|
Tezkereya Tirkiyê rê û rêbazên hiqûqî nasnake
16 Kewçêr,
2007 weþandin:19:32:11 (GDK)
Di axaftina xwe ya gruba AKP-ê de
Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew bi biryarin
operasyoneke leþkerî ya dersînor pêk bînin, lê nayê wê wateyê ku operasyon
piþtî ku tezkere li parlementoyê hat pêjirandin, bê pêkanîn.
Erdogan got."Ger pêwîst be zanîn, operasyon dê cih û dema xwe de bê
kirin.Hedef tenê rêxistina terorê ye.Tu kes bila armanca tezkereyê de armanc
û hedefeke din lê negere.Iraq cîranê me ye.Kesên li wir jî birayên me
ne.Operasyoneke wiha dê li hemberî kesên sivîl nabe."
Erdogan ragihand ku wan tezkereyê pêþkeþî parlementoyê kirine û hiþyarî jî
li ser wê yekê da ku divê hemû partiyên siyasî û rêxistin piþtgiriya wê
bidin.
Erdogan li ser helwestên parlementerên serbixwe ku naxwazin operasyoneke
leþkerî li ser Herêma Kurdistanê bê pêkanîn, got:"Yên ku ji rêxistina terorê
re nebêjin 'dev ji terorê berde', ji me re jî nikarin bêjin ku
'operasyoeneke derveyî sînor nekin'."
Erdogan axaftina xwe bi tundî wiha domand:"Divê herkes li hemberî terorê
helwestê xwe tekîd bike.Yê ku mesafe nexe di navbera xwe û terorê, dê
tekôþîna li hemberî terorê, bandoreke neyînî bibîne."
Erdogan ragihand jî ew bi vê biryarê ve xwe diparêzin û got:"Cihê ku xwe
parastin lê hebe, rê rêbazên hiqûq namînin."
Erdogan daxwaz ji karbidestên Herêma Kurdistanê kir ku hevkariya wan bikin
ku li gor wî riya herî baþ ew e.
Erdogan li ser pejiranina pêþnûmeya jenosîda ermeniyan di Komîteya
Pêwendiyên Derve ya Civata Nûnerên DYA-yê jî ragihand ku li ser vê mijarê
tehammulê wan nemaye û got."Ger Tirkiye li ser vê mijarê zerer bibîne, dê
yên ku hemberê wê jî 10 qat zererê bibînin.Ger baþ jî bikin hûn dizanin, ger
xirap jî bikin hûn dizanin.
Erdogan ragihand jî di dîroka wan de tu bûyerên wiha tûne ne..
(puk media)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|