|
Bangewazî/Li dijî hêriþkariya Tirkiyê dest bidin hev!
15 Kewçêr,
2007 weþandin:02:12:43 (GDK)
Daxûyanî -- Di van rojên
dawî da gef û tehdîtên neyarên gelê Kurdistanê li ser Kurdistana Baþûr
gihaye radeyeke be xeter.
Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan çend roj berê, piþtî kombûna Karbedestên
Ewlekariya Netewî, ragihand ku Tirkiye dixwaze bikeve nav axa Bakurê Iraqê
ango Kurdistana Baþûr û li wir þerê çekdarên PKK bike. Hukumeta wî ji
parlamentoyê daxwaz kir ku piþtî cejna Remezanê destûrê bide destê leþkeran
da ku bi hêzeke leþkerî ya giran bikevin Kurdistanê
Ewana bi hinceta bûyerên rojên dawî, hincetên kevin û taze careke din bi
tundî gefan li Hukumeta Kurdistana Baþûr dikin. Wan dev ji daxwaz û xiyalên
xwe bernedane; dagirkira Kurdistana Baþûr û têkbirina destkeftiyên milletê
Kurd li Kurdistan Baþûr armanca wan e.
Hêvî ew e ku dewleta Tirk berjewendiyên gelên herêmê nevêje bin piyan;
îstikrar û aramiyê aloztir neke, ji azadiya gelê Kurdistanê re tehamul bike,
destê cîrantî û dostaniyê dirêjî Kurdistana Baþûr bike. Aqlê selîm wisa
dixwaze, lê eger serwerên Tirkiyê dev ji xem-xeyalên xwe bernedin û bibin
sedemê þerekî navwelêtî ê nû, ev þer wê li ser wan gelekî giran bikelife.
Gelê kurd wê bi gulîlkan pêþwazya leþkerê tirk neke. Ew ê bi hemû hêza xwe
ji bo ax û zadiya xwe têbikoþe.
îro ji her demê zêdetir giring e ku em kurd hemû li destkevtinên Baþûrê
Kurdistanê xwêdî derkevin. Loma jî divê Kurd gelek hiþyar bin. Çi li hundirî
welêt, çi jî li seranserî Awropa divê em kurd bibin yeklaþ û yek hêz û li
dijî dagirkeran rawestin.
Bijî azadî!
Bimre dagirkerî û dijminahiya gelan!
Bijî Kurd û Kurdistan!
Komîta Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê
14.10.2007
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|