|
DEWLETA TIRK BIRYARA ÊRÎÞÊ SER KURDISTANA AZAD VERGIRT;
Wisa hêvî dikin ku Kurd bitirsînin lê bersiva Kurdan eþkereye; "Emê axa
Kurdistana azad biparêzin"
18 Kewçêr,
2007 weþandin:01:24:09 (GDK)
AMED, bakurê
Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Doh Tezkereya bo êrîþ kirina ser axa
Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatiye amadekirin û heta
salekê derbasdar e, li meclîsê bi 507 dengan hate qebûlkirin. Di dengdanê de
19 kes jî dijî tezkereyê deng dan 16 ji wana parlementerên DTPyî bûn.
Biryar di medyaya cîhanê bû mijara
sereke.
Ednan
Muftî:"Êrîþkaran wê bersivê bigrin"
Rûniþtina doh ya PK li ser
nîqaþkirina qanûna guhertina baca xanûber a li Kurdistanê bû.
Serokê parlrmena Kurdistanê Ednan
Muftî di danîþînê de got:" Gelo derbaskirina sinorê welatên din arîþeyê
mezintir nake? Hin kes dibêjin qaþo bi hinceta dijî terorîstan û çekdarên
PKK ye lê armanca sereke herêma Kurdistanê ye. Lewre neheq in di vê biryara
xwe de, heqê wan tuneye ku biryar li ser jiyana mîletekî din bidin ku li
derveyî axa wan e. "
"Eger Tirkiye êrîþ bîne ser
Kurdistanê wê demê dê karesateke mezin biqewime.Çimkî Parêzvanên Kurdistanê
niha beþek ji wan erka parastina çavkaniyên elektîrîk û boriyên petrolê,
têkoþîna li dijî terorîstan li ser milê wan e. Eger êrîþek çêbibe wê demê ew
hêz dê rûbirûyê erkeke mezintir bibin ku parastina ax û nîþtiman e."
Faþizma
tirkan gihêþt asta herî dawî û partiya dij-Kurd CHP armanca rastî anî ziman
Partiya faþîstan û dijberên Kurdan
CHP-yê diyar dikin ku :" Divê hedef ne tenê PKK be, divê em rêveberiya kurd
a li bakurê Iraqê jî bikin hedef." Medyaya Tirkî jî di vê navberê de
bi weþanên xwe bangbêjiya þerê seranserî li dijî Kurdan tê zêde kirin
û kampanya alikarî dayina arteþa Tirk bû kampanyaya dijî Kurdan.
Dagirkera rojavayê Kurdistanê jî piþtgirî da dewleta Tirk
Serkomarê Tirkiyeyê Abdulah Gul û
dîktatorê Suriyeyê Beþar Esad îro li Koþka Çankayayê ya serkomariya
Tirkiyeyê li hev civiyan û hate ragihandin ku di civînê de her du alî li ser
mijara
PKK nîqaþ kirine.Esad di civînê de gotiye:" Niha li rojevê
operasyonek heye,
bê guman em piþtgiriyê didin
biryarên Tirkiyeyê ên ji bo têkoþîna
li hember terorê û em li piþtê wan
e. Bi ya me operasyon mafê meþrû ya Tirkiyeyê. "
NATO jî dewleta Tirk hiþyar kir
Sekreterê Giþtî yê Natoyê Jaap De
Hoop Scheffer jî li Serokkomarê Tirk Abdullah Gul geriya û xwest Tirkiye
xwînsar tevbigere.
AKP bi temamî har bû
Tê zanîn ku arteþa Tirk heta niha
bo tirsandina çavê Kurdan dixwest ku parelemena Tirk tezkere derbixîne lê
AKP qeyîlî vî tiþtî nedibû.Niha derketiye holê ku hikumet û arteþa Tirk li
hev kirin û bo derxistina tezkere dest bi amadekariyan hate kirin.Hikumeta AKP ku heta niha bi helwestên xwe yên nerm li hemberî Kurdan li
bakurê Kurdistanê ji hikumetaên berê ya dewleta Tirk cûda xuya dikir û êdî
AKP jî ser riya politikayên kevn diçe.Piþtî zêde bûna dengên AKP serokê AKP
Tayyip Erdogan jî got pirsgirêka Kurd hatiye çareser kirin û pirsgirek tenê
pirsgirêka aborî ye.
Axa Kurdistanê ji dewleta Tirk re bibe
dojeh
Piþtî kuþtina 15 leþkerên
Tirk ên li Elkê û Þirnexê ya
bakurê Kurdistanê dîsa li dewleta Tirk bangbêjiya þerê seranserî li dijî
Kurdan tê kirin.Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide.Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû.Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad.Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye.Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e. Di demên
herî xirab de di tengasîyên herî kûr de dijminên kurdan nekarî bûna baþûrê
Kurdistanê têk bibin.Di roja me de li gel hemû pêþketin û detkeftÎyên
sîyasî,aborî,leþkerî,polîtîk,rexistinî,dîplomatÎk û li gel piþtgirîya
perçeyên din ya Kurdistanê qet ne mimkune ku dewleta Tirk li Kurdistana azad
serkeve.Kurd ger
neçar bibînin wek 100 salên rabirdû li gel hêza xwe mezin ya îro xwe
bisperîn çiyayên Kurdistanê ku tu car dijminên Kurdan re nebûye war û axa
Kurdistanê ji dewleta Tirk re bikin dojeh.
Dewleta Tirk
dikare bikeve axa Kurdistana azad lê nikare derkeve. Di her
kûçe, kolan, cade, avahî, rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê.Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþîna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne.Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.Doza Kurdan
dozeke rewa ye û ji ber vê yekê jî tekdana wê ne mimkune.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, Puk media,
reuters )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|