|
Konferansa HEVBENDIYÊ li Parisê bû cihê gotara hevbeþ ya Kurdistaniyan
29 Kewçêr,
2007 weþandin:00:43:11 (GDK)
PARÎS,
Frensa-- Konferansa duyemîn ya Hevbendiyê doh (28.10.2007) li Parisê
pêkhat. Axaftvanên civînê Dr. Musa Kaval (Nûnerê Hevbendiyê), Nivîskar û
siyasetvan Bayram Ayaz û nûnerê PSKê Serdar Baran bû.
Di civînê de ji hemî deverên Kurdistanê zêdetirî heftê kesî beþdar bûn.
Civîn bi taybetî ji aliyê beþdariya nûnerên partî û rêxistinên Kurd û
Kurdistanî ve gelek bi hêz bû. Ji baþûr, bakur, rojhilat û baþûrê rojava,
nûnerên hema bêjî hemî partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Parisê di
konferansê de amade bûn.
Di konferansê de di xala yekemîn de Musa Kaval berfirehî derbarê xebatên
diplomatik yên Hevbendiyê de beþdaran agahdar kir.
Musa Kaval û Serdar Baran derbarê bûyerên dawî de helwestê Hevbendiyê, yên
partiyan û nirxandina hevbeþ pêþkêþkirin. Metna Projeya çareseriyê ya
Hevbendiyê jî hat xwendin.
Bayram Ayaz jî di axaftina xwe de iþaretê bûyeran kir û bi kurtî analiza
helwesta dewleta Tirk kir. Di muqayesek dîrokî (nabeyna dema salên 1918-26 û
îro) de siyaset û stratejiya kemalistan ronî kir, ku ev siyaset li ser
tunebûn û tunekirina xelkê Kurd û dagîrkirina welatê wan Kurdistanê hatiye
danîn. Her wisa armanca ittihat-terakici û kemalistên Tirkçî hemî demî ew
bûye ku Kurd nebin xwedî dewletekî û xwedî dam û dezgehan. Îro jî siyaseta
Tirkçiyên „ulusalcî“ (yani ultra-nasyonalistên kemalist û militarist) û
turancî ev e: Kurd nebin xwedî tac û dewlet! Dijminahiya ku îro dijî baþurê
welatê me tê kirin, ji vî mejiyê nîjadperest, þovenist der tê. Ev hêz
ultra-nasyonalist in û þêtiya ku îro ser destê klîka militarist-kemalist li
sehayên futbolê heta ser kolanan nîþan didin, helwestekî neo-faþist e. Hêzên
Kurd û Kurdistanî hewce ye, bê ku bibin aletê provakasyonan, dijî van
hêriþkariyan bi wêrekî berxwe bidin.
Piþtî axaftvanên Konferansê, nûnerên Partî û Rêxistinên Kurdan jî nêrînên
xwe diyarkirin û beþdaran jî hem pirsên xwe kirin û hem jî nêrînên xwe
pêþkêþ kirin.
Nûnerên partî û rêxistinan ev bûn:
KDP (Baþur) – Yusuf Ibrahim, YNK- Kak Berzan, PDK-Iran- Xusrov Abdullahî,
YDK-S- Zînê Cemo (her wisa bi navê Hevbendiya Kurdên Suriyê), Nûnerê Buroya
þehîd þêx Mahþûk Xeznewî- Mehemed Mibarek, Nûnerê Partiyê-S, Bavê Ciwan. Ji
Hevbendiya Kurdên Bakur jî PÎK-PSK-PDK Bakur amade bûn. Nûner û endamên
Komeleya Mala Kurd li Parisê.
Konferans bû cihê deng û gotara siyasî ya hevbeþ ya Kurd û Kurdistaniyan. Ev
atmosfera birayane û nirxandinên navdagirtî yên nûner û axaftvanan hemî
beþdaran dilxweþ kir. Beþdaran xet li bin da ku ew hertim û li hemî deverî
li benda vê helwesta kurdewar in û pê serbilind û keyfxweþ in.
Di Konferansê de li dawî ser navê beþdaran bangewazî û daxwaznameyek hate
pêþniyarî kirin û ew jî hat pejirandin. Her wisa li ser pêþniyariyekî
nûnerên partî û rêxistinan biryar dan ku „Komiteyeka muþterek“ damezirînin û
ji vê û pê de þêwra xwe bikin û di bin vê Komiteyê de çalakiyên xwe bi
taybetî di vê dema krîzê ya hesas de bidomînin.Konferans bi serkeftî bi dawî
hat.
Li jêr metna bangawaziya hevbeþ e;
Roja yekþemê 28.10.2007, bi înisiyatîfa Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur,
konferansek li Parisê hate li darxistin. Ji her çar parçeyên Kurdistanê,
Kurdên li Fransa, nunerên siyasî yên Kurd, beþdar bûn. Di Konferansê de, gef
û tehdîdên Tirkiyeyê li dijê Baþûrê Kurdistanê û rewþa siyasî ya Kurdistanê
bi tevayî hatin nîqaþkirin û ev tesbît, bangewazî û daxwaznameyên li jêr
hatin kirin:
I. Hin derdorên netewperest yên Dewleta kûr a tirk, di nav leþkeran de, di
nav hukumetê de û di nav partiyên siyasî de dixwzin ku qirkirinek mezin li
dijê gelê kurd bidin kirin û statuyê Kurdistanan Federal têk bidin.
