|
Banga bi lez ji bo raya giþtî ya navnetewî!
15 Kewçêr,
2007 weþandin:13:23:32 (GDK)
Daxûyanî -- Wek raya giþtî
ya navnetewî jî agahdar e, hukumeta Tirk, hebûna hêzên PKK dike bahane û
hewl dide, ku ji parlamenê tezkereyeke derxîne û êrîþî Kurdistana Baþûr
bike. Ji aliyê din, li seranserê Tirkiyê propaganda dij-Kurd ya regezperest
û þovîn û êriþên linç bihêztir dibin.
Her usa dewleta Tirk dixwaze di qada navnetewî da jî ji xwe ra alîgiran
peyda bike, qet nebe dezgeh û rêxistinên navnetewî li hember vê êrîþê bêdeng
bimînin.
Lê belê, eþkere ye, ku binpêkirina hudûda dewleteke din, gor peymanên
navneteweyî, ne yasayî ye û tu þik tune, ku mebesta dewleta Tirk, ne PKK ye,
ruxandina statuya Kurdistana Baþûr e, ku berpirsiyarên leþkerî û sîvîl yên
Tirk bi dehan caran eþkere kirin.
Lê divê neyê ji bîr kirin; axa ku dewleta Tirk dixwaze êrîþ bike, di bin
hukma dewleta Iraqê da ye û ji bilî hêzên Kurdistanî û Iraqî, ji aliyê hêzên
navnetewî jî tê parastin.
Dîsa divê baþ bê zanîn, ku ev êrîþ wê bê îstikrarî û bê aramiya heremê
zêdetir bike û ev jî ne tenê ji bo heremê, ji bo seranserê Rojhilata Navîn
wê bibe xeterek mezin.
Dîrok jî þahid e, ku gelê Kurd, ji bo parastina mafên xwe yên rewa û mirovî,
herdem berxwe daye û bê guman ger hewce be, wê dîsa berxwe bide. Lê belê, di
vê qonaxa hesas da, roleke bingehîn û giring dikeve ser milê dezgeh û
rêxistinên navnetewî.
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|