|
Dewleta Tirk a hov bo tune kirina Kurdan kete tevgerê, Tirkan li her derê
êrîþî li Kurdan dikin, lê bakurê Kurdistanê bê deng e
29 Kewçêr,
2007 weþandin:16:34:21 (GDK)
AMED,
bakurê Kurdistanê (HAWAR DENGÛBAS) -- Dewleta Tirk bi bahaneya
PKK bo dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana
azad bi destê hikumeta AKP tezkere derxist.
Li bajarên Tirkan êrîþî Kurdan tên
kirin, malên Kurdan tên þewitandin, malên Kurdan tên talan kirin, saziyên
kurdan tên xêra kirin, heqeretên bê dawî li Kurdan tê kirin.
Weþanên Kurdan tên grtin, malperên Kurdan têne asteng
kirin. Medyaya Tirkî her roj heqertan li Kurdan û serokên wan dike.
Her bihostê bakurê Kurdistanê bûhe
qada þer, bi sedhezaran leþker hatine bi cîh kirin, bê navber çiyayên
Kurdistanê tê bombe kirin.
Kurdên li Bakurê Kurdistanê û li Tirkîye bê
dengin
Dewleta Tirk ku 85 sale hebûna
Kurdan qebul nake li þuna ku þertên ku PKK derxistiye, ji holê rake
yanî mafên netweyî ya Kurdan bide niha dixwaze Kurdên baþurê Kurdistanê jî
bikuje, destkeftiyên wan xêra bike.
Li dijî êrîþkariya dewleta Tirk bi destê AKP û arteþa Tirk
gelê Kurdistana azad bi rojane ser piyan in bi meþ û çalakiyan dewleta
faþîst ya Tirk þermezar dikin.Kurdên Ewrûpa jî dest bi çalakiyên dijî
dewleta Tirk kirin..
Lê di aliyekî din de jî gelê
bakurê
Kurdistanê li dijî êrîþên Tirkan û helwesta AKP ku bi nermtiya xwe hemû
Kurdan xepandi bû niha li dijî Kurdan di her qadê de êrîþ dike di nav
bêdengiyeke kur de ne.
Heta niha tu çalakiyeke berviçav
nehatiye kirin, rexistinên kurdan jî ji xeynî weþandina çend daxuyaniyan di
nava tu hewldanên sivîl an jî dîplomatîk de nînin.
Tirkên har êrîþî
Kurdên sivîl dikin, hikumeta AKP temaþe dike
Li dewleta Tirk bi taybetî bajarên
Tirkan ku xwedî nifuseke zêde ya Kurdan in , êrîþ û zextên Tirkên faþîst jî
bi hevlariya medyaya Tirkî zêde bûn.Dewleta Tirk ku bi dehan salan di þereke
ne mafdar ya dijî têkoþîn a azadiyê ya Kurdan dimeþîne û di pêvajoya dawî de
jî li beramberî yekreziya Kurdan di warê dîplomatîk û rastiya kurd û
Kurdistanê de careke din kete tengasiyê niha tirkên ku ji aliyê dewleta Tirk
ve bi dehan salin bi înkara gelê kurd hatine xepandin bi hestên þovenî êrîþ
û talana gelê kurd dikin.
Provokasyon û tahrîkên ku bi
pêþengiya MHP’iyan ve tên kirin, beþên ewlekariya dewletê li dijî van êrîþan
bêdeng dimînin. Avahiyên DTP’ê tên talankirin û li gelek cihan hewldanên
lîncê û êrîþên çêkdarî pêk hatin. Bi van hewldanan û bêdengiya dewletê
Tirkiye ber bi þerekî navxweyî ve diçe.
Rayedarên hikumeta AKP jî bi
daxuyaniyên xwe piþtgiriya êrîþên ser Kurdan dikin û dibêjin "reaksiyone gel
e, normal e".
Cercerdevan û cahþ jî dizirin
Qada Komarê ya Þirnexê mîtÎngek ji hêla dewleta Tirk ve hate
lidarxistin de slogan û pankartên heqaretê li gelê kurd dikin derketin
pêþ.Di mitîngê de Sercerdevan Hazim Babat axafinek kir û Parlementera DEP'ê
Leyla Zana wekî hedef nîþan da. Bata derbirî ku Leyla Zanayê bangawaziya
'Birayên xwe teslîm nekin' li Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî
û Serokdewletê Irawê Celal Talabanî kiriye û bi vê yekê xwedî li PKK'ê
derketiye.
Xwendekarên Kurd ên li bajarê Tirkan di bin zordariya nijadperestiya tirk de
ne
Hîndekarên zanîngehan pêþengiya
çalakiyên 'dijberiya terorê' dikin û zorê didin ser xwendekaran da ku
beþdarî van çalakiyan bibin. Xwendekarên kurd dibêjin li ser wan pêkutiyek
mezin heye û anîn ziman ku divê akademîsyen xwe ji gotinên neteweperest ên
wê welêt ber bi þer re bibe, dûr bigirin û mirovan sewqî diyalogê bikin.
Piþtî ku di pevçûnên li herêma Colemêrg û Þirnexê de leþkerên Tirk
wendayiyên mezin da, bi taybetî jî li ser bangewaziya Serfermandariya Giþtî,
bi pêþengiya partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl çalakî û êrîþên
neteweperest û nîjadperest li giþtiyê Tirkiyeyê belav bûn. Di hedefa
çalakiyên ku di bin navê 'têkoþîna bi terorê re' û 'çalakiya alê' de tên
kirin de kurd hene. Ev çalakî li zanîngehan, bi pêþengiya akademîsyenan û
xwendekarên neteweperest û Kemalîst û Lijneya Nûner a Xwendekaran) ku
girêdayî zanîngehan e, pêk tên. Rêveberiyên zanîngehan banga ‘bi girîngî
beþdar bibin' li xwendekarên xwe dikin. Xwendekarên ku naxwazin beþdarî
çalakiyan bibin, dikin hedef. Herî zêde jî xwendekarên kurd ji ber vê rewþê
di nav fikaran de ne û di bin zexteke pir mezin de ne.
Li
Dêrsîmê leþkereke din ya Tirk mir
Li çoltera Navçeya Pulûra Dêrsimê
li ser riya leþker derketin operasyonê di encama teqînekê de leþkerekî mir û
yek jî bigiranî birîndar bû.
Wê hesabên dewleta Tirk pûç derkeve
Dewleta Tirk bi bahaneya PKK bo
dagirkirina Kurdistana azad û xêra kirina destkeftiyên Kurdistana azad bi
destê hikumeta AKP tezkere derxist. Li bajarên Tirkan êrîþî Kurdan tên
kirin, malên Kurdan tên þewitandin, malên Kurdan tên talan kirin, saziyên
kurdan tên xêra kirin. Weþanên Kurdan tên grtin, malperên Kurdan têne asteng
kirin. Medyaya Tirkî her roj heqertan li Kurdan û serokên wan dike.
Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide. Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû. Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad. Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye. Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e.
Di her
kûçe, kolan, cade, avahî, rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê. Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþîna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne. Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe. Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, ajansan)
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|