|
Bangawaza Partiyên Kurdî û Kurdistanî Ji Bona Bîrûrayê Giþtî
15 Kewçêr,
2007 weþandin:18:35:43 (GDK)
Daxûyanî -- Dewleta Tirk
hinek çalakiyên PKK ji xwe ra kiriye bahane û xwe amade dike, ku
operasyoneka serbazî di axa Kurdistana Baþurê da çêke. Partiya Dadî û
Pêþveçunê (AKP) jî, ji bona vê armanca kirêt, ji Meclîsa Tirkiyê daxwaz
dike, ku desthilatdarî bidine hikumetê, daku leþker biþêyne Kurdistana
Baþurê.
Ji bona bîrûrayê giþtî eyan e, ku armanca dewleta Tirk, ne bingehên PKK li
Kurdistana Baþur e. Armanca serekî ya dewleta Tirk, pêþî lê girtina geþbûna
Ezmuna Kurdistanê ye.
Generalên Tirk gelek caran ragihandine û gotine, ku “Hikumeta Herêma
Kurdistanê li ser asayiþa netewî ya Tirkiyê xeter e.” Bi gor bîr û baweriya
generalên Tirk û karbidestên dewleta Tirk, dema Kurdan carenusê xwe bi xwe
diyar bikin, dibine xeterek li ser Tirkiyê!. Ku, mafê carenusî yek ji mafên
serekî ya mirovan e û Hikumeta Herêma Kurdistanê jî daxwaz û îradeya Kurdên
Baþur e.
Hikumeta Herêma Kurdistanê ne tenê daxwaz û îradeye Kurdên Baþur e, ew her
usa di Iraqa Federal da zaminê aramî û aþitiyê ye. Hikumeta Herêma
Kurdistanê tenê deskevta gelê Kurd nine, deskevta hemu hêzên aþitî û
azadîxwazên navçeyê ye. Ji bone vê yekê her operasyona leþkerî û her
desteverdana dewletên cîran, ne tenê lêdan û lawaz kirina Hikumeta Herêma
Kurdistanê ye, her usa lêdana hêzên aþitixwaz û azadixwaza navçeyê ye.
Dewleta Tirkiyê di wan 25 salên dawiyê da, di axa Kurdistana Baþurê da 24
caran operasyona leþkerî çêkiriye. Lê belê tu caran negihiþtiye armanca xwe.
Bê guman vê carê jî nageje. Operasyona leþkeriya Tirkiye rewþa siyasiya ya
navçeyê aloztir dike, ku îro Navçeya Rojhilata Navîn hewcedarî aramî û
asayiþ e, ne alozî û tevlihevî.
Guman têda nine, ku bandora alozbûna rewþa siyasiya rojhilata Navin, li ser
siyaseta cihanê heye. Ji bona vê yekê, em partiyên Kurd û Kurdistanî:
- Ji Koma Yekitiya Miletan, ji dewleta Yekbûyî ya Amerîka, ji Peymana NATO,
ji Yekitiya Ewropa, ji dezge û saziyên mafên mirov yên navnetewî daxwaz
dikin, ku pêþiya operasyona leþkeriya dewleta Tirk bigrin;
- Ji hêzên demokrat û aþitixwazên Tirk dixwazin, ku dengê xwe dijî
þerxwaziya dewleta Tirk bilind bikin, bibine alîkar û piþtgirê Hikumeta
Herêma Kurdistanê;
- Ji PKK dixwazin, ku guhê xwe bide bangawaza Serokê Herêma Kurdistan Mesud
Barzanî û kar û çalakiyên usa neke, ku bibite hencetek destê dagirkerên
Kurdistanê.
Em partiyên Kurdî û Kurdistanî radigihinin, ku dijî her cure desttevardana
dewletên dagirker in, di kar û barên navxweyiya Kurdistana Baþurê da.
14.10.2007
Hizba Demokrata Kurdistana Ýranê (PDKÎ),
Partî Azadî Kurdistan-PAK,
Partî Azadî Kurd li Surî,
Partî Demokratê Kurd li Surî (El-Parti),
Partiya Demokrata Kurdistan-PDK (Bakur)
Partiya Pêþverûya Demokrata Kurd li Surî
Partiya Sosyalîsta Kurdistan-PSK
Partiya Welatparêzên Demokratên Kurdistan-PWD
Partî Yêkitî Kurd li Surî,
Partî Yêkitî Demokratê kurd li Surî,
Rêkeftina Demokrata Kurd li Surî,
Sazumana Xebata Kurdistana Îranê
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|