|
DEWLETA TIRK BIRYARA ÊRÎÞÊ SER KURDISTANA AZAD VERGIRT;
Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk Kurdistana azad rabû ser piyan;'Emê çekan
hildin'
19 Kewçêr,
2007 weþandin:02:45:32 (GDK)
HEWLÊR, Kurdistana
azad (HAWAR DENGÛBAS) -- Piþtî ku Tezkereya bo êrîþ kirina ser axa
Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta AKP'ê ve hatiye amadekirin û heta
salekê derbasdar e, li meclîsa Tirk hate qebûlkirin Kurdistana azad rabû ser
piyan û çalakiyên dijî dewleta Tirk hatin li dar xistin.
Her wiha Kurdên li çar aliyên
cihanê bi bi peyam, çalakî û panelan êrîþarî û hovitîya dewleta Tirk
þermezar dikin.
Duhok,
Hewlêr û Amediyê ji Tirkan re got;" Emê çekan hildin"
Xwendekarên Kurdistana azad, ji bo
destûrnameya dewleta Tirk, ku tê wateya îlana þer li dijî Baþûrê Kurdistanê
protesto bikin, li Hewlerê meþiyan.
Bi hezaran kes beþdarî meþa li
Taxa Enkawa bûn û pankartên; "Derbaskirina sînorê Baþûrê Kurdistanê
Çewsandina hemû Kurdane", "Teorista mezin dewleta Tirk e" û "Li dijî Tirkên
dagirker netewa xwe bi parêze" hilgirtin.
"Meþê bi sirûda Ey reqîb
destpê kir û li dijî Tirkiyê slogan hatin qêrîn. Federasyona Rêxistina
Xwendevanan daxwaznameyêk pêþkeþî nûnerên NY yê li Iraqê, balyozê Amerîka yê
li Iraqê, welatên endam li Yekîtiya Ewropayê, welatên endam li Komkarê
Erebî, rêxistinên mafê mirovan û raya giþtî kirin.Di daxwaznameyê de
nerazîbûna tundî beramberî biryara Parlementoya Tirkiyê hate nîþandan.
Di beþeke daxwaznameyê de wiha tê gotin:"Em biryara Parlementoya Tirkiyê
þermezar dikin û li gor prensibên siyasî û destûrî li gor me Tirkiye bo
yekalîkirina nakokiyên navxweyî yên Tirkiyê, nikare Kurdistanê bike meydana
þer û nakokiyan.Baþtirîn rê ya çareserî bo Tirkiyê hêza dîplomasî ye , ne bo
riya leþkerî ye."
Her wiha li bajarê Dihokê jî meþek hate lidarxistin. Di meþa ku ji aliyê
rêxistinên civaka sivîl ve hate organîzekirin, li dijî operasyoneke muhtemel
ya dewleta Tirk banga sîleh girtinê li Kurdan hate kirin. Rêxistinên
Civakî yên Sivîl ên li Bajarê Duhokê ya Kurdîstana Federal, li dijî dewleta
Tirk, xwepêþandanek girseyî li dar xist. Di xwepêþandanê de li hemberî
êrîþek li dijî Kurdistanê banga seferberiyê li gel hate kirin û hate xwestin
ku hemû kes çekan hilgire.
Serokê
Kurdistanê;"Sedam Huseyîn jî nekarî Kurdan biqedîne, dewleta Tirk çawa
biqedîne"
Li gor agahiyan Serokê Kurdistana
Federal Mesud Berzanî jî li dijî destûrnameya îlana þer nerazîbûn nîþan da.
Di daxuyaniya li ser navê Mesud Berzanî ji radyo û televizyonan re hate
þandin û li dijî dagirkirina artêþa Tirk banga berxwedanê li Kurdan hate
kirin.
Hat diyakirin, ku wê bersiveke tund bidin operasyonê û di daxuyaniyê de
gotinên; "Sedam Huseyîn jî nekarî bi komkujiyan Kurdan biqedîne, wê Tirkiye
çawa biqedîne." cîh girtin.v Di daxuyaniyê de hat destnîþankirin, ku PKK
partiyek Kurdistanî ye û careke din pê re þer nakin. Alîkarê Serokwezîrê
Iraqê Berham Salîh jî diyar kir, ku wê operasyon îstîqrara li herêmê xira
bike û divê pirsgirêk bi diyalogê bê çareserkirin.
