|
Bush, Sarkozy û rayedarên Rûsya Tirkan hiþyar kirin
18 Kewçêr,
2007 weþandin:03:34:42 (GDK)
Serokê
Emerîkayê Corc Bush derbarê operasyona ser Kurdistana azad axifî û diyar
kir, ku operasyona deveyî sînor li gor berjewendiyê Tirkiyê nîne.
Operasyona muhtemel ya Baþûrê Kurdistanê ji aliyê rayedarên Dewletên Yekbûyî
yên Emerîka û Rusya ve jî hate nirxandin.Rayedaran got, operasyon bi kêrî
tiþtekî nayê û PKK jî naqedîne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê
Dewletên Yekbûyî Tom Casey,
der barê PKK de got; "Eger ev
mijareke ewqas hesan dikarîba bihata çareserkirin, heta niha wê çareser
bibûya."
Casey diyar kir, ku operasyoneke muhtemel ya Baþûrê Kurdistanê PKK
naqedîne.Generalê Emerîkî Carter Ham jî diya kir, ku eger Tirkiye
operasyoneke Baþûrê Kurdistanê pêk bîne, wê Iraq jî serweriya xwe biparêze.
Di civîna çapemeniyê de Ham xwest, ji pirsgirêkê re çareseriyek dîplomatîk
bê dîtin û got; "Eger dîplomasî bi ser nekeve, divê rewþ bê nirxandin û di
aliyê siyasî de çi baþe biryar bê dayîn."
Sarkozy;"Rêbaza
leþkerî þaþ e"
Serokê Iraqa Federal Talebanî duh
gihîþte Parîsê û îro jî gihîþte Koþka Komarî ya Elîze û digel Sarkozy
civiya. Her du serok, neramiya sinorê navbeyna Iraq û Tirkiye nîqaþ kirin û
Sarkozy têkîdî li ser girîngiya bikarneanîna rêbaza leþkerî bo çareserkirina
arîþeyên han kir.
Talabanî got em hewl didin ku bi riya dîplomasiyê arîþeyan çareser
bikin.Hikûmeta Iraqê jî rê nade kesî ku ji axên wê êrîþ bibe ser welatên
cîran.Serok Talebanî wê yekê jî da zanîn ku ji sala 1997-ê ve Tirkiye di
Kurdistanê de, 4 bingehên leþkerî û bi hezaran leþkerên xwe bi cih kiriye.
Rûsya jî
naxwaze
Rusya jî li dijî operasyonê ye.
Beþa jêr ya parlamena Rusyayê Duma, di biryarekê de diyar kir, ku operasyona
li Baþûrê Kurdistanê bi kêrî tiþtekî nayê.
Di biryarê de hate gotin, divê encamên neyênî jî bên hesabkirin û operasyon
wê rewþa nazik ya herêmê jî bê îstîqrar bike.
(ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|