|
Bangawaza Partiyên Kurdî û Kurdistanî Ji Bona Bîrûrayê Giþtî
15 Kewçêr,
2007 weþandin:18:35:43 (GDK)
Daxûyanî -- Armanca tezkere
tênê “jêk belav kirina bingehên PKK li welateka cîran da” nine. Armaca
bingehîn ya Tezkere Ezmuna Kurdistanê ye, ku daxwaz û îradeya Kurdên Baþurê
destniþan dike. Hûn jî baþ dizanin, ku generalên Tirk gelek caran ragihandin
û gotin, ku “Hikumeta Herêma Kurdistanê xeter e li ser asayiþa netewiya
Tirkiyê.”
Nûnerên hêja,
Bi vê nama xwe va, berê ku di Meclîsê da guftugo li ser Tezkere dest pêbike,
em dixwazin bala we bikþinên li ser hinek xalên giring.
Armanca tezkere tênê “jêk belav kirina bingehên PKK li welateka cîran da”
nine. Armaca bingehîn ya Tezkere Ezmuna Kurdistanê ye, ku daxwaz û îradeya
Kurdên Baþurê destniþan dike. Hûn jî baþ dizanin, ku generalên Tirk gelek
caran ragihandin û gotin, ku “Hikumeta Herêma Kurdistanê xeter e li ser
asayiþa netewiya Tirkiyê.
Lê, rastî ne usa ye. Hikumeta Herêma Kurdistan li ser asayiþa Tirkiyê xeter
nine. Beravejiya vê, Hikumeta Herêma Kurdistanê, di Iraqa Federal da, ji
bona demokrasî û aþitiyê zamin e. Xizmeta Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bona
cigir bûna aramî û aþitiyê di navçeya Rojhilata Navîn da, berçav e.
Hêjayan,
Kurdên Baþûr gernas in. Her tim li ber zilm û zordariyê xebat kirine. Kurdên
Baþûr bengiya azadiyê ne û ji bona azadiya xwe amade ne her cure fîdakarî û
cangoriyê bikin. Xebata Kurdên Baþur ji demezrandina dewleta Iraq heya îro
niþana vê rastiyê ye. Hikumeta Herêma Kurdistanê, ku îradeya Kurdên Baþurê
destniþan dike, bo çi bibe xeterek li ser ciranê xwe? Ligel vê hendê jî
Serokatiya Siyasiya Herêma Kurdistanê her tim ragihandiye, ku dixwaze ligel
ciranên xwe peyvendiyên baþ deyne, pirs û pirsgirêkên xwe bi rêka dan û
standinê çareser bike. Hikumeta Herêma Kurdistanê, ji bona dostaniyê, gelek
caran destê xwe dirêjî dewleta Tirk kiriye, lê dewleta Tirk, ji ber tirs û
xofên bê bingeh destê Hikumeta Herêmê negirtiye.
Nûnerên Hêja,
Herwekî dizanin Ordiya Tirk, heya îro 24 caran li axa Kurdistana Baþurê
operasyon çekiriye. Operasyonên hanê ne tenê negihiþtine armancên xwe, her
usa zirufa navçeyê aloztir kirine. Bê guman vê carê wê usa be, pirsgirêk wê
aloztir û tevlihevtir be..
Bandora operasyona leþkeriya Tirkiyê, li ser prosesa Yekitiya Ewropa wê
xirab be. Operasyon dibite sedema evê ku Tirkiyê ji bîrurayê cihanê durkeve
û bibe welateka daxistî û girtî. Operasyon wê bibe astengek li pêþiya
demokratize kirina Tirkiyê, ku bi pêyê kûsî diçite pêþ. Bi baweriya me yên
ku Tirkiyê hez dikin, divê nehelin, ku Tirkiyê bikeve rewþa hanê.
Ji aliyê dinê va, Kurdên Bakûr, wê diji her gavên dewleta Tirk, ku Hikumeta
Herêma Kurdistanê tevgav dikin, derkevin û bi þikle aþitiyê helwesta xwe
niþan bidin.
Hêjayan,
Em ji we dixwazin, ku di dema giftugoya Tezkere da rastiyên hanê li ber çav
bigrin. Dengê xwe nedine operasyonên leþkerî, ku bilî ji aloztir kirina
navçeyê, kêrî tu tiþt nayê.
Em benda evê ne ku hûn ji bona danina peyvendiyên baþ ligel Hikumeta Herêma
Kurdistanê, ber bi pêþ birina demokrasî û careser kirina kêþaya Kurd li
Tirkiyê, hewl bidin. Rêka nehiþtina “teror” û cigir bûna arami û asayiþ li
navçeyê ev e..
Em hêvidar in hûnê rastiyên hanê berçav digrin û dijî tezkere derdikevin..
14.10.2007
Komîta Navendî Ya
Partiya Sosyalista Kurdistan
© HAWAR DENGÛBAS 2007.
Hemû mafên nûçe û nivîsên ku
destnîþana HAWAR DENGÛBAS hatiyê danîn ser navê
Hawar Kurdistan Media
Group
ya HAWAR DENGÛBAS e.Beyî destûr naye
bikaranîn.

Binivsîne
|
Biçe Jor

Hemû Naveroka Beþa Kurdistan
|