Li Diyarbekîrê jî li beramberî êrîþkariya dewleta Tirk nerazîbûn
Platforma Demokrasî ya Amedê, bi
daxuyaniyek êriþ û gefên dewleta tirk û derxistina tezkereya ji bo
operasyoneke li dervayî sînor þermezar kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin
ku dê operasyoneke weha li herêmê bibe egera tevlihevî û aloziyeke mezin.
Endamên Platforma Demokrasî ya Amedê ku ji 38 saziyên sivîl pêk tê, li ber
postexaneyê bi daxuyaniyek êriþ û gefên dewleta tirk ku dixwaze operasyoneke
li dervayî sînor pêk bîne û aloziyê peyda bike hat þermezarkirin. Di
daxuyaniyê de hat eþkarekirin ku çareserkirina pirsa kurd û pirsgirêkên din,
divê di nav sînorên Tirkiyeyê de bên çareserkirin, ne ku li dervayê sinor.
Beþdaran di encama çalakiyê de telgirafên nerazîbûnê ji rayedarên dewletê re
þandin.
Serokatiya Kurdistanê:"Eger operasyon pêk bê, emê Kurdistanê biparêzin"
Li ser tezkere û gefên Tirkiyeyê
daxuyaniya serokatiya Kurdistanê de hate diyar kirin ku;"Bi ya me (ku
tecrûbeya salên borî jî îspat kiriye) ew mesele bi þer nayê çareserkirin lê
di heman demê de bi aþkereyî ji hemû aliyan re dibêjin: Li jêr her hincetek
destdirêjî bê kirin ser herêm û tecrûbeya kurdistanê, amadehiya me ya temam
heye ku tecrûbeya demokrasî û kerameta mîletê me û pîroziya welatê me
biparêzin.
Daxwaz ji Amerîka û hêza hevpeymanan û yekîtiya Ewropa û neteweyên hevgirtî
dikin ku rola xwe ya temam bilîzin bo rêgirtin li zêdebûna þidet û vegera
dþyalog û çareseriya aþtiyane ya probleman."
Dewleta Tirk wê rastî berxwedaneke mezin
were
Piþtî kuþtina 15 leþkerên
Tirk ên li Elkê û Þirnexê ya
bakurê Kurdistanê dîsa li dewleta Tirk bangbêjiya þerê seranserî li dijî
Kurdan tê kirin.Dewleta Tirk
operasyonên bihurî yên ser PKK wekî mînak nîþan dide. Di operasyonên bihurî
de konjoktura herêmê gelek cûda bû û hê Kurdên Kurdistana azad û bi giþtî
hemû gelê Kurd bi qasê niha ne xwedî stratejîyeke hevbeþ bûn û opresyonên
berê ne bo xêra kirina detkeftÎyên li Kurdistana azad bû. Ji ber vê yekê jî
dewleta Tirk dikarî bû têkeve xaka Kurdistana azad. Di dema niha
de Kurdistana azad ser riya pêþketin û avadanîyê de ye û di nevbera hemû
hêzên Kurdan de nêzîk bûneke berbiçav heye. Kurdistana
azad xwedî tecribeyeke 80 salî yê têkoþîna li dijî dagirkeran e. Di demên
herî xirab de di tengasîyên herî kûr de dijminên kurdan nekarî bûna baþûrê
Kurdistanê têk bibin. Kurd ger
neçar bibînin wek 100 salên rabirdû li gel hêza xwe mezin ya îro xwe
bisperîn çiyayên Kurdistanê ku tu car dijminên Kurdan re nebûye war û axa
Kurdistanê ji dewleta Tirk re bikin dojeh.
Dewleta Tirk
dikare bikeve axa Kurdistana azad lê nikare derkeve. Di her
kûçe, kolan, cade, avahî, rê û deriyên li Kurdistana azad bo Tirkan bibin
niqteyên mirinê.Dijminên Kurdan her tim karine ser Kurdan êrîþ bikin lê tu
carî nikarî bûne têkoþîna kurdan biqedînin.Ger em rewþa taybet ya coxrafî û
soyal yê Kurdistanê jî bigrin ber çavan derdikeve holê Kurd Tirk bi
þikestineke mezin re rû bi rû ne. Raya giþtî yê
Tirk bi 2-3 cenazeyên leþkerên tirk serobin dibe.Ger ji Kurdistana azad her
roj nûçeyên mirina bi dehan leþkerên Tirk derkeve û li gel wê serhildana
Kurdên bakûr û Ewrûpa û perçeyên din jî derkeve holê wê bibe sedema bi
temamî tevlîhev bûna hundirê Tirkîye û alozîyeke mezin derkeve.
(HAWAR DENGÛBAS / Dîha, Puk media,
reuters )
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|