdistanê bi leþker û tanq û çekan tije kir.
Avêtina ser malan zêde bû. Her wiha dewleta Tirk bi riya medya û ragihandinê
jî êrîþên pskolojîk li dijî Kurdan pêk tîne.Operasyonên Artêþa Tirk ku li
gelek bajarên Kurdistanê yên wekî Amed, Mêrdîn, Colemêrg, Þirnex, Dêrsim,
Sêrt û hwd. li dijî gerîlayên PKK’ê daye destpêkirin bi beþdariya tîmên
taybet, endamên JÎTEM’ê, û cerdevanan berdewam dike. Operasyonên ku li
Kurdistanê hatine destpêkirin rê li ber mirinan vedike.
Di vê navberê de topbarana arteþa
Tirk ya ser sînora Kurdistana azad jî didome.
Ger PKK dixwaze xizmetê gelê kurd bike bo
dema niha riyên guncawtir heye
Li baþurê Kurdistanê dema
referanduma Kerkûkê nêzik dibe û li aliyeke din jî li bakurê Kurdistanê û li
Tirkîye bi ketina parlementerên DTP bo meclîsa Tirk deriyeke nû bo çarser
kirina hin problemên netweyÎ Kurdan vebû.Her wiha Kurdistana azad bi
pêþketina xwe di riya serxwebûnê de ye.
PKK ji bo berjewendiyên dema nêzik
berjewendiyên giþtî yên dema dirêj ya neteweya Kurd dixe xeterê.
Bêguman mafê her Kurd e ku di hemû
axa Kurdistanê de bo azadiyê xebatan bimeþîne.Lê PKK þerê çekdarî bi avayekî
sîstematîk bo azadî û serxwebûna Kurdistanê pêk nayine hedefa PKK tenê
parastina hêza xwe ye.Þerê niha ya PKK ji
feydeyê zêdetir zirarê tîne.Niha PKK bi domandina êrîþên xwe
derdorên berjewendîxwaz,bi taybetî çete û arteþa Tirk bi hêz dike. Di cîhê
ku karê arteþ tune be bi avayekî xwezayî hêza arteþ jî di nava jiyana
demokratîk de kêm dibe.Her wiha di konaxeke bi þer de Kurd nikarin di her
waran de hêsantir tevbigerin û dîyaloga navbera xwe derdora PKK jî tevde
pêþbixînin.
PKK niha li bakur û rojhilatê
Kurdistanê li þûna êrîþên çekdarî giranî bide birexsitin bûyina siyasî,
pêþxisitna medyayê, pêþxistina bi rexistin bûyina civakî û bi rexistin
bûyina dîplomatîk xebat kirina bo bi dest xistina mafên girîng wek
perwerdeya bi kurdî hewl bide, bo pêþî lê girtina asîmîlsayonê hewl bide û
li ber çavê hêzên Cîhanî hincetan bo pêþî lê girtina serxwebûna baþûrê
Kurdistanê dernexîne holê dê bo xwe û bo gelê Kurdistanê xizmeta herî mezin
bike.
Senaryoyên qirêj ya dewleta Tirk
Arteþa Tirk
dixwaze êrîþî Kurdistana azad bike.Lê bo vê yekê DYE nekarîbûn razî bikin.Yek ji
sedemên zêdebûna operasyonên ku Buyukanit ev saleke amadekariya wan dike ew
e ku li Tirkiyeyê hewayê þer serdest bibe û artêþ dîsa bikare wekî berê bi
rehetî mudaxeleyî her qada siyasetê û jiyana civakî bike.
Dewleta Tirk
her tim li pêy têkdana Dewleta Federe ya Kurdistanêye. Tirkîye wek 15 salên
dawî dixwaze Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibe.Ji bo pêkanîna vê
armancê jî bi taybetî arteþa Tirk û hêzên tarî li pêy planên qirêj de ne û
wek berê jî lîstikên klasîk amade dikin û bi hinceta PKK û “teror”ê dixwazin
êrîþî Kurdistana Azad bikin.Ji bo pêkanîna vê armancê li bakûrê Kurdistanê
jî zexta ser gel jî tê zêde kirin.
Arteþa Tirk û
hemû derdorên faþîst yên Tirkan dijmîne gelê Kurd in.Pêþketina bîr û
baweriyên dervey kemalîzm û Tirkperestîyê an jî pêþketina Kurdan li
Kurdistana azad û bi dest xistina hin mafên biçûk li bakûrê Kurdistanê hêzên
nijadperest,arteþa Tirk, dijminên Kurdan, kemalîstên faþîst, çeteyên tarî,
derdorên mîlîtarîst û hemû hêzên ku ji berjewendîyên xwe winda dikin dixe
nava livûtevgerê.Tê
xwestin ku bi bilind kirina pêla þovenizma Tirk xwe îfade
kirina Kurdan di asta raya giþtî yê Tirkîye de bê qut kirin û heta
destkeftiyên salên dawî yên kurdan jî ji holê bêne rakirin..
Tirk dikarin bikevin Kurdistana azad lê
nikarin derkevin
Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide.Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû.Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad.
Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye.Ger dewleta Tirk bikeve
Kurdistana azad wê li hemberî xwe ne tenê hêzên PKK dê hemû kurdan bibîne.
Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e.Di demên
herî xirab de di tengasîyên herî kûr de dijminên kurdan nekarî bûna baþûrê
Kurdistanê têk bibin.Di roja me de li gel hemû pêþketin û detkeftÎyên
sîyasî,aborî,leþkerî,polîtîk,rexistinî,dîplomatÎk û li gel piþtgirîya
perçeyên din ya Kurdistanê qet ne mimkune ku dewleta Tirk li Kurdistana azad
serkeve.Kurd ger
neçar bibînin wek 100 salên rabirdû li gel hêza xwe mezin ya îro xwe
bisperîn çiyayên Kurdistanê ku tu car dijminên Kurdan re nebûye war û axa
Kurdistanê ji dewleta Tirk re bikin dojeh.
Dewleta Tirk
dikare bikeve axa Kurdistana azad lê nikare derkeve.Di her
kûçe,kolan,cade,avahî,rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê.Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþÎna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne.
Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.Doza Kurdan
dozeke rewa ye û ji ber vê yekê jî tekdana wê ne mimkune.
(HAWAR DENGÛBAS )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|