Bi hêceta þer li dijê PKKê, Tirkiye îro dora sê sed hizar leþker û curên din
ji hêzên teybetî li ser tuxubên Baþûrê Kurdistanê komkiriye. Herwesan hemû
curên dezgehên cenga (harba) modern jî bi cihkirîne. Dewleta tirk li behanan
digere heta pir caran bi xwe wan diafirîne û dikete stuhê PKKê. Ne mumkun e
ku ev qasî leþker û hêzên çekdar û melzemên cengê, li dijê pênc sed yan
bêjîn hizar gerilayên PKK hatibin komkirin li ser van tuxuban. Leþkerên tirk
bi tangan bi topan û bi firokan gundên Baþurê Kurdistanê bombebaran dikin û
amadekariya xwe ji bo dagirtina Baþurê Kurdistanê dikin. Ew zulm û tedayek
mezin li gelê kurd yê medenî, li ser herdu aliyên tuxub dikin û xelkê
xistine di bin tirs û cefayên pir giran de.
II. Mijara PKKê hêcete, armancên rasteqîn yên Dewleta tirk ev in :
A. Têkbirina statuyê Federal yê Baþurê Kurdistanê û nehêlana bi karanîna
benda 140 ya Destûra Iraqê û nehêlana pêþîlêgirtina referandumek azad û
demokratîk li Kerkukê û deverên din.
B. Dewleta tirk dixwaze ku Hukmeta Kurdistana Baþûr mecbur bike, da ku hêzên
Pêþmerge li dijê PKK bi karbîne, þerek dijwar û dûrûdirêj di navbera
Hukumeta Kurdistanê û PKK ê de bê çêkirin. Bi vî awayî Tirkiye dixebite ku
Kurdan bi hev bide kuþtin û tebîetê aloziya bidete guhurandin ango arêþa
nabeyna xwe û PKKê bike ya PKKê û ya Kurdên Baþûr.
C. Herwesan, Tirkiyê bi vê yekê dixwaze, hezên çekdar û ewlekariya
Kurdistana Baþûr bi PKKê ve bide meþxulkirin da ku di encamê de, meydan ji
bo teroristên Al-Qaide û yên din vala bimîne, da ew bikarîn herêma
Kurdistanê jî wekê herêmên din yên îraqê bêistîqrar bikin.
D. Dewleta Tirk hewul dide ku arêþeyan di navbera Kurdan û eraban de, di
navbera Hukumeta Kurdistanê û Hukumeta Merkezî de bidete afirandin û
nakokiyên mezin di navbera wan de bide afirandin.
III. Tehlikeya peydabûna rewþek aloz ku bi zehmet bête kontrolkirin.
1. Eger Dewleta Tirkiye êriþê ser Kurdistanê bike, tehlîke heye ku bê
îstîqrariyek mezin li Rojhelata navîn biqewime û bandurek neerînî (negatif)
li Ewropa jî bête kirin.
2. Di rewþa êrêþkirina leþkerê tirk ser Baþûrê Kurdistanê mumkun e ku rewþek
pir aloz derkeve holê ku ne mumkun be bête kontrolkirin.
3. Eger êrêþ li ser baþûrê Kurdistanê bête kirin bi milyonan Kurd li her çar
parçeyên Kurdistanê û li Ewropa û li her deverekî cihanê dê protestoyek
mezin li dijê leþkerên tirk bidin niþandan.
4. Ev yeke dikare bibe sedemê qetliamên mezin.
5. Vê deme ku dinya ji Tirkiyeyê dixwaze ku cenosîda ermeniyan nas bike ,
tehlîkeyek mezin heye ku ew cenosidek nû bike.
IV. Daxwazname (Resolisyun)
1. Em ji Birêz Nikolas SARKOZY, Serokê Komara Fransa tika dikin ku hemû
imkanan ji bo peydakirina çareseriyek aþtiyane bi kar bine û ji Tirkiyeyê
bixwaze da dest ji van tehdîd û êrêþan berde.
2. Em vê helwesta Tirkiyeyê bi tundî þermizar dikin û bangî gelê kurd û tirk
dikin ku bi hemû wesileyên demokratik bi hevre bixebitin, da rê li ber
êrêþkirina baþurê Kurdistanê bête girtin.
3. Em bangê PKKê û hukmeta tirk dikin ku dest ji hemû curên þidetê berdin.
4. Em ji Hukmeta tirk dixwazin ku di bin bandaro þerxazan de nemîne û hêzên
leþkerî ji ser tuxubên Kurdistana Baþur vekêþîne, van tehdîdan rawestîne û
ji bo çareserkirina vê pirsê bi Nunerên Kurdistana Federal re rone.
5. Em ji Dewleta Tirk dixwazin ku dest ji siyaseta înkara gelê kurd berde û
ji bo çareseriya pirsa gelê kurd li Tirkiye bi terefê kurd re bikeve di
diyalogê de.
6. Em piþgirtina helwesta Birêz Mesûd BARZANÎ Serokê Kurdistana Federal û ya
Birêz Celal TALABANI Serokê Komara Îraqê dikin, ku ji ba çareseriyek
aþtiyane ya vê pirsê hewl didin.
7. Em ji hemû sazî, rêxistin û ji hemû ferdên kurdistanî li herçar parçeyan
û li derveyî welat, tika dikin ku dest bidin hev û statuyê Kurdistana
Federal li dijê van tehdîdan wek can û ruhê xwe biparêzin û ji bo vê yekê
hemû çalakiyên demokratik bê þidet kordine bikin û pêkbinin.
Konferansa Kurdên li Fransa.
Paris, 28.10.2007
Peywendî:
Hevbendiya Demokratîka Kurdên Bakur
8. rue St. Marc, 75002 Pari
Téléphone: 0140284054
Portable : 0685063675
Mail : hevbendi@gmail.com
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|