|
DEWLETA TIRK BIRYARA DAGIRKIRINA KURDISTANA AZAD VERGIRT;
Kurdên Ewrûpa li hemberî terorizm û dagirkeriya dewleta Tirk ketin tevgerê
29 Kewçêr,
2007 weþandin:06:34:21 (GDK)
BERLIN,
Elmanya (HAWAR DENGÛBAS) -- Li dijî êrîþkariya dewleta Tirk
bi destê AKP û arteþa Tirk gelê Kurdistana azad bi rojane ser piyan in bi
meþ û çalakiyan dewleta faþîst ya Tirk þermezar dikin niha Kurdên Ewrûpa jî
dest bi çalakiyên dijî dewleta Tirk kirin..
Li Elmanya, Swêd, Britanya,
Norveç, Frensa, Hollanda û çend welatan meþ û mîtîngên li dijî êrîþkariya
Tirkan hatin li dar xistin û di çend welatên din de jî amadekariya çalakiyên
nû tê kirin.
Her wiha li aliyeke din jî êriþên
dijberên Kurdan jî li Tirkiye û li Ewrûpa didome.
Kurdên
li Ewrûpa bi xurtî nebe jî ketin tevgerê
Li Ewrûpa ji aliyê derdor û
rexistinên cûda ve çalakî tên li dar xistin.
Elmanya
Li Elmanya bajarê Berlînê
ji zêdetirê 7 hezar Kurd hatin cem hev û
êrîþariya dewleta Tirk ser
Kurdistana azad û zext û êrîþên ser Kurdan li dewlta Tirk þermezar kirin û
banga yêkýti û yekrêziya
Kurdan li dijî Tirkan hate
kirin.Li bajarê Freiburgê jî ji zêdetirê
hezar kes hatin cem hev û li dijî
êrîþên tirkan sloganên wek "Terorist Tirkiye", "Kurdistanê dê ji faþîstan re
bibe goristan" qirîyan.Li bajarê Kolnê jî xwepêþandanek li dijî
biryara operasyona eskerî a Tirkiyeyê hat lidarxistin. Xwepêþandan li ber
dêra navdar a bajarê Kolnê pêk hat û ji aliyê medya alman, kurd û tirkan ve
jî hat þopandin.
Di xwepêþandanê de gelek kes,
hunermend û muzîsyenên kurd ên wek Þivan Perver, Canê, Xelil Xemgîn,
Seyidxan, Þemdîn , Þehrîbana Kurdî, Comerd, Beser Þahîn, Cewat Merwan,
Delîl, Rotînda, Eylem, Kawa, Koma Çar Newa, Xelat Sîpan, Emelê Memo, Peywan
Elî, Îhsan Dogan û rêvebirên akademiyê jî li ciyê xwepêþedanê amade bûn.
Brîtanya
Li bajarê Londonê Bi
bêþdarbuna PDK-BAKUR, PSKê û 2500 kurdistanîyên ji çar parçeyên Kurdistanê
bi ala Kurdistanê, bi sirûda Ey Reqip û bi dirûçmeyên "biji kurdistan",
`"Turkiye ji kurdistan derkeve!" û "Kerkuk dile Kurdistan e`" li ber serok
gef û tehdîtên Tirkîyeya êrîþker þermezar kirin.
Swêd
Kurdên Swêdê jî li dijî êriþkarî û
terorizma Tirkan derketin kolanan.Li Stockholmê doh bi sedan Kurd li ber
balyozxaneya dewleta Tirk hatin cem hev û êrîþkariya Tirkan ser Kurdistana
Federe þermezar kirin.
Îro jî bi sedan Kurd di qada
Sergeltorgê mîtîngek li dar xstin
Hollanda (Nemsa)
Qasî 150 kurdên Holanda roja borî
bi diruþmeyên wek “Bijî Kurdistan” xwepêþandanek dijî gavên leþkerî li
Kurdistana azad lidarxist li ber avahiya balyozxaneya holandî ya Tirkiye, li
bajarê Laheyê (Den Haag).
Norweç
Li Norweçê bajarê Osloyê nêzî sed
hezar Kurd li Norweçiyan bangî hestiyarîyê kirin.Di destên beþdarvanan de
pankartên ser wen de nivîsên wek "arteþa dagirker bisekine", "Tirkiy ji
Kurdistanê derkeve", "Ji dagirkeriya dewleta Tirk re na!" hatibû nivîsandin
hebû.
Li
Kurdistana azad jî çalakiyên li dijî êrîþkariya dewleta Tirk didome
Piþtî Zaxo, Kerkûk, Silêmanî,
Akrê, Duhok, Hewlêr,Rewandiz û Amediyê vê carê jî li Haci Umran
dewleta Tirk hate þermezar kirin.Li Haci Umran þofêr û esnafên kurd çalakiyê
li dar xistin.
Tirkên
þoven û wehþî êrîþên teroristî pêk tînin
Li Den Haag a bajarê Hollanda jî
bû qada xwepêþandineke tirkên nîjadperest. Ji ber vê çalakîya tirkên
nîjadperest, þaredarî û mudurîyeta ewlehîyê tên tawanbarkirin û çav li rê ye
ku sazî û rêxistinên kurdan û yên dostên kurdan nameyek protestoyê ji
rayedarên bajêr û ji hikumeta Hollanda re biþînin.
Çend roj berê jî li Belcîkayê jî tirkan êrîþ
biri bûn ser kurdan.
Keneda
dijî dagirkeriya dewleta Tirk e
Rêveberê Giþtî yê li Fermanderiya
Hêza Pêþmergeya Kurdistanê Þêrdil Selîm di çarçoveya serdana xwe ya Kenedayê
de, çend hevdîtin digel hejmarek ji berpirsên bilind ên Keneda pêk
anî.Wezîrê derve yê Keneda li ser vê mijarê got:" Ev binpêkirina qanûnên
navdewletî ye û em qebûl nekin." Barnêr her weha piþtgiriya xwe bo aramî û
ewlekariya devera Kurdistana Iraqê ragihand.Nîkilson li ser tezkereya
tirkiyeyê got:" Keneda dê dijî biryara Tirkiyeyê raweste ku destûra pêkanîna
operasyona li ser herêma Kurdistanê daye hikûmetê." Wezîrê kulturê yê Keneda
got:" Tirkiye ji min aciz e çimkî min arîþeya komekkujiya ermeniyan bir nav
parlamentoya Keneda û piþtre jî bi resmî wek jenosîd hate naskirin."
Her kûçeyên li Kurdistana azad bo Tirkan
bibin cihên mirinê
Dewleta Tirk bi bahaneya PKK bo
dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana azad bi
destê hikumeta AKP tezkere derxist. Li bajarên Tirkan êrîþî Kurdan tên
kirin, malên Kurdan tên þewitandin, malên Kurdan tên talan kirin, saziyên
kurdan tên xêra kirin. Weþanên Kurdan tên grtin, malperên Kurdan têne asteng
kirin. Medyaya Tirkî her roj heqertan li Kurdan û serokên wan dike.
Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide. Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû. Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad. Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye. Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e.
Di her
kûçe, kolan, cade, avahî, rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê. Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþîna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne. Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, Puk media,
reuters )